Leyla Amûdê
Em careke din salvegera bijan a hilweşîna Komara Mehabadê û darvekirina pêşengên Kurdan jiyan dikin û em her li pey hewildana bidawîkirina; darvekirina pêşeng û serokên gelê Kurd in. Rêber Apo ji bo tolhildana wan serok û pêşengên miletê Kurd îsyan kir û niha jî di şexsê xwe de, wê çandê bidawî dike û dibêje: “Min Kurd ên li ber sêdarê xelas kirin û ew anîn ser maseya muzakere û çareseriya aştiya ne.” Ez dibêjim ev pêvajoya ku Rêber Apo dest pê kir, bi serê xwe weke şoreşeke siyasî ye û gerek wiha jî were nirxandin. Beriya her tiştî ez di şexsê pêşeng û rêznê Komara Mehabadê, Pêşewa Qazî Mihemed de hemû pêşeng û serkêşên; Komara Kurdî bibîrtînim û bejna xwe li beramberî bîranîna wan qehreman, bîrawer û serokan ditewînim.
Ez Komara Mahabadê ji bo xwe weke manewî Komara hemû Kurdistaniyan hesab dikim. Di heman demê de pêşeng û serkêşê Komara Mehabadê; Qazî Mihemed jî ji bo xwe û hemû netewa Kurd rêber û serok hesab dikim û dibêjim: “Bêşensiyeke pir mezin bû ku dewleta Rûsya ji bo hin sûdmendiyên xwe di şexsê Qazî Mihemed û Komara Mehabadê de, xiyanet li Kurdan kir û tîfaqa xwe ya bipêşengên Komarê re xerab kir û wiha Komar têk çû.” Bi rastî dema ku mirov şirove dike, zora mirovan diçe û ez; Dibêjim gerek ne miletê Kurd û ne jî tu milet baweriya xwe bi dewleta Rûsya û ne jî tu dewletê neyne, ji ber ku dewlet her li pey sûdmendiya xwe ne.
Îro careke din em pêşeng û serokê Kurdan Pêşewa Qazî Mihemed, bi êş û xembarî bibîrtînin. Ez mixabinya xwe tînim ziman ku em weke netew, serokên wiha zana, jîr û bîrawer wenda dikin û em soz didin ku em ê wan qehreman û serkêşên xwe yên weke Qazî Mihemed û hevriyên wî ên ku pêre çûne ber sêdarê, her dem bidin jiyandin û gelê xwe ji kuştin, talankirin û darvekirinê rizgar bikin. Ez soz didin ku em ê pirsgirêka gelê Kurd li her çar perçên Kurdistanê, çareser bikin û li keda wan xwedî derkevin. Tekez weke Kurd em ê tu dewletok û komaran daxwaz nekin, ji ber ku me weke gel rastiya dewletê ya 30 hezar salî dît û em hîna jî kiryarê hişmendiya dewletê dibînin û hîna jî em gelekî zererê ji destê dewletparêzan dibînin. Li ser vê bingehê careke din ez dibêjim: “Dewlet qet ji me Kurdan re nabe û dijminê me yê bingehîn dewletparêziye.”
Weke ku tê zanîn hîna jî gelek partî, kom û komik hene ku ji bo dewletê canê xwe jî didin. Lê gerek her kes zanibe ku her çi hatiye serê gelê Kurd û mirovahiyê ji destê dewletê û dewletparêzaye. Ger ku em weke netew dixwazin bi rûmet û serbilindî jiyan bikin, gerek em li dijî hişmendiya dewletparêz di nava Kurdan de têkoşîn bikin û ji bo demokrasiyê çalak bibin. Çima ez wiha dibêjim? Ji ber gelek hene ku ji bo dewletê, piropoganda dikin û dilê xwe bi hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê tînin û ez jî dibêjim: “Deka temaşe bikin bê ji destê wan dewletên dirinde gunehê rêveberên hikumeta Başûr çi têye serê wan û niha jî çawa dewletên sermayeparêz ketine pey Kurdan ku wan bikin şirîkên xwe yên şer.”
Lê wan dewletên navendî û hov nizanin ku gelê Kurd weke berê nînin û Rêber Apo çave Kurdan vekiriye. Her çiqasî Kurd dibin yek û li hevdû xwedî dertên jî, lê tu carî xwe nakin qurban û em ji rola qurbaniyê derketine û bûne xeta sêyemîn ya şoreşgerî. Em bûne hebûn û kirde û em dizanin çawa siyasetê bikin, em bûne yên xwe û em ji xizmeta xelkê derketine. Ji ber ku em dibînin bêka dewletên dirinde û navendî çi tînin serê dewletan, nexasim jî dewletên dirinde yên Ewropa bê ka çi tînin serê dewletên Rojhilata Navîn, nexasim jî ên weke îranê. Wan meydana şer kirine weke daristanê û sewalê mezin jî sewalên biçûk dixwin, weke ku Feylesûf û zanyarê navdar Îmmanwel Walrişteyîn dibêje; “Di cîhana sermayeparêzan de masiyê mezin, masiyê biçûk dixwe.”
Lê Kurd weke netew, bi saya Rêber Apo famkir ku dewlet ji bo Kurdan ne bikêrhatî ne û gerek em xeyalê xwe yên ji bo bûna dewlet devjê berdin û li Rêber Apo guhdarî bikin. Ez di wê baweriyê de me ku Qazî Mihemed pêşengê Komara Mehabadê tu mebesteke wî ya wiha nebûye ku hikumdariyê bike yan jî weke destpotan li serê xelkên Kurd, Fars Belûc û Ereb vike. Lê ji bo parastina gelê xwe û ji wan re nasnameyekê çêbike wiha hizirî û çalak bû. Lê mixabin ew jî serkeftî nebû. Ji xwe 28 serhildanên Kurdan çêbûn, lê serkeftin qezenc nekirin û di encam de em hîna jî bindestin û rû bi rûyê înkar û komkujiyan tên. Hîna jî em di nava çar dewletan de têne çewisandin. Lê niha dem hatiye ku em xwe rizgar bikin û bibin ên xwe, pêşengtiyê ji hemû gelan re jî bikin, serkeftina mezin bidest bixin û mirovahiyê ji kuştin, qirkirin û koledariyê rizgar bikin.
Careke din ez Pêşewa Qazî Mihemed, bira û hevalên wî ên pêşeng bibîrtînim û bejna xwe bi hurmet û minetdarî li beramberî meznahî, qehremanî û serkêşiya wan di tewînim û soza bilindkirina têkoşînê ji wan re nû dikim û dibêjim: “Em ê tola we rakin û gelê xwe bibin azadî û demokrasiyê, cardin jî dibêjim: Bera gelê me dilşad be, ji ber ku tola wan qehremanan û serkêşan têye rakirin.”






