Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

  ‘YPJ’ê ji bo tevahiya jinan bû hêvi’

03/04/2026
in JIN
A A
  ‘YPJ’ê ji bo tevahiya jinan bû hêvi’
Share on FacebookShare on Twitter

 Stêrk Mihemed/Hesekê

Şervanên YPJ’ê diyar kirin ku YPJ’ê li dijî zihniyeta ku jinê tune û bê hêz dike hatiye avakirin û wiha gotin:“Niha Rojavayê Kurdistanê di pêvajoya entegrasyonê re derbas dibe, lê ev yek hebûn û keda YPJ’ê naguherîne.”

Di 4’ê Nîsana 2013 ’an de Yekîneya Parstina Jin(YPJ) hate demezrandin, herwiha beriya wê jinê di 2012’an de pêşengtî ji Şoreşa Rojava re kir. YPJ’ê ji 2013’an ve heya roja me ya îro têkoşîn li hember DAIŞ’ê, dewleta Tirk û komên çeteyan da meşandin, hem têkoşîna çekdartî û ya zîhnî. Niha Rojavayê Kurdistanê di pêvajoya entegrasyonê re derbas dibe, lê ev yek hebûn û keda YPJ’ê naguhere.

Di derbarê salvegera damezrandina Yekîneyê Parastina Jin (YPJ) şervanên YPJ’ê armanc û helwestên xwe ji Rojnameya me re diyar kirin.

‘YPJ’ê ji her jinek bindest re bû hêvî’

Şervana bi navê Leyla Şahîn da zanîn ku ew salvegera damezrandina YPJ’ê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin û wiha domand: “Bi damezrandina YPJ’ê jinê mohra xwe li dîrokê da. Dema ku em YPJ’ê pênase bikin, em dikarin bêjin ku YPJ’ê cewhera jinê ye. YPJ’ê li dijî zihniyeta tu jinê tune û bê hêz dike hatiye avakirin û heya niha li dijî vê zihniyetê têkoşîn dike. YPJ’ê ji her jinek bindest re bû hêvî ji ber ku cewher xwe di YPJ’ê de dîbîne herwiha di YPJ’ê de xwe nas dike. Pêvajo niha tê guhertin di nava Sûriyê de lihevkirin tên çêkirin, lê heya niha HTŞ’ê jin di nava xwe de qebûlnekiriye, bi awayekî fermî û di nava destûrê de mafê jinê tune ye. Em dikarin bêjin ku pirsgirêka Kurda ango Rojava bi HT’Şê re jin e, ew jinê qebûlnakin û em jî vê yekê red dikin. Neya niha em du çeperên şer da ne û em ê hîn berdewam bikin. Me xwe ji her tiştî re amade kiriye ji ber ku tunekirina YPJ’ê em qebûlnakin. Jinê xwe di milê fikir û îdeolojî de pêşxistiye û dixebite di heman demê de çeka me li ser milê me ye. Eger pêwîst bibe em ê bi fikirê xwe şerbikin û eger were xwastin, em ê bi çekê xwe jî şer bikin. Em nasekirin heya dawiyê, em ê liberxwebidin.”

‘Em ê têkoşîna xwe xorttir bikin’

Şervana bi navê Viyan Qoser destnîşan kir ku wan salek nû ji têkoşîna YPJ’ê re dirêj kir herwiha wê hîn xorttir bikin û wiha got: “Ji 2013’an de YPJ’ê li hember DAIŞ, dewleta Tirk û komên çeteyan têkoşîneke mezin da meşandin. Ji dema damezrandina YPJ’ê ve û heya roja me ya îro li hember hemû êrişan em li berxwedidin. YPJ’ê bi sekin, îrade û hêza xwe li tevahî cîhanê hate naskirin di heman demê de bandoreke mezin li ser jinan kir. Ji dema avakirina YPJ’ê û heya roja îro gelek jinên enternasyonalîst ji ber bandorbûna wan bi YPJ’ê tevlî refên me bûn. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin, ji ber ku armanca me gelê me ye, rizgarkirina jinan ji zihniyeta zayendperest a mêr, xelaskirina jinê ji kuştin û tecewîzkirinê ye. Em ne tenê ji bo jina Kurd têkoşînê didin meşandin, lê belê hêz û yekîtiya me ji bo tevahî jinan e. Ev 13 salin em parastina mafê gel û jinê dikin herwiha em ê di vê rêyê û armanca xwe de berdewam bikin.

‘Ji tilîliyên jinê ditirsin’

Viyan Qoser wiha behsa tevlîbûyina xwe ya nav YPJ’ê kir û wiha pê de çû” Bi armaca ku parastina gelê xwe bikin, mafê jinê biparêzin û ji bo azadiya tevahî jinan têkoşîn bikin tevlî refên YPJ’ê bûm. DAIŞ û komên çeteyan dixwazin YPJ’ê tune bikin, ji ber ku tirsa wan ji cesaret û îradeya jinê heye. Di şerê Kobanê de YPJ’ê DAIŞ têkbir wê demê ji tililîya dengê jinê ditirsîn û aciz dibûn. Hesab û tirsa xwe ji keziya şervanên YPJ’ê dikin ji be vê yekê qutkirin, lê bi hezaran jin li şer şopa wê keziyê têkoşîna xwe di refê YPJ’ê de xortkirin. Niha Rojavayê Kurdistanê di pêvejoyek nû re derbas dibe, bi taybet di milê entegrasyonê de hikumeta demki ya Sûriyê  YPJ’ê di nava entegrasyonê ango di nava hêza leşkerî de qebûl nake. Lê em weke YPJ’ê her û her em ê hebûn û têkoşîna xwe berdewam bikin. YPJ’ê tune nabe ji ber ku YPJ’ê bû jiyan ji jinan re em heya dawiyê li pey armancê xwe ne. Ez soza xwe li hember şehîdan û Rêber Apo nû dikim em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘‘Çiqas hewilbidin îradeya YPJ’ê bişkînin nikarin’’

Şervana bi navê Larîn Cûdî tekez kir ku 4’ê Nîsana roja guhertina dîrokî ye û wiha pê de çû: “YPJ’ê bû pêşeng ji jiyan û şer re, YPJ’ê ji hember hemû êrişan hebûna xwe parast û wê biparêz e. Bi her awayî dewleta Tirk, DAIŞ û komên çeteyan xwastin îrade û hêza YPJ’ê bişkînin lê nikarin, çiqas êriş li hember hêza me kirin lê hêz û sekna me hîn xorttir dibe. Hêrsa tolhildana xwîna şehîdan her ku diçe li gel me zêde dibe. Heya ku gelê me li piştî me ye em dest ji têkoşîn û çekê xwe bernadin. Çiqas HTŞ’ê bibêje ew jinê qebûlnakin em ê her hebin û YPJ’ê wê hebûna xwe berdewam bike. Neqebûlkirina HTŞ’ê ji me re ne derde ji ber ku em ê her têkoşîna xwe berdewam bikin.Herwiha geşedanên ku tên kirin wê bandorê li hebûna me neke”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.