Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji ber barana zêde rewşa koçberan xerabtir bû’

01/04/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Ji ber barana zêde rewşa koçberan xerabtir bû’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Hevserokê Meclisa Kampa Serêkaniyê Ebdilrezaq Mihemed diyar kir ku daxwaza gelê Serêkaniyê vegereke bi ewle ye û wiha got: “Kampên koçberan ji ber barîna baranê dibin avê de mane û koçber bi zehmetiyan re rû bi rû ne.”

Gelê Serêkaniyê di 2019’an de ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê û dagirkirinê bi darê zorê koçber bûn û di nava kampan de bi cih bûn. Ji wê demê û heta niha koçber gelek zehmetiyan jiyan dikin. Bi taybet di dema dawî de ji barana zêde kampa Serêkaniyê di nava avê de ma. Vê yekê jî êşa koçberan zêdetir kir.

Derbarê rewşa koçberên Serêkaniyê di kampan de û bi taybet piştî  barîna pêleke zêde ji baranê, hevserokê Meclîsa Kampa Serêkaniyê Ebdilrezaq Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

‘Di 2019’an de dewleta Tirk tofana xwe bi ser Serêkaniyê de anî’

Ebdilrezaq Mihemed destnîşan kir ku di 2019’an de gelê Serêkaniyê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûn û wiha got: “Gelê Serêkaniyê bi awayekî aram û bi ewle di warê xwe de jiyana dikirin, lê di 2019’an de dewleta Tirk xwest ku tofana xwe bi ser Serêkaniyê de bîne, planên xwe pêkbîne û guhertina demokrafîk di Sûriyê de çêbike, ji ber vê yekê di 2019’an de bi tang û topên xwe êrişî ser Serêkaniyê û Girê Spî kir, bi hemû çekên giran bejahî û hewayî pêk hat. Di encama van êrişan de gelek sivîlan di nav wan de jin û zarok jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Ji ber van êrişên hovane yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi hezaran gel ji cih û warê xwe bi darê zorê koçber bûn û bi zehmetiya koçberiyê re rû bi rû man.”

 ‘Koçber di kampa Serêkaniyê û Waşûkanî de bi cîh bûn’

Ebdilrezaq Mihemed da zanîn ku 7 sal in koçberên Serêkaniyê di nava zehmetiyan de  jiyan dikin û wiha domand: “Piştî ku gelê Serêkaniyê û Girê Spî di sala 2019’an de ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî bi darê zorê koçber bûn berê xwe dan hin herêmên Cizîrê û li wê derê di dibistan de bi cih bûn. Di dawiya 2019’an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li bajarê Hesekê du kampên bi navê Serêkaniyê û Waşûkanî ji koçberên Girê Spî û Serêkaniyê re hatin avakirin û di destpêka sala 2020’an de ev koçber ji dibistanan hatin komkirin û derbasî van kampan kirin. Ev 7 salin ev koçber di nava van kampan de bi êş û zehmetiyên jiyanê re rû bi rû ne. Ev salên dirêj yên durketina ji warê waşûkanî ne tenê zor bû, lê hevî û hesreta vegerê, ji wê zorê mezintir re.”

‘Bi barîna baranê re zehmetiyên zêdetir bûn’

Ebdilrezaq Mihemed tekez kir ku bi barîna baranê re rewşa koçberan xerabtir bû û wiha pê de çû: “Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku di kampan de dimînin, bi barîna baranê re zehmetiyên zêdetir bûn, av derbasî nava hemû kampan bû ev koçber di werza zivistanê a gelek sar û barana zêde de bi nexweşî û kêmaniyan re jiyan dikirin. Di demê niha de û bi taybet di van deh rojan de ji ber barîna baranê a zêde koçber bi şev û roj di nava gazinan de ne. Di heman demê de bi şev ji ber derbasbûna avê ji kampan re nikarin razin. Bi vê baranê re ji xêr û bêran ji ax û binerd re zedetir van koçberan zehmetî û alozî dîtin.”

‘Gelê Serêkaniyê li benda pêkanîna peymana 29’ê Çileyê ne’

Hevserokê meclîsa Kampa Serêkaniyê Ebdilrezaq Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Daxwaziya gel ya destpêkê û dawî vegereke bi ewle ye. Ji zarokê bi çûk heya kesên bi temen mezin da nava kampê de tenê xwastekek wan heya ew jî vegereke bi serbilindî ji ware xwe re ye. Ji bo vê yekê gelê Serêkaniyê û Girê Spî li benda pêkanîna peymana ku di 29’ê Çileyê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de hatiye îmzekirin ku benda sereke di vê peymanê de vegera bi ewle ji bo koçberan e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.