Ehmed Hesen
Di rastiya her civakekê de neynikeke nûnertîya heqîqetan heye, yek ji wan neynikan jî dengê ragihandin û çapemeniyê ye, di dîroka dengê ragihandinê de damarên kûr hene ku hiştine çapemenî li gorî şert û mercên civakê yên dîrokî were meşandin, ragihandin di koka xwe de ne tenê komkirina hinek agahî di derbarê bûyerekê de û weşandina wan agahiyan e, ji wê zêdetir ew hêza rasteqîn a şopandina heqîqeta civakî ya bîrdozî, dîrokî, çandî û zanistî ye, her wiha danîna pilana veguhestina van rastiyan bi awayekî rasteqînî ku bi pîvanên dilsoziyê re li hev dike. Di heman demê de ji yekalîtiyê dûr e û nabe ku di bin serweriya komeke diyar an otorîteyeke taybet de were xebitandin, ji ber ku di encamê de wê ji ragihandinê wêdetir bibe objeyeke ji hev ketî û dubarekirinê di nava xwe de jiyan bike, di heman demê de binpêkirina pîvanên civakî yên netewî di bin çi şert û mercan de dibin, nabe ku bibin mijara provakasyonan, li cihê ku dewlet û otorîte serwer bin, li wir rastiya çapemeniyê û mafê azadiyan hatiye peritandin û paşguhkirin, ji ber ku hingê rastiya ku çapemenî biweşîne, wê ji sînorên hişmendiya otorîteyê serdest ne zêdetir bibe. Lewma jî otorîte dikare bi riya çapemeniyê bi hêsanî qadên şerê taybet mezintir û firehtir bike. Di dîroka şerên sedsala 20 û 21an de çapemeniya hêzên hegemonîk bi rihetî karîn bikaranîna çekên nûkleer, kîmyewî û tunekirina civak û hewirdorên welatan rewa bikin û di aliyê psîkolojîk de civakan qir bikin, taybet di şerên Iraq a 2003, komkujiya Helebçe, ketina Emerîka ya Efganistanê heta dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve, çapemeniya şerê taybet û hemû malper û qenatên fermî yên hêzên dijber li hember qirkirina gelan, kuştina kurdan û dagirkirina welatan bi awayekî herî xirab propogandayên rewakirina van şeran lîstin û li dijî gelan sorkirin pêk anîn. Li bakurê Kurdistanê taybet bi zimanê gel propogandaya rewakirina şewitandina gundên kurdan dane kirin, taybet TRT6 bi zimanê kurdî roleke mezin di teşhîrkirin û sorkirina li dijî kurdan de lîst, her wisa gelek malper û ragihandinên ku bi zimanê kurdî xizmetê ji dagirkeriyê re dikin roleke neyînî ya mezin di teşhîrkirina dagirkirina herêmên kurdan de lîstin. Ev yek di bin serpereştiya polîtîkayeke zirav a şerê taybet ê aliyên dijber de tê bicihanîn û li ser wê karekî herî xeternak di parçekirina civakê de tê kirin, bi vê yekê armanc dikin ku raya giştî ya gel bixapînin, moralên civakê bişkînin û hemû sazî û aliyên têkildarî civakê li pêş çavên wê civakê reş bikin, di roja îro de jî taybet malper û rayedarên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriye û dewleta Tirk li dijî pêkhateya Durzî, Elewî û Kurdan propogandayên herî xirab ên reşkirin û derxistina fitneyan dikin, bi vê yekê hem dixwazin komkujiyên li dijî wan rewa bikin, hem jî wan ji mafên wan bêpar bihêlin. Çawa ku beriya wan rêjîma Esed bi riya qenalên xwe ev yek dikir, niha jî bi heman ferasetê hikûmeta demkî vê yekê dike.






