Ayşa Silêman/ Dêrik
Şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên girêdayî wê bi boneya 4’ê nîsanê roja rojbûna Rêberê mirovahiyê Rêber Apo çalakiyên bi coş lidarxistin.
Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê gelê kurd Rêber Apo koçberên kempa Newroz û endamên saziyan ên li bajarê Dêrikê bi hestên kêfxweșiyê 73 dar li baxçê 4’ê Nîsanê ya di kempa Newroz de çandin. Piştî çandina daran şahiyeke bi coş li dar xistin.


Di destpêka şahiyê de hemû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paş li ser navê Hevserokatiya Ofîsa Karûbarên Penaberan Feyrûşa Remezan 4’ê Nîsanê li hemû haziran pîroz kir û wiha got: “îro rojek taybete ji bo gelê kurd ji ber ku Rêberê mirovahiyê jidayîk bûye, rêberekî ku jiyan û dîrok ji bo hemû gelên cîhanê afirandiye. Lewma em dibêjin ev roj pîroz be li hemû gelên cîhanê û bi taybet gelê Kurdistanê ku Rêberekî hêja ji bo me felsefeya Netewa Demokratîk da meşandin. Meha Nîsanê ji bo hemû gelan buhare ji ber ku Rêber Apo bû mizgînî û hat dunyayê. Silogana herî girîng a ku Rêber Apo pê bang dike ‘Jin Jiyan Azadî ye’ ku li cîhanê nedihat qebûl kirin Rêber apo kir piroje û pêk anî û herkesî ev piroje mînak girt ji bo xwe.”

Di berdewamiya şahiyê de koma zarokan a bi navê koma şehîd Zîlan bi deng û awazên xwe ev roj pîroz kirin û mêvanan bi gerandina dîlanê ev roj pîroz kirin.
Di heman çarçoveyê de şêniyên bajarê Dêrikê jî bi şahiyeke girseyî li navenda Ciwanan a bajarê Dêrikê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Şahî bi xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiya paşê li ser navê Rêxistina Jin Diya Reşîd axivî û wiha got: “4’ê Nîsanê li hemû gelê kurd pîroz dikin, em bi şensin ku rêberekî wek Rêber Apo ji dayîk bû da ku kurdan ji tarîtiyê derxe û wan ber bi ronahiyê ve bibe. Rojbûna Rêber Apo ji bo me bo ronahî heya roja îro ku em li ser piyane bi saya felsefeya wî. Bi saya fikir û ramanên Rêber Apo jinê karî hêza xwe ava bike û hêzên YPJ’ê bi berxwedaniya keçên ciwan hat damezrandin. Bi navê malbatên şehîdan û gelê Efrînê em rojbûna Rêber Apo li we hemûyan pîroz dikin.”

Di berdewamiya şahiyê de li ser navê Rêxistinê Hesen Koçer axivî û wiha got: “Em rojbûna Rêber Apo li gelê Kurdistanê pîroz dikin, rojbûna Rêber Apo rojbûna gelekiye, rojbûna mirovê azad û têkoşere. Dema em dibêjin bê Rêber Apo jiyan nabe, tê wateya ku bê azadî, demokratî û wekhevî jiyan nabe. Rêber Apo ji bo me kurdan vejînekî civakbûniyê ye, ji ber vê yekê hemû êrişên li ser Rêber Apo êrişên li ser gelê Kurdistanê ye. Hat dîtin ku di vê dema dawî de êriş li ser Rêber Apo hatin kirin xwestin bi van êrişan îradeya gelê kurd bişkînin. Heger Rêber Apo pêvajoya Aştî û civaka Demokrat dest pê nekiriban kurdek nedima sax. Rêber Apo feylesûfe kes nikare wî reş bike ji ber ku hebûna me bi Rêber Apo ve girêdayî ye.”
Di dawiya Şahiyê de jî koma Eleftêriya bi hestên xwe roja 4’ê Nîsanê pîroz kirin û gel jî bi kêf û heyecan dîlan girtin.







