Esmihan Gedro/Qamişlo
Koçberên Efrînê yên koma duyemîn ku tê payîn wê di çend rojên beyî de vegerin Efrînê, kêfxweşiya xwe ya vegera li ser milk û malê xwe anîn ziman.
Koçberên Efrînê, yên di 2018`an de ji ber êrişên dewleta Tirk û çekdarên wê ji warê xwe derketine li benda vegerê ne. Di peymana 29’ê Çileyê de ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Şamê de hat îmzekirin, yek ji xala bingehîn jî vegera koçberan li warê xwe ye.
Di çarçoveya peyama 9`ê Adarê 2026`an 400 malbatên ji Efrînê yên koçberî herêma Cizîrê bibûn vegeriyan warê xwe. Hat eşkere kirin ku dê 12`Adarê jî 200 malbat vegerin Efrînê. Lê vegera koma duyem hate tolaqkirin, ji aliyê hikumeta demkî ya şamê ve sedemê tolaqkirinê nehat diyar kirin.
Li gorî tê payîn wê di rojên pêş de koma duyemîn jî vegerin ser milk û malên xwe. Di derbarê vegerê de koçberên koma duyemîn ku dê vegerin Efrînê ji Rojnameya me re axivîn.
‘Berxwedaniya 9 salan ji bo Efrînê ye’

Erîfa Bekir yek ji koçberên Efrînê di derbarê vegerê de wiha axivî: “Ev bû 8-9 sal in em têkoşîn dikin ji bo vegera Efrînê. Va berxwdanî, êş û zehmetiyên ku em di dibistanên bajarê Qamişlo de jiyan dikin hemû ji bo vegera me ya li Efrînê ye. Koma yekemîn ya koçberên ku vegeriyane Efrînê em gelek kêfxweş bûn ji bo vegera wan, ji ber ku miletê Efrînê pir êş û şewatî dît. Piştî ku koma yekem vegerî me di koma duyemên de navê xwe girt, ger vegerek me heye bila bi ewile be ji ber ku ev bû 9` salin em ji bo Efrînê berxwedaniyê dikin. Ger vegera me jî ne bi ewile ,serbilindî û bi rûmet be em venagerin. Em dixwazin di bin sîwana hêza leşkerên xwe de vegerin ser milk û malên xwe û welatê xwe Efrînê.”
‘Mirov li ser milk û malê xwe vedihesê’

Koçberên Efrînê yên ku li Cizîrê mane jî dixwazin mîna koma destpêkê vegerin cih û warê xwe. Emel destnîşan kir ku tevî malê wê hatiye talan kirin ji aliyê Dewileta Tirk ve lê tu carî wê dev ji malê xwe bernede û vegere mala xwe. Ji ber ku mirov li ser erd, milk û mewalê xwe vedihesê. Daxwaza me ya yekem ew bû ku hemû gelê me yê koçber bûye vegerin û va vegera me jî nêz dibe. Mirov çiqasî bêje ku bi rihetî li xûrbetiyê jiyan bike ne rihete kengî em vegerin Efrînê wê demê em ê bi rihetî jiyan bikin.”






