Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji cûreyên mûnetê.. tirşo û bazirganiya wê li bajarê Qamişlo

01/04/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Ji cûreyên mûnetê.. tirşo û bazirganiya wê li bajarê Qamişlo
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Xwediyê firoşgeha tirşo Mehmûd Faris da zanîn ku anîna tirşoyê bo bajarê Qamişlo di destpêkê de serpêhatiyek bû, lê piştre bi awayekî berfireh di nava gel de hat qebûl kirin û got, “Serdanên şêniyan tevî zehmetiyên lêçûnên barkirinê yên bilind, baş e.”

Bazirganiya tirşoyê (mûxelel) yek ji xwarinên demsalî ye ku li hin bajarên Sûriyê, nemaze di zivistanê û destpêka biharê de, di nava bazaran de tevgereke mezin dibîne. Li bajarê Qamişlo jî, ev bazirganî ji bo hin bazirganan wekî çavkaniyek sereke ya dahatê derketiye holê ku xwe dispêrin daxwaza herêmî ya zêde ya ji bo tirşiyên kevneşopî.

Tirşo ne tenê xwarineke duyemîn li gel xwarinên sereke ye, lê bi saya tama xwe ya taybet beşek girîng a mîrata xwaringeha cîhanê ye. Bi hezaran salan, demek dirêj berî afirandina beradeyên parastina xwarinê, mirovan ji bo parastina xwarinê bo demên dirêj trişkirin wekî rêyek bi bandor bikar dianîn û niha bi derketina rêbazên hilanîna xwarinê yên nûjen jî, tirşoyê cihê xwe di hin xwarinan de parastiye.

Derbarê bazirganiya tirşoyê li bazara Qamişlo yek froşkarên vê xwarinê ji rojnameya me re axivî.

Serdanên şêniyan ji bo kirîna tirşoyê

Di bazara Qamişlo de, firoşkarê bi navê “Mehmûd Faris” di firoşgeheke biçûk a bi navê “El-Nekha El-Şamiyê” de dixebite, ew firoşgeheke biçûk e di pisporiya firotina tirşoyê şamî de ye, di salên dawî de di nava gelek malabtên li bajêr de ji xwarinên herî zêde tê daxwaz kirin.

Mehmûd Faris ji bajarê Helebê ye, niha li bajarê Qamişlo dijî. Projeya xwe ya bazirganî li ser anîna tirşoyê şamî bo bajêr destpê kir û wiha dibêje: “Ev fikire dema ku cara yekem derket holê ji bo bazara herêmî bi awayekî rêjeyî nû bû, lê di nav şêniyên herêmî de bi awayekî lez belav bû. Herwiha serdanên ji bo kirîna tirşoyê pir baş e, bi taybet di dema werzê wê de ku di kanûnê de destpê dike heya meha Gulanê. Ev werz wekî serdemke pir baş e ji bo kesên ku di vî warî de dixebitin, ji ber ku daxwaz li ser tirşoyê zêde dibe, ku dibin beşek sereke a sifreya rojane ya gelek malbatan.”

Di firoşgehê de cûreyên cuda yên tirşo hene

Di firoşgeha “El-Nekha El-Şamiyê” de, cûreyên cuda û cihêreng yên tirşoyê hene, lê bi gelemperî tirşoyê berhema sereke ye ku bazirgan wekî çavkaniya xwe ya sereke ya dahatê dibînin, Faris Mehmûd wiha diyar dike: “Di firoşgehê de cureyên cuda yên tirşoyan tê pêşkêş kirin, buha li gorî cûre û kalîteyê tê guhertin.”

Buhayên tirşoyê

Mehmûd Faris wiha dewam dike: “Buhayê piraniya cûreyên tirşoyê di firoşgehê de dighêje 20 hezarên Sûrî û tevî lêçûnên zêde yên girêdayî veguheztin û barkirina ji Şamê ji bo Qamişlo nêzî heman buhayê ku li Şamê tê firotin. Parastina vê nirxê firotinê bi zanebûn e, bi aramnca ku em parastina şiyana kirînê ya şêniyan bikin û da ku her kes karibe bikre.”

Mehmûd Faris wiha lê zêde kir: “Ji bilî vê, cûreyên din ên tirşoyan bi buhayên cuda hene, hin cûre digihîjin nêzîkî 25 hezar lîreyên Sûrî, lê cureyên bi kalîteya herî bilind bi qasî 30 hezar lîreyên Sûrî ne. Buhayê herî nizm di firoşgehê de ji bo tirşoyên xiyarê ye, ku bi qasî 12 hezar lîreyên Sûrî ye, ku ew dike yek ji berhemên herî zêde û zêdetir ji hêla şêniyan ve tê xwestin. Cûrbecûr buha û hilbirînan dibe alîkar ku pêdiviyên beşên cûda yên şêniyan werin bicîhanîn, ji ber ku hin şênî tiştên herî erzan hildibjêrin, hinek din jî tercîh dikin ku cûreyên bi kalîteya herî bilind bikirin tevî buhayê wan ê bilind.”

Bilindbûna lêçûna barkirinê

Tevî daxwaza zêde ya li ser tirşoyan, bazirgan di karê xwe yê rojane de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Di nav van zehmetiyan de ya herî derdikeve pêş de lêçûna bilind a barkirin û veguheztinê di navbera Şam û Qamişlo de ye, ku barekî zêde dixe ser bazirganên ku di vî warî de dixebitin.

Di vî derbarî de Mehmûd Faris wiha tîne ziman: “Mesrefên barkirinê pir zêde bûne, ku rasterast bandorê li ser qezencên bazirganan dike, bi taybet eger ew hewl bidin ku bi buhayên erzan bifroşin. Ev mesrefên bilind dibe ku şiyana hin bazirganan ji bo berfirehkirina karsaziyên xwe an zêdekirina mîqdarên tirşoyên hawirdekirî sînordar, bikin. Ji bilî pirsgirêka barkirinê û gihaştina ji bo firoşgeha wî pir dijwar e, ji ber ku bazara derdorê ji çend aliyan ve bi hesin hatiye girtin, ku ji bo hin şêniyan gihîştina cihê dijwar dike.”

Mehmûd Faris wiha destnîşan dike: “Ev astengî carinan bandorê li tevgera firotanê dike, ji ber ku hin şênî neçar in ku mesafeyên dirêjtir bimeşin da ku bighêjin firoşgehê. Digel vê yekê, gelek şêniyên herêmî bi rêkûpêk serdana firoşgehê dikin da ku tirşoyan bikirin, ku bûye beşek ji sifreya wan a rojane.”

‘Daxwaza li ser xwarinên kevneşopî bilind e’

Mehmûd Faris wiha axaftinên xwe qedand: “Bazirganiya tirşoyan li Qamişlo xwedî derfetên mezinbûnê yên baş e eger şert û mercên veguheztinê baştir bibin û gihaştina bazarê hêsan bibe. Daxwaza ji bo hilberîn xwarinên kevneşopî, nemaze tirşoyê li bajêr zêde dimîne. Ez hêvî dikim ku di pêşerojê de bikaribim, karsaziya xwe berfireh bikim û cûrbecûr hilberên ku tê pêşkêşkirin bê zêde kirin.”

Ji ber şert û mercên aborî yên dijwar ên ku welat tê re derbas dibe, karsaziyên piçûk ên mîna firoşgeha “Al-Nekhe Al-Şamiyê” mînakek ji bo hewildanên hin kesan in, bi armanca afirandina derfetên kar û misogerkirina çavkaniyek xwedî dahatiyek sabît bi rêya bazirganiya herêmî û girêdana bi berhemên xwarinê yên ku di nav şêniyan de bi berfirehî têne pejirandin.

Ji xwe her cûreyek ji sebzeyan xwedî demsalek taybetî ji bo tirşkirinê ye. Dema hilberîna xiyarên herêmî yên guncaw ji şewender, fasûlî û behîvan cuda ye. Di meha Îlonê de, gelek xiyar û bîberên tirşkirî yên ji her cûreyî têne amadekirin, di heman demê de şewender û gêzer di zivistanê de têne tirşkirin herwiha fasûlî ku demsalên wan ji hev cuda ne, divê teze bin û bi awayekî bi tevahî saxlem werin parastin.

Feyde û zirarên tirşoyê ji hêla tenduristî

Ji feydeyên tirşo rêxistina asta şekirê xwînê, parastina kezebê, sivikkirina nexweşî û birînên maîdeyê. Herwiha pêşîlgirtina li hin nexweşiyan e. Di heman demê de sebzeyên tirşkirî fosfor û asîda folîk dihewînin. Xiyarên tirşkirî çavkaniyek hêja ya antîoksîdan beta-karoten e. Beta-karoten bi kêmbûna rîska çend nexweşiyên kronîk ve girêdayî ye di nav de nexweşiya şekir ya cûreya dûyemîn.

Tevî gelek feydeyên wan, rêjeya xwêya bilind yek ji kêmasiyên herî mezin ên tirşoyan e. Xwarina xwêya zêde dikare bibe sedema bilindbûna tansiyona xwînê. Ji ber vê yekê, ji her kesê ku dermanên tansiyona xwînê digire an hewl dide ku vexwarina sodyûmê kêm bike tê pêşniyar kirin ku tirşoyan bi nermî bixwe an jî li vebijarkên kêm-sodyûm bigere.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.