Hemza Sêvo/ Qamişlo
Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şêniyên bajarê Qamişlo li Stadyuma 12’ê Adarê bi beşdariya partiyên siyasî, saziyan û nûnerên Rêveberiya Xweser şahiyek li dar xistin.
4’ê Nîsanê roja vejîna azadî û berxwedaniya li dijî hemû cureyên desthilatdariyê ye ku tê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji dayik bûye. Di vê derbarê de şêniyên Qamişlo rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
Berî ku şahî dest pê bike bi dehan şervanên YPJ’ê ji bo rojbûna Rêber Apo û salvegera damezirandina xwe tureneke leşkerî li ser sirûda Ey Reqîb li dar xistin. Di nava turena leşkerî de yek ji fermandarên YPJ’ê Newroz Ehmed rojbûna Rêber Apo û salvegera YPJ’ê pîroz kir û wiha got: “Ev rojbûn ne rojbûneke ji rêzê ye ew rojbûna jinê û azadiya wê û civakê ye. Avabûna YPJ’ê li ser bingeha felsefeya Rêber Apo bû, li ser wê felsefeyê jî ji destpêka avabûna xwe heya roja îro xwe bi rêxistin kir. Şoreşa me şoreşa jinê bû. Di roja îro de hêzên desthilatdar dixwazin hêza jinê bêbandor bikin û wê têkbibin. Hebûna YPJ’ê parastin jinê û civakê ye, herwiha misogeriya hebûna wê mafekî rewa ye.”
Turen bi tilîliyên jinan û dayîkan û pîrozbahiyên coşdar bi dawî bû. Piştre li ser navê Koordînasyona Kongra Star, Jiyan Efrîn wiha got: “Rêber Apo Afrînerê jiyana azad, rojbûna wî pîroz be, em bi ruhê têkoşîna Şoreşa Rojava, li Rêber Apo pîroz dikin. Ev ruh ruhê berxwedaniya hemû jinên azadîxwaz e. 4’ê Nîsanê nîşana ronahiyê û li hemberî tarîtiyê ye. Bi rojbûna Rêber Apo jiyana her kesî ronî bû, êdî tu kes nikare ronahiya me tarî bike.”
Piştre stranên şoreşgerî ji hêla Koma Strêrk a Tevgera Hilala Zêrîn a bajarê Qamişlo, hunermend Sumeya Muhemed, Keder Hisên û Mufîde Efrîn ve hatin pêşkêşkirin.
Şahî bi silogan û dîlanên germ didome.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li hemû bajarên Rojava çalakî ji bo vê boneyê li dar dikevin.







