Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PYD’ê sansurkirina wêneyê Rêber Apo şermezar kir

03/04/2026
in NÛÇE
A A
‘EM Ê BI HEMÛ RÊBAZÊN NÎŞTIMANÎ Û DEMORKATÎK TÊ BIKOŞINʹ
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûıçeyan

PYD’ê têkildarî sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan a di bernameyeke televîzyona AVA Medîa de diyar kir ku ev pratîkeke neexlaqî ye ku tenê di çarçoveya van kampanyayên dijminane yên sîstematîk de dikare were fêmkirin.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de îşaret bi sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan a di bernameyeke kanala Ava TV’yê de hatî belavkirin, kir.

Hate gotin di demên dawîn li hember yekitiya di nava gelê Kurd de êriş tên kirin û hate gotin: “Êrişên sîstematîk ên medyayê yên ku sembolên neteweyî hedef digirin, ji hêla saziyên dijminane yên gelê Kurd ve têne birêvebirin, van kampanyayan ji navendeke yekane û bi gelek rêbazan bi rê ve dibin.”

PYD’ê di dewama daxuyaniyê de diyar kir: “Nimûneya dawîn a vê yekê ku ji hêla kanala Kurdî (AVA) ve hatiye kirin ku ji Hewlêrê weşanê dike ku di bernameyeke xwe de wêneyê Rêber Abdullah Ocalan tarî kir. Ev pratîkeke neexlaqî ye ku tenê di çarçoveya van kampanyayên dijminane yên sîstematîk de dikare were fêmkirin. Ev pêkanînên provokatîf û hedefgirtina sembolên neteweyî ji bilî delîlên tevlêbûna hin amûrên ragihandinê di polîtîkayên dijminane yên li dijî îradeya gelê Kurd de, tiştekî din nîne.”

Hate diyakirin ku Rêber Abdulah Ocalan îradeya bi milyonan Kurdan temsîl dike û hate gotin: “Em Partiya Yekitiya Demokratîk vê kiryara neexlaqî û newelatparêz a wê kanalê şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji bo kiryarên xwe lêborîneke fermî ji gelê Kurd bixwaze.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Her wiha em bang li hemû saziyên ragihandinê yên kurdî dikin ku berpirsyariyên xwe yên neteweyî û dîrokî bi cih bînin, bibin dengek ji bo azadî û yekitiya Kurdan û nekevin nav polîtîkayên dijminên gelê Kurd.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.