Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Malbatên şehîdan bê rêziya AVA TV’yê şermezar kirin

03/04/2026
in NÛÇE
A A
Malbatên şehîdan bê rêziya AVA TV’yê şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Meclisên malbatên şehîdan ên bajarên Hesekê û Til Temirê diyar kirin ku sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan ya ji aliyê AVA TV’yê ve, bêrêziya li hemberî sembol û nirxane.

Meclisa malbatên şehîdan ên bajarên Til Temirê û Hesekê têkildarî sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê AVA TV’yê ve daxuyanî dan.

Daxuyanî bi amadebûna malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî hat xwendin.

Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan li têketina rojhilat a bajar ji aliyê hevseroka meclisê Çinar Salih ve hat xwendin. Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji aliyê endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Xilûd Xelef ve hat xwendin.

Di daxuyaniyan de sansurkirina wêneya Rêber Abdullah Ocalan di dema weşana bernameyekê ji aliyê kanala AVA TV ve hat şermezarkirin û hate gotin ev nêzîkatî binpêkirineke xeternak a li dijî sembolên neteweyî û têkoşîna gelê Kurd e.

Her wiha hate diyarkirin ku ev kiryar şaşiyeke ragihandinê nîn e, nîşaneya beşdariya siyasetên bi armanca çewisandina nasnameya gelê Kurd û têkbirina îradeya wî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Tarîkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan hedefkirina bîrdanka civakê ye û di vê pêvajoyê de ku yekrêzî hewce dike, ev nêzîkatî xizmeta berjewendiyên neteweyî nake.”

Meclisan bang li rêveberiya AVA TV’yê kir ku lêborînê ji gelê Kurd û malbatên şehîdan bixwaze. Her wiha bang li çapemeniya kurdî kir ku bi rihê berpirsyariya neteweyî û pîşeyî kar bike û ji hewldanên derxistina parçebûnê û bêrêziyê li hemberî sembolên têkoşînê dûr bikevin.

Di dawiya daxuyaniyan de hate gotin, Rêber Abdullah Ocalan di wijdanê gel de bi kûrahî cih girtiye û hewldanên tarîkirinê dê doza ku ji bo wê têkoşînê dike, têk nebe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.