Esmihan Gedro/Qamişlo
Bi boneya Cejna Ekîto Partiya Yekîtiya Suryan li gundê Demxiya Mezin yê girêdayê bajarê Qamişloyê şahiyek li dar xist.
Bi beşdariya şêneyên herêmê, saziyên sivîl, olî, partî û tevgerên siyasî yên kantona Cizîrê, Partiya Yekitiya Suryan bi boneya cejna Ekîto li gundê Demxiya Mezin yê girêdayî bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist.
Di destpêka çalakiya pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin û peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin.
Piştre komên hunerî û govendê, govendên curbicur pêşkêşkirin.
Di derbarê cejna Ekîto de Endama Meclisa Yekîtiya Suryaniyan Meryem Îsa ji Rojnameya me re axivî.

Meryene Îsa cejna Ekîto ya 6776`an li hemû kesên hazir pîroz kir û wiha got: “Cejna Ekîto li hemû gelan û kesên beşdarî vê şahiyê bûne pîroz dikim. Îro em weke gelên Sûryan û Aşûrî em bi vê boneyê serbilind in û her sal çalakî û şahiyan ji bo cejna Ekîto li dar dixin.Herwiha ji destpêka Biharê ve ev şahî tên çêkirin û pîroz kirin. Şahî li hemû herêmên cizîrê û li hema, himûs û îro ji li ser tevahî herêma cizîrê bi vê cejnê tê pîroz kirin.meryem got divê naskirina wan di destûrê de bê xuya kirin û bi pêkhateyên Ermen, Aşûr û suryan, Arûnî û tevahî gelan bên naskirin di vê destûrê de. Em bi hêvîne ku ev cejna îsal bibe cejinek xêr û kêfxweşiyê li ser hemû gelan.”
Pîrozbahî bi govend û coşa gel yên ku hazir bûne bi dawî bû.







