Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerê Rojhilata Navîn: Xeteriyên hevgirêdana aborî û globalîzasyonê

01/04/2026
in CîHAN
A A
Şerê Rojhilata Navîn: Xeteriyên hevgirêdana aborî û globalîzasyonê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Di cîhaneke ewqas tevilihev de, şer êdî ne tenê li eniyên şer e, lê di nav her aboriyê û zincîreke dabînkirinê de şer bi şêwazên cuda tê meşandin û bandorê dike. Rojhilata Navîn ne tenê çavkaniyek dewlemend a enerjiyê û derfetên veberhênanê yên mezin e, lê di heman demê de hin ji zincîrên dabînkirinê û bendergehên herî girîng ên cîhanê jî dihewîne.

Di ‘Serdema Nûjen’ de, me gelek caran bihîstiye ku hevgirêdan û globalîzasyon dînamîkên aştî û pêşketinê ne, lê rastî berovajî wê ye, ew di demên şer de dibin sedema pirsgirêkên mezin. Li şûna pêşxistina aramiyê, ji bejewendiyan hevkarên bazirganiyê vedugherin dijber û li çar aliyê cîhanê alozî çêdibe.

Bi gotineke din, girêdana berjewndiyên aborî di navbera mirovan de û globalîzasyon dibin sedema bandorek rasterast a krîzên jeopolîtîk li ser torên bazirganî, hilberîn û darayî yên ku di destpêkê de ji bo karîgeriyê hatine avakirin lê sekna wan a ji bo derbaskirina şokan tune ye. Ji ber ku zincîrên dabînkirinê yên girîng ji ber faktorên cûrbecûr, di nav de şer û karesatên xwezayî de têk diçin, zêdebûna demkî ya bihayê dikare veguhere zextên enflasyonê yên domdar û xetera stagflasyonê zêde bike.

Şeş sal berê, karesata tenduristiyê ya ku ji ber vîrusa COVID-19, çêbû, bandorên mezin ên aborî hebûn, zincîrên dabînkirinê hatin astengkirin, tengasî belav bû, aborî li çaraliyê cîhanê ket nava kirîzê û bihayên petrolê bi awayekî berbiçav daketin, ji ber ku hilberîn rawestiya û bi milyaran mirov li malê man.

Xeteriya şer

Di vê çarçoveyê de, şerê Îranê bandorên neyînî yên cidî yên girêdayîbûna aborî û globalîzasyonê nîşan dide, zincîrên dabînkirina hevpar vediguherîne qelsiyan. Nakokî bûye sedema krîzeke mezin a cîhanî di ewlehiya enerjî û xwarinê de û nîşan dide ka bê istiqrariya herêmî çiqas zû dikare zirarê bide aboriya cîhanî.

Her ku şerê DYA-Israîl li dijî Îranê dewam bike, bazarên darayî di dawiyê de dest pê dikin ku potansiyela ku şer bi lez veguhere krîzeke cîhanî fam bikin. Faktorên jeopolîtîk ên teqîner bi gelemperî bandorê li gelek aliyên aboriya cîhanî dikin, nemaze enflasyon û zincîrên dabînkirinê. Çîn, Hindistan û Ewropa dê di demek nêzîk de bandor bibin, bi taybetî ji ber girêdayîbûna wan a girîng bi çavkaniyên enerjiyê re.

Her ku krîz dirêjtir bidome, bandora wê li ser gelek aboriyên mezin ên cîhanî ewqas mezintir dibe. Sedem eşkere ye: Rojhilata Navîn ne tenê çavkaniyek dewlemend a enerjiyê û derfetên veberhênanê yên mezin e, lê di heman demê de hin ji zincîrên dabînkirinê û bendergehên herî girîng ên cîhanê jî dihewîne.

Tengava Hormuz û Bab-Mendeb

Baş tê zanîn ku bender û rêyên deryayî di parastina zincîrên dabînkirina gerdûnî û domandina aboriya gerdûnî de roleke girîng dilîzin. Her wiha baş tê zanîn ku Tengava Hormuzê yek ji rêyên avê yên herî girîng ên Rojhilata Navîn e, ku rêjeyeke mezin ji petrol û gaza cîhanê tê re derbas dibe. Ji ber vê yekê, girtina an jî sînordarkirina trafîkê di tengavê de ne tenê bandorê li herêmê dike, lê di heman demê de bandorê li ser tevahiya cîhanê jî dike.

Niha li Yemenê Hûsî ku hevalbendên Îranê ne ne gefan li Tengava Bab-Mendeb dixwin,

Eger Tengava Bab-Mandeb û Hormuz werin girtin dê bazirganiya cîhanî di navbera Rojhilat û Rojava de bi temamî felc bibe, herwiha ev yek dê bê guman aboriya cîhanî ber bi kirîzgeke mezin ve bibe, wê riyên dirêjtir ji bazirganiyê bên bikaranîn.

Di demên berê de kêmasiyên giran ên dabînkirina petrolê ji ber bûyerên mezin çêbûne, bi taybetî Şerê Cotmehê yê 1973’an, Şoreşa Îranê ya 1979’an, destpêkirina Şerê Îran-Iraqê di 1980’an de û Şerê Kendavê yê 1990’î. Cûdahiya sereke di navbera girtina Tengava Hurmuzê û van bûyerên berê de di mezinahiya wê de ye. Rêjeya petrola ku di salên 1973 û 1990’î de ji bazarê hatiye kişandin ji sedî 6 dabînkirina petrolê ya cîhanî derbas nebû û di salên 1979 û 1980’î de ji sedî 4 derbas nebû. Lê belê, îro cîhan bi kêmasiyek nêzîkî ji sedî 20 re rû bi rû ye, ku vê bûyera jeopolîtîk JI 3 heta 5 caran girîngtir dike.

Bê guman ev rewşa heyî ya herî xeternak e, ji ber ku girtina van rêyên avê yên teng çarçoveya krîzê û bandorên wê yên gerdûnî berfireh dike, bi vî rengî pevçûnê ji pirsgirêkek herêmî vediguherîne pirsgirêkek gerdûnî. Tengava Bab-Mandeb dibe ku ji Tengava Hurmuzê jî girîngtir be, ji ber ku ew Ewropa, Asya û Afrîkayê bi rêya Kanala Suweysê bi hev ve girêdide. Ji ber vê yekê, ew bi xwezayî yek ji rêyên herî qerebalix ên keştîvaniyê yên cîhanê ye, ku ji hêla tankerên petrolê û keştîyên barhilgir ve tê bikaranîn ku ji Okyanûsa Hindî ber bi Deryaya Sor, dûv re ber bi Kanala Siwêsê, û ji wir ber bi Deryaya Spî, û berevajî ve diçin.

Kî herî zêde ji şerê heyî sûd werdigire?

Di nav vê krîza piralî de, Moskow îhtîmal e ku wekî sûdmendê sereke yê ji nû ve şekildana herikîna bazirganî û girêdanan derkeve holê. Guhertinên di bazarên enerjiyê yên cîhanî de ji bo rejîma Vladimir Putin pir girîng in, ku dê sûdên demkurt bi dest bixe, bi potansiyela ku ev destkeftiyên ji nişka ve mezin bibin û domdartir bibin.

Bi bilindbûna buhayên petrolê re, dahat dê biherike budceya dewletê ya Rûsyayê ya ku ji ber şerê li Ukraynayê ji ber dorpêçên cûrbecûr bargiraniyê lê kiriye. Moskow hêvî dike ku Ewropa di dawiyê de bikeve krîzeke giran a petrol û gazê, ku dikare helwesta wê ya li ser hîdrokarbonên Rûsyayê nerm bike. Ev hêvî di heman demê de li ser wê rastiyê ye ku Dewletên Yekbûyî tenê dabînkerê ku dikare alîkariya Ewropayê bi gazê bike ye, û li ser texmînan e ku Ewropa, ji ber têkiliyên transatlantîk ên xirab, dibe ku zêde girêdayîbûna xwe ya li ser dabînkirinên biha yên Amerîkî ji nû ve binirxîne, ji ber ku bihayê gaza Amerîkî ya ku ji Ewropayê re tê şandin çar caran ji ya gaza Rûsyayê bilindtir e.

Ji ber vê yekê, eger Ewropa “vegere” cîranê xwe yê Rûsyayê, têkiliya di navbera Qit’eya Kevin û hevkarê wê yê Atlantîk de, ku niha Ewropayê ji hevalbend û piştgiriyekê bêtir wek barekî dibîne, dê hîn aloztir bibe.

Wê cîhan ber bi ku ve biçe?

Hîn jî divê were gotin ku rewş cidî ye, dibe ku ji dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve ya herî cidî be. Gelek nîşan hene ku nîşan didin xirabûnek ku kes nizane çiqas e li pêşberî cîhanê ye…

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.