Ayşa Silêman/ Dêrik
Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Mirovahiyê bajarê Dêrikê dest bi çalakiyên cûr bi cûr kirin û kêfxweşiya xwe nîşan kirin.
Bi boneya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêber Apo li seranserî Rojavayê Kurdistanê gel dest bi çalakiyan kiriye, li bajarê Dêrikê jî çalakiyên cûr bi cûr hatin li darxistin.
Li bajarê Dêrikê hemû Rêveber û Endamên Saziyên Rêveberiya Xweser bi boneya 4’ê Nîsanê 50 dar li bexçe çandin û bi dilekî geş hêviya xwe anîn ziman ku sala bê Rêber Apo fîzîkî di nav wan de hazir be û bi hev re rojbûna wî pîroz bikin.
Têkildarî heman mijarê Hîlala Zêrîn şevbuhêrkek hunerî li navenda çand û hunera ya Dicle ya bajarê Dêrikê li dar xist.
Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişlo ji bo rojbûna mirovahiyê berê xwe dan bajarê Dêrikê û şevbuhêrkeke hunerîli dar xistin û diyarî Rêber Apo û hemû jinên cîhanê kirin.
Di destpêka şevbuhêrkê de hemû hazir xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan. Her wiha hijmarek dayîk û ciwanên bajarê Dêrikê bi dengê xwe yê hunerî û bi starên gelêrî rojbûna Rêber Apo pîroz kirin û bi hestên xwe yên geş diyar kirin ku heya dawiyê wê xeta Rêber Apo bişopînin heya ku fîzîkî di nav me de azad bibe, ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye jî.







