Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Di Rojhilata Navîn de fersenda jiyankirina ol û çandê bi hev re heye’ 

04/04/2026
in NÛÇE
A A
‘Di Rojhilata Navîn de fersenda jiyankirina ol û çandê bi hev re heye’ 
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Hevserokê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Mihemed Emîn Neîmî diyar kir ku pêwîst e ew ji îdeolojiya yek netew û yek çand dûrbikevin û li ser bingeha entegresyona demokratîk bibin yek.

Rêber gelê Kurd Abdullah Ocelan di 21’ê Adarê de ji bo Newroza Amedê peyamek pêşkêş kir. Di vê peyama xwe de Rêber Apo balê dikşîne ser fersenda jiyankirina ol û çandê bihevre di heman demê de ji bo pirçandiya di Rojhilata Navîn de entegresyona demokratîk şanseke mezin ji bo azadiyê ye.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Mihemed Emîn Neîmî ji Rojnameya me re axivî.

 ‘Bi hezarê salan Rojhilata Navîn di nava şerê olî û çandî de ye’

Mihemed Emîn Neîmî tekez kir ku nakokiyên çandî pêşî li destwerdana hêzên hegemonîk ji Rojhilata Navîn re vekir û wiha got: “Bi hezarê salane di Rojhilata Navîn de şerê olî, çandî û mezhebî çêdibin, vê yekê bandoreke mezin li ser çanda jiyana hevbeş kir, eger gelekî dixwest nasname û hebûna xwe bide diyarkirin ew tune dikirin, nirxên hevbeş hatin paşguhkirin, di heman demê de ev nakokî bûn sedema şeran. Tekezkirin û israra li ser polîtîkên kevin yên ku di nava gelan de çav soriyê ava dike bi taybet di Rojhilata navîn de kûrbûnek nakokiyan da pêş di heman demê de zerar û ziyan ji herêmên me re anîn vê yekê pêşî li destwerdanên hêzên hegemonîk ji herêmê Rojhilata Navîn re vekir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan me hişyar dike û tîne bîra me ku beriya sed salî şer û pevçûn di navberê welatên Ewropî de çêbû, lê di dawiyê de çareserî hate dîtin û nakokiyên xwe bi hevpeymana Westfalyayê ku di sala 1648’an de hatibû imzekirin, çareserkirin. Lewra Rêber Apo dibêje ev nakokî û lawaziya di nava gelan de li Rojhilata Navîn divê were çareserkirin, ji ber ku vê nakokiyê gelek ziyan gIhand jiyana gelan. Ji bo vê yekê Rêber Apo me hişyar dike û dibêje îro roj şansek heye ku ol û çand bi hev re jiyan bikin, ku Rojhilata Navîn bibe baxçeya azadiyê ji tevahî gelan re herwiha Rêber Apo dibêje çareserî di destê me de ye.”

‘Vejînkirina zemînê yekbûnê bi giyan û rawanê Newrozê’

Mihemed Emîn Neîmî destnîşan kir ku şanseke nû ji bo gelê Rojhilata Navîn heye û wiha zêde kir: “Gelek rûpelên veşartî di dîrokê de tên xuyakirin, hêsanîbûna çareseriyê, pêkanîna aştiyê di navbera gelan de û avakirina netewa demokratîk bi cih bibe ji ber ku sedem hatiye naskirin ji ber wê çareserî hêsan bûye. Çiqas em dûrî rêbaz û hişmendiya dewletî di heman demê de dûrî hişmendiya olî ya Sunî û Şîe em ê tekezkirina şansê jiyanê di nava gelan de bi cih bikin, Rêber Apo ji bo vê yekê diyar dike ku ropelek nû li pêşiya gelê herêmê vebûye da ku bi awayekî azad bi hev re jiyan bikin.

Pêvajoya ku Rêber Apo di 27’ Sibata 2025’an de daye destpêkirin banga Aştî û Civaka Demokratîk mebest jê vejînkirina zemînê yekbûnê ye, ew jî li gor giyan û rawanê Newrozê ye, ji ber ku giyana Newrozê yekbûn, wekhevî û demokratîk e. Ji bo vê jî baweriya me bi derfetê jiyana çand û baweriya gelan bi gev re heye. Herwiha ji îdolojiya netewek û teng em dûrbikevin, em bibin yek li ser esasê entegresyona demokratîk. Rêber Apo dibêje Newroz 2026’an bi tevahî ronahîya xwe vejînkirin û nûkirine ji dîroka serkeftinê re ye. Di dema niha de dîrok ji me re şansekê pêşkêş dike ku hişmendiyek li ser nasnameya hemû çandan were avakirin, Rêber Apo bûye fîlosofê vê projeyê. Wate û rastiya Newrozê îro tê xuyakirin li ser şanoya dîrokê. Ji bo wê jî Newroz îsal û yê salê bê girîngî û rastiya dîrokê xuya kir û wê xuya bike.”

‘Ji bo Rojhilata Navîn û pir çanda wê entegresyona demokratîk pêwîst e’

Mihemed Emîn Neîmî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Cejna Newrozê weke ku di dîrokê de tê naskirin bi rengekî nû li gorî rastiya xwe tê vejînkirin, Newroz ji bo guhertina di Rojhilata navîn de roleke sereke dilîze, weke nîşan ji yekîtiya demokratîk re. Guhertinek çêdibe di heman demê de wê ev guhertin berdewam jî bike. Herwiha divê em felsefeya Jin Jiyan Azadî di danûstandinên xwe de pêk bînin, di wê demê de wê jiyanek azad tekez bibe. Rêber Apo dibêje em îsal bikin sala azadiya rast ji bo tevahî gelê Rojhilata Navîn û em di rê û rêbaza danûstandina desthevgirtinê di nava gelan de bi rengekî cûda pêk bînin. Di wêrankirina civakî û jîngehê de ku modernîteya kapîtalîzmê derxistiye holê li hember wê we moderniteye demokratîk pêşkêş kir.

Rêber Apo dibeje ji îro û pêve em nehêlin ku Rojhilata Navîn bibe cihê şer û dijberiyê. Her tiştî ji Rojhilata Navîn dest pê kiriye, divê em vê rastiyê derxînin pêş û derfet nedin hêzên hegemonîk ku tevilheviyê ji vê zêdetir di Rojhilata Navîn de avabikin. Herwiha nexwaşiya neteweyî û alo li pey xwe bihêlin û em çanda destgirtinê ya dîrokî bi hezarê sala di nava gelan de bi wê bigirin, dema ku ev yek pêk were kelem li pêşiya me namînin. Ji bo Rojhilata Navîn û pir çanda wê entegresyona demokratîk divê pêk were. Li ser zemîna nêrîna mirovahiyê ya rast û rê li pêşiya dostaniyek nû û wekhev were vekirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.