Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

DFG’ê: Di Adarê de 6 rojnamevan hatin girtin

04/04/2026
in NÛÇE
A A
DFG’ê: Di Adarê de 6 rojnamevan hatin girtin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnemegeran a meha Adarê ya belav kir û tê de hat eşkerekirin ku 6 rojnamevan di mehekê de hatin binçavkirin, bi giştî hejmara girtiyan bû 31 rojnamevan, hem jî  53 hesab û 75 naverokên nûçeyan hatin astengkirin, herwiha DFG’ê da diyarkirin ku girtin û zexta dadgeriyê ya li ser rojnamevanan zêde bûye.

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran û binpêkirinên li ser saziyên ragihandinê ya meha Adarê eşkere kir. Di raporê de zextên giran ên li ser çapemeniyê xwe radixe ber çavan.

Di raporê de hat eşkerekirin ku di mehekê de 6 rojnameger hatine binçavkirin û bi girtinên dawî re hejmara rojnamegerên girtî gihîştiye 31 kesan. DFG’ê destnîşan kir ku daraz û “Qanûna Dezenformasyonê” veguheriye amûreke zextê.

Di raporê de hat diyarkirin ku meha Adarê ji bo azadiya raman û çapemeniyê bûye meheke tarî. DFG’ê bal kişand ser girtina rojnamegeran û ev agahî parve kirin: “Piştî ku di meha Sibatê de 6 rojnameger hatin girtin, di meha Adarê de jî 6 rojnameger hatin binçavkirin.Ji van rojnamegeran, 2 jê bi hinceta nûçeyên xwe hatin girtin. Di 15’ê Adarê de rojnameger Bîlal Ozcan û di 21’ê Adarê de nûçegîhanê rojnameya Bîrgunê Îsmaîl Ari, bi îdiaya ‘belavkirina agahiyên şaş’ hatin girtin.

Di raporê de hat gotin ku “Qanûna Dezenformasyonê” li ser xebatên rojnamegeriyê wekî amûreke tirsandinê tê bikaranîn. DFG’ê destnîşan kir ku şolîtiya di qanûnê de dibe sedem ku rojnameger ji pratîka nûçeyan werin dûrxistin û ev yek rasterast mudaxileyî mafê agahdarkirina civakê ye. DFG’ê di raporê de bal kişand ser astengiyên li qadên Newrozê û wiha got: “Rojnamegerên ku xwestin doza Ekrem Îmamoglu bişopînin hatin astengkirin. Di 19’ê Adarê de rojnamegerên ku xwestin çalakiya li Saraçhaneyê bişopînin rastî tundiya polîsan hatin. Li aliyê din meşa ‘Ji Rojnamegeran re Azad’ ku li dijî zextên li ser rojnamegeran, xwestin bê lidarxistin, hat astengkirin. Ev jî nîşan dide ku mafê îfadeyê û mafê kombûn û daxuyaniyê tê astengkirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de ku bi coşeke mezin derbas bû lê qedexeyên dijîtal derketin pêş.

Di meha Adarê de êrişên li ser saziyên çapemeniya azad di qada dîjîtal de jî berdewam kirin. Li gorî raporê: “Hesabên X’ê yên Yenî Yaşam, Jinnews û Ajansa Welat hatin astengkirin. Hesabê medya dîjîtal ê Ajansa Mezopotamya hat girtin. Di mehekê de bi giştî 53 hesab û 75 naverokên nûçeyan hatin astengkirin.

DFG’ê di dawiya raporê de daneyên der barê dozên li dijî rojnamegeran de parve kir û cih da van agahiyan: “Der barê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin. Li dijî 5 rojnamegeran doz hat vekirin. 24 rojnameger hatin darizandin. Li 3 rojnamegeran bi giştî 9 sal û mehek cezayê hepsê hat birîn. Dema bi giştî bê nirxandin, di Adara 2026’an de, tê dîtin ku xebatên rojnamegeran bi awayekî cîdî hatiye astengkirin û mafê azadiya şopandina nûçeyan hatiye binpêkirin. Rojnameger rastî astengiyên fîzîkî hatine, hatine binçavkirin û girtin. Hesabên medya dijîtal hatine astengkirin. Bi piralî û bi rêk û pêk azadiya çapemeniyê hatiye binpêkirin. Ev nîşan dide ku azadiya çapemeniyê û mafê darizandinê di qata neteweyî û navneteweyî de pir paş ketiye. Bi giştî hêjmara rojnamegerên girtî gihiştiye 31 kesan. Ev rewş û tabloya tundiya li ser çapemeniyê radixe ber çavan.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.