Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YPJ’ê naveroka hevdîtina li gel Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê eşkere kir

02/04/2026
in JIN
A A
YPJ: Dem dema tolhildanê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

YPJ’ê têkildarî hevdîtina ku duh li Şamê li gel wezîrê parastinê yê Sûriyeyê hat kirin daxuyaniyek da û ragihand, wezîrê parastinê bi awayekî erênî nêzî mijara beşdariya YPJ’ê ya nava artêşê bûye û gotiye ku wê diyaloga li ser formên pratîk ên beşdariya jinan di nava sazûmaniya leşkerî de bidome.

Di çarçoveya peymana 29’ê Çileya 2026’an a di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, duh (1Nîsan 2026) şandeyek ji Fermandariya YPJ’ê li paytexta Sûriyeyê Şamê bi Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê re hevditin pêk anî.

Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: ” Fermandariya Giştî ya Yekîneyên me yên Parastina Jin (YPJ) civînek bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra re pêk anî. Ev civîn li ser daxwaza fermî ya fermandariya giştî hate lidarxistin da ku rê û mekanîzmayên tevlîkirina hêzên YPJ’ê di nava Wezareta Parastinê û avahiya artêşa Sûriyeyê de binirxîne.

Di çarçoveya temamkirina bicihanîna peymana 29’ê Çileyê ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hatiye çêkirin, şêwazê beşdariya YPJ’ê ya ji artêşê re hate guftûgokirin.

Di nava şandeya YPJ’ê de endamên Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn û Sozdar Hacî, fermandara ketîba jinan a Lîwaya Qamişlo Xalîsa Ayêd û berdevka ragihandina YPJ’ê Ruken Cemal amade bûn.

Di civînê de mijarên rêxistinî û qanûnî yên girêdayî pêvajoya tevlîbûna YPJ’ê hatin nîqaşkirin. Her wiha bal hat kişandin ser rol û girîngiya cihê jinan di artêşa nû ya Sûriyeyê de.

Wezîrê Parastinê bi awayek erênî nêzî mijara beşdariya YPJ’ê ji artêşê re bû û anî ziman ku wê diyalog li ser formên pratîk ên ku dikarin beşdariya jinan di sazûmana leşkerî de pêk bînin, bidomin.

Ev civîn piştî toreke hevdîtinên navneteweyî û herêmî ku ji aliyê fermandariya me ve pêk hatî, hate lidarxistin ku armanca van hevdîtinan nîqaşkirina pêşeroja beşdariya jinan di sazûmanên ewlehî û leşkerî yên Sûriyê bûn.

Di dawiya civînê de û bi boneya salvegera damezrandina YPJ’ê wek daxwazek mirovî, daxwaza berdana hevalên êsîr hate kirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.