Hêvî Keleş/ Qamişlo
Ekîto, an ku Sersala Asûrî-Babilî, cejna herî kevin a di dîroka mirovahiyê de ye, ew destpêka biharê û nûjenbûnê temsîl dike û hîn jî heta roja îro di destpêka Nîsanê de her sal tê pîrozkirin.
Ekîto yek ji kevintirîn cejnên dîrokê ye, ji ber ku, kûrahiya şaristaniyên kevnar ên li Mezopotamyayê nîşan dide û wateyên hêvî û ji nû ve zayînê di nav nifşên cûda de hildigire. Her sal, ew vedigere da ku rehên wan ên kûr di şaristaniyên Mezopotamyayê de bi bîr bîne. Ew ne tenê pîrozbahiyek demsalî ye, lê belê bûyerek çandî û giyanî ye ku berdewamiya dîrokî diyar dike û girêdana mirovahiyê bi xwezayê û çerxa jiyanê ya bi hezaran salan re temsîl dike.
Ekîto: Kokên dîrokî
Cejna Ekîto di şaristaniyên kevnar ên Mezopotamyayê de, bi taybetî di nav Babil û Asûriyan de, derketiye holê û zêdetirî çar hezar sal in tê pîrozkirin. Ev cejn bi destpêka sala çandiniyê ve girêdayî bû, ku bi hatina biharê û vegera jiyanê bo axê piştî zivistanê re hevdem bû. Pîrozkirina wê çend rojan dom dikin û rêûresmên olî û meşên cejnî di nav xwe de digirin ku têkiliya di navbera mirovahiyê û xwedayan de nîşan didin, ji ber ku mirov ji bo demsala nû bereket û berhemdariyê dixwestin. Ev cejn wekî sembola nûkirina jiyanê dihat hesibandin.
Sembolîzm û wateyên Cejnê
Cejna Ekîto xwedî girîngiyeke kûr e ku ji statuya wê ya wekî pîrozbahiyek kevneşopî derbas dibe. Ew sembola van tiştan e:
Nûjenkirin û ji nû ve zayin, serkeftina qenciyê li ser xerabiyê, destpêka çerxek jiyanek nû, ker wiha hêviya ji bo pêşerojek çêtir. Ev nirx Ekîto dikin fersendek ji bo nûjenkirina giyanê mirovan û demek ji bo vejandina kêfxweşiyê û berdewamiyê.
Rêûresmên Kevnar ên Cejnê
Di demên kevnar de, cejna Ekîto bi rêûresmên rast û rêkûpêk dihat pîrozkirin, yên herî berbiçav ev bûn:
Meşên şahane û olî, pêşkêşkirina qurbanan di perestgehan de, xwendina nivîsên pîroz, ji nû ve nîşankirina efsaneyên afirandinê û nakokiyên di navbera xwedayan de. Padîşah beşdarî van rêûresman dibû, di dîmenekî de ku yekîtiya hêza olî û siyasî ya wê demê nîşan dida, rewatiya xwe li ber gel û xwedayan nû dikir.
Ekîto di serdema niha de
Tevî derbasbûna bi hezaran salan, cejna Ekîto îro jî berdewam dike, bi taybetî ji hêla Asûrî, Kildanî û Suryaniyan ve li çaraliyê cîhanê. Cejn veguheriye bûyerek çandî û civakî, ku meşên gelêrî, pêşandanên hunerî û muzîkê, lixwekirina cilên gelêrî, vejandina mîrat û ziman dihewîne. Ew her wiha li bajarên cûrbecûr tê lidarxistin, ku mirov li wir dicivin da ku nasnameya xwe ya hevpar pîroz bikin.
Huner, bi rêya stran û reqsên ku di dema pîrozbahiyan de têne pêşkêş kirin, di parastina vê cejnê de roleke girîng dilîze. Muzîk wekî amûrek ji bo derbirîna kêfxweşî û aîdiyetê tê bikar anîn. Berhemên şanoyê di ji nû ve pêşkêşkirina çîrokên kevnar de jî beşdar dibin, alîkariya nifşên nû dikin ku dîroka xwe bi awayekî kêfxweş û zelal fêm bikin. Ekîto semboleke bihêz a nasnameya çandî ye, nemaze ji ber ku mirov di parastina mîrata xwe de rastî wan zehmetiyan tên. Ew fersendek e ku aîdiyet ji nû ve were piştrast kirin û girêdanên di nav civakê de xurt bibin. Bi rêya vê cejnê, nirx û kevneşopî ji nifşekî bo nifşekî din têne veguhastin, her wiha berdewamiya çandê tevî derbasbûna demê jî misoger dikin.
Bandora Ekîto bi tenê bi civatekê ve sînordar nîne, ew peyamek gerdûnî hildigire, ku jiyan bi berdewamî nû dibe, hêvî qet bi dawî nabe, mîrat bingeha pêşerojê ye û di cîhanek ku bi lez diguhere de, Ekîto girîngiya parastina rehên xwe di heman demê de hembêzkirina pêşerojê tîne bîra me. Ew hîn jî şahidiyek zindî ye ji bo mezinbûna şaristaniyên kevnar û delîlek ji bo şiyana mirovahiyê ya parastina nasnameya xwe di demê re. Ew pîrozbahiyek e ku ne tenê bi rabirdûyê ve sînordar e, lê wekî pirek ber bi pêşerojê ve dirêj dibe û di hundirê xwe de peyamek jiyan û nûjeniyê hildigire.






