Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xerîb Hiso: Rojbûna Rêber Apo vejinkirina jiyanek nû ji bo gelê kurde

03/04/2026
in NÛÇE
A A
Xerîb Hiso: Rojbûna Rêber Apo vejinkirina jiyanek nû ji bo gelê kurde
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokatîk (PYD) Xerîb Hiso daxuyakirin ku Rêber Apo gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar kir û wiha got: “4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna Rêberê Apo ye, lê belê rojbûna jiyanek nû ji tevahî gelê Kurd re ye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan di 4’ Nîsana 1949’an de li Rihayê gundê Amara jidayîk bû. Rojbûna Rêber Apo ne rojek normal bû, lê belê rokej ji hemû rojên din cuda bû. Destpêkek ji azadî, lêgerîn, rastî û jiyamek bi rumet ji gelan re bû. Ji tevahî gelan û bi taybet ji bo gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê 4’ê Nîsanê destpêka Ronahî û jiyanek nû bû.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokatîk (PYD) Xerîb Hiso ji Rojnameya me re axivî.

‘Rojbûna Rêber Apo bû ronahî ji jiyanê re’

Xerîb Hiso diyar kir ku gelê Kurd bi rojbûna Rêber Apo şanslîne û wiha got: “Em rojbûna Rêber Apo li tevahî gelê Kurdistanê, şervanan, malbetê Şehîdan û girtiyên di zindana de pîroz dikin. Roja ku Rêber Apo têde ji dayîk bûye, rojek nû bû ronahî ji Kurdistan û herêmên me re. Em bi jidayîkbûna Rêber Apo şanslîne ku Kesayetek xwedî îdolojiya civakî û siyasî ya kûr e. Rêber Apo bi rojbûmana xwe re di nava civak û gelan de wateyên cûda ji jiyanê re pêşkêş kir. Me nedît ku kesayetên di dîrokê de dikare gavên stratîjîk di warê avakirin û guhertinê di demên herî giran de çêbike ji bilî pêxemberan, ku dikarîn di nava civakê de guhertin û avakirinekê çêbikin, ji beriya niha bi 1500 salî ve kesayetên bi vî rengî nedîtine. Di rastiyê de divê ku kesayetên fîlosof, dîroknas û zane hebûn, lê bandora wan weke ya Rêber Apo tune bû.

Rêber Apo bi rojbûna xwe re rûpelek nû ji jiyanê gelan û parastina wan ji qirkirina re vekir, bi taybet ji gelê Kurd re. Lê hin kesayet û serokan xwastin ku fikir û ramanê Rêber Apo tenê di beşek û herêmekê de sînordar bikin, lê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan fikir û felsefeya wî li ser asta cîhanê bi bandore, ji ber ku azadî, rastî, îradeya gelan û xelaskirina gelan ji qirkirinê lêkolîn dike, ji ber vê yekê pirsa destpêkê Rêber Apo ji xwe pirsiye çawa em jiyan bikin e? Ji bo vê yekê Rêber Apo sê beş ji pirtûka çawa em jiyan bikin pêşkêşî me kir. Rêber Apo gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar kir, 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan e, lê belê Rojbûna tevahî gelê Kurd e.”

‘Azadiya civakê bi ya jinê ve girêdayî ye’

Xerîb Hiso destnîşan kir ku rojbûna Rêber Apo bû jiyanek nû ji jinê re û wiha pê de çû: “Jina ku hertim bibû qurbanî ji zihniyeta zayendperest re û hertim dixwastin ku jinê ji warê civakî, zagonî û siyasetê dûrbixînin, Rêber Apo bû çirûska nû ji jiyana jinê re. Rêber Apo dibeje: “Eger jin azad nebe, civak nikare azad bibe” bingeha azadiya civakê bi ya jinê ve girêdayî ye. Rêber Apo di felsefeya xwe de roleke mezin da warê civakî, çandî, îdolojî û jiyanê de dide jinan. Rêber Apo ne tenê parastina jinê kir, lê belê parastina civak û ciwanan jî kir. Rêber Apo tevgera azadiya neteweyî û mirovî avakir, ji bo tevahî gelan têkoşînek mezin dameşandin û heya vê kêliyê dimeşîne.

Rêber Apo bi jidayîkbûna xwe re dîrok, çand, hebûn, nasname û zimanê gelê Kurd parast. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan di nava pêlên dîrokê de rûpelên nû ji îradeya rast û xort vekir û heya niha jî didomîne ku wê di dîroka mirovahiyê de dibe û wê bibe nexşerêya jiyanê. Rêber Apo jiyana xwe kir fedayî ji gelan re  herwiha çarçoveyek nû ji jiyanê re avakir ku herkes xwe nasbike û li dîroka xwe vegere ji ber ku dema dîroka xwe nasbike wê kesayete xwe ya xwedî îradeya azad avabike û nasbike. Rêber Apo di Kurdistanê û cîhanê de jî xwedî kesayetek bi bandore di tevahî Rojhilata Navîn de Rêber Apo karîbû ku di nava gelan de têkiliyê ava bike. Em bi jiyankirina fikir û ramênê Rêber Apo re şanaz û şanslîne.”

‘Ji bo Rêber Apo agir berdan bedena xwe’

Xerîb Hiso da zanîn ku ev 27 salan Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de ye û wiha domand: “Rêber Apo grava Îmraliyê kir grava azadiyê ku hertim li ber çavane herkes lêpirsîn û mereqa wê dike. Herkes û li her derê ji bo azadiya fîzîkê ya Rêber Apo dadikevin qadan û meşên girseyî lidardixistin. Gelek hevalan di tevgera azadiyê de ji bo Rêber Apo agir berdan bedana xwe di sala 2002’an de şehîdê nemir Viyan Soran di meha Sibatê de roja kamploya ser seroketî agir berde bedena xwe. Ev jî tê wateya ku Rêber Apo ji bo me kesayetek pîroz e, çiqas desthilatdaran hewildan gel ji Rêber Apo dûrbixînin, lê nikarî ji ber ku bandora fikir û ramanê Rêber Apo ji planên desthilatdaran bi hêztir bû. Rêber Apo ji bi azadiya vî gelî, naskirina rastiyê, şiyarkirina ji xewê û naskirina nexşerêya jiyanê ber bi ku be diçe gelek parêzname pêşkêşî me kirin ku her tiştî ji destpêka avabûna gerdûna heya vê kêliyê çi diqewime şirobe kir, herwiha bi awayekî tiştî ku di demê pêş de wê çêbibib balê dikşîne ser wê jî.”

‘Rêber Apo ji bo berjewendiya gelê xwe hertin daxwaza aştiyê dike’

Xerîb Hiso axaftina xwe wiha qedand: “Bi her awayî û rêbazî di girtîgeha Îmraliyê de êşkence li ser Rêber Apo dan meşandin, bi her awayî hewaldan ku Rêber Apo bê çare bikin û rawestînin, lê nikarîn Rêber Apo di hundir zindanê de berxwedaniyek mezin di girtîgrha faşîzman de da meşandin. Ji roja rojbûna xwe de Rêber Apo li ser xeta azadî, exlaq, rastî, çandî û pîvan dimeşe. Rêberê yekemîn di cîhanê de ku di nava çar dîwaran de pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi rê ve dibe. Bi armanca bi dawîkirina şer Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan antegresyona demokratîk dide pêş.

Di tevahî cihanê hemû serokên dewletan ji bo berjewendiyên xwe daxwaza şer dikin, lê Rêber Apo ji bo berjewendiya gelê xwe hertin daxwaza rawestandina şer û pêkanîna aştiyê dike, ji ber vê yekê di 27’ê Sibata 2025’an de banga Aştî û civak demokratîk kir, ev banga Rêber Apo ji gelan bû hevî û rûpelek nû di dîrokê de vekir. Lê li beramberî vê jî dewleta Tirk gav neavêtin, divê ku gav û piştgirtina cidî ji aliyê dewleta Tirk ji vê bangê re pêk were. Divê gavê yekemîn ji aliyê dewleta Tirk ve were avêtin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya tevahî gelan e. Eger Rêber Apo ji zindanê dernekeve wê pêvajo lawaz be û temam nabe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.