Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojava FM têkildarî salvegera damezrandina xwe ya 13’an daxuyaniyek da

01/04/2026
in NÛÇE
A A
Rojava FM têkildarî salvegera damezrandina xwe ya 13’an daxuyaniyek da
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Radyoya Rojava ji bo salvegera damezrandina xwe ya 13’emîn daxuyaniyek da. Tê de Radyoya Rojava diyar kir ku ew ê di çarçoveya Ragihandina azad de xebata xwe didomîne, dilsoz e bi xwîna şehîdên xwe re.

Bi boneya salvegera 13’emîn a damezrandina Radyoya Rojava daxuyaniyek nivîskî ji hêla radyoyê ve hate dayîn.  

Destpêka daxuyaniyê wiha bû: “Bi boneya salvegera 13’mîn a damezrandina Radyoya Rojava, em pîrozbahiyên xwe yên herî mezin pêşkêşî malbatên şehîdan, şervanên me ên di hêzên leşkerî û ewlehiyê de, ji gelê me yê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê dikin. Bi vê boneyê û ji bo bîranîna şehîdên ragihandina azad, di şexsê Egîd Roj, Nazim Deştan, Cîhan Bîlgîn, Îsam Ebdullah, Necmeddîn Hac Sînan, Ezîz Koyluoglu, Seyid Evran, Heqî Bagok, Şîlan Botan, Rêwan Gênco, Mihemed Reşo, Rohenda Efrîn, Xerîb Welat û şehîd Dilovan Gever, em hemû şehîdên ku ji bo rastî û azadiyê canê xwe fedakirine bi bîr tînin û soz didin ku rêya wan bişopînin û xewnên wan pêkbînin.Herwiha em salvegera damezrandina kovara Parêzvan ya ku berxwedana şervanên YPG / YPJ û rastiya qehremaniya wan belge kir û bi her kesî re parver kir û dike û têkoşîna gelê me bi peyvên zêrîn heya roja me ya îro dide xuyakirin, pîroz dikin û serkeftin ji kedkarên wê re dixwazin.”

Daxuyanî de wiha hat domandin: “Radyoya Rojava di 1’ê Nîsana 2013’an de, di şert û mercên dijwar û zehmet, bi derfetên kêm hate damezrandin, lê karîbû di demên berxwedana li dijî rêxistinên radîkal de bibe dengê gel û rastiyê bigihîne raya giştî. Ji odeyeke biçûk li serê Çiyayê Qereçoxê, ku ji aliyê hevalan ve, piraniya wan niha şehîd in hate avakirin û bi çend alavên teknîkî, wan karîn li gorî ruhê demê bijîn û bixebitin û bi ked û têkoşîn û bedel gihaye roja me ya îro û mohra xwe li dîroka çapemeniya azad de. Radyoya Rojava mîrateya şehîdên Rojava, giştî Kurdistanê û Sûriyê ye berhem û destkeftiyên Şoreşa Rojava ye. Tevî hemû êrîş û şer ku herêm têde derbas bû, di nav de hedefgirtina navenda Radyoyê di 25’ê Nîsana 2017’an de jî, Radyoyê dev ji xebata xwe bernedaye, lê bi biryardariyeke bê rawestan erka xwe domandiye.”

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Rola Dengê Rojava a girîng di parastina çand û hunerê, dîrok û qehremaniya gelê me, ragihandina bûyerên rojane û geşedanan, di belavkirina nêrînên gel û şopandina tevahiya çalakiyên ku çê dibin de dengê jina azad û têkoşer bi rêya hemî bernameyên xwe diyar e.Di dawiyê de, Radyoya Rojava dê di çarçoveya Ragihandina azad de didome, dilsoz e bi xwîna şehîdên xwe re. Pabende rastiyê ye û hêzek ji bo belavkirina peyama aştiyê ku her dem rêberê mirovahiyê Rêber APO wê dixwaze, dê dengên hemû pêkhateyan her dem bîne cem hev. Ev tiştê ku îro ji hemû dezgehên ragihandina azad tê xwestin ew jî: ji kesên ku dixwazin nakokiyan gur bikin dûr bikevin û peyama aştiyê û demokrasiyê û hezkirinê belav bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.