Solîn Mihemed/ Qamişlo
Koçberên Efrînê dan xuyakirin ku daxwaza wan vegereke bi ewle ye û wiha gotin:”Em dixwazin vegerin bajarê xwe yê Efrînê û jiyaneke bi rûmet jiyan bikin.”
Di Adara 2026’an de, piştî 8 salan ji koçberiya bi darê zorê, pêvajoya vegera koçberên Efrînê ji herêmên wekî Şehba û Cizîrê bi awayekî fermî dest pê kiriye. Ev yek di encama peymaneke di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê û rêveberiya nû ya li Şamê de bi hevkariya hin aliyên navneteweyî pêk hat. Niha jî koçberên ku di dibistanên kantona Cizîrê de dimînin daxwaza vegera bajarê xwe yê Efrînê dikin.
Di derbarê mijarê de Koçberên Efrînê û Rêveberiya hevbeş a kantona Efrînê ji Rojnameya me re axivîn.

‘Daxwaza me vegereke bi ewle ye’
Koçbera bi nave Sebah Elo da diyarkirin ku ew dixwazin bi ewle vegerin Efrînê û wiha got: “Ev bû 14’ de sal ku her tim em Koçber dibin. Gerek bajarê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî bi ewle bibe da ku tevahî koçber vegerin cih û warên xwe. Heya niha li van bajaran hîna çete li wir bicihbûyî ne. Îro em dixwazin dema ku vegerin hêzên me bi me re vegerin Efrînê ji bo parastina me. Ger îro bajar ne bi ewle bin em nikarin vegerin cih û warê xwe, divabê heya ku em vegerin bajar bi ewle be, da ku em jiyana xwe li wir berdewam bikin. Em pir ji axa xwe ya Efrîn hez dikin lê em naxwazin dema ku biçin Efrînê bikevin bin desthilatdariyê. Tenê em jiyaneke bi ewle li ser xaka welatê xwe dixwazin.”
‘Divê ewlehî hebe heya ku em bi dilekî rihet jiyan bikin’

Koçbera bi nave Jiyan Hisên jî bal kişand li ser vegera li ser xaka xwe û wiha got: “Ev bû demek ku em di dibistanên bajarê Qamişlo de jiyan dikin. Ji hemû aliyan ve em astengiyan dikşînin. Ji ber wê tenê daxwaza me vegereke birûmet û bi ewle ye ku em vegerin bajarê xwe yên ku bi sedê salan tê de jiyan dikir. Weke ku em dizanin jî niha malên me hatine wêrankirin. Lê tenê me dixwest ku em li ser axa bajarê xwe jiyan bikin. Piştî çûyîna hin koçberan li bajarê xwe yê Efrînê me jî xwest ku em vegerin û jiyaneke xweş jiyan bikin. Lê niha me dît rewşên ku li wir çêdibin di navbera Hikûmeta Sûrî û xelkên me yên bajarê Efrînê de. Dema ku em dîmenên bi êş yên Hikûmeta Sûrî li ser xelkên me yên Efrînê dibînin daxwaza vegerê li ba me dibe bi êş. Em dixwazin dema ku em vegerin cih û warê xwe gerek ewlehî hebe heya ku em bi dilekî rihet jiyan bikin.”
Tevî zehmetiyan jî lê daxwaza vegerê heye

Koçbera bi nave Emîna Hemo da zanîn ku tevî zehmetiyan jî lê ew dixwazin vegerin bajarê xwe yê Efrînê û wiha got: “Me pir di koçberiyê de zehmetî kişandin. Em tenê dixwazin vegerin ser axa xwe êdî bese evqas zehmetî. Weke em dizanin jî ku Efrîn dibin destê Hikûmeta Sûriyê û xelkên ku li wir jiyan dikin de ye, lê ji ber wê jî em dixwazin vegerin. Ji ber ku îro em di dibistanan de herî zêde zehmetiyên jiyanî dikşînin. Ger îro veger çê be em ê vegerin Efrînê.”
‘Yekîneyên xanîyan Ji bo koçberên hatine peyda kirin’
Di heman çarçoveyê de rêveberiya hevbeş a Kantona Efrînê Nisrîn Silêman axivî û wiha got: “Ji bo kesên ku
vedigerin Efrîn ê, ne hemû rewş wek hev in. Hin ji wan xaniyên wan hewceyî tamîrkirinê ne, hinên din jî heta ku xanîyên wan amade bibin û karibin xaniyan peyda bikin li cem xizmên xwe mane. Ji bo hejmareke hindik ji malbatên ku hîn nehatine bicihkirin, yekîneyên xanîyan hatine peyda kirin. Bi gelemperî, me tu binpêkirinên li dijî malbatên ku vedigerin Efrîn nebihîstiye.
Her wiha, malbatên ku vedigerin Efrîn di hemû astan de hewceyî piştgiriya darayî û lojîstîkî ne. Vegera piştî zêdetirî heşt salan ji koçberiyê û jiyana di şert û mercên dijwar de bûye sedema ku ev malbat tu derfetên debara xwe nebînin.”
‘Koçber bi biryarin ku vegerin gund û taxên xwe’
Nisrîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser mal û milkên koçberan li Efrînê û wiha got: “Tevî hebûna encumenekê li Efrîn û hebûna hêzên ewlehiyê yên giştî, gelek pirsgirêk hîn jî nehatine çareserkirin. Ji bo nimûne, pirsgirêka malên ku hîn jî ji hêla kesên ku piştî dagirkirina Efrîn ketine ve têne bikaranîn, mirovên ji Dêra Zorê, Idlibê, Hemayê û deverên din nehatiye çareserkirin. Ev mal têne valakirin, û rewşên zorê û derxistina bi zorê li hember pereyan hene. Heta erd, milk û dikan jî nehatine vegerandin xwediyên wan ên resen, niştecihên vegeriyayî yên Efrîn ê. Wekî din, gelek niştecihên Efrînî yên ku qet Efrîn bernedane an jî berê vegeriyane nikarin milkên xwe vegerînin, ji ber ku niştecîhên van malan pir caran leşkerên ji komên El-Emşat û El-Hemzat in. Tevî van hemû şert û mercan, niştecihên Efrînî yên ku niha li deverên di bin Rêveberiya Xweser de dijîn, bi biryar in ku vegerin gund û taxên xwe yên li bajarê Efrîn.”






