Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Trump re derkeve wê bêje ez serokê Îranê me

01/04/2026
in POLÎTÎKA
A A
Basên radestkirinê ku li Xûtayê hatin bikaranîn, ne layîqî berxwedaniya Kurdan e
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed

Zêdeyî mehekê ye ku şerê Israîl-Amerîk û Îranê bi tundî didome. Di nava vê qeyrana şer de ya ku herêma Rojhilata Navîn û Kendava Erebî li ber çûye, serokê Amerîkî Donald Trump gotinên xwe yên tewşomewşo dibêje, mîna dînan diaxive, lê pişt vî maskê dînbûnê de hegemoniyeke mezin heye. Serokê DYA’yê Donald Trump di hevpevyîneke li gel rojnameya Financial Times de got vebijêrka herî baş ji bo wî bidestxistina petrola Îranê ye. Trump her wiha ji bo Girava Xargê jî îdia kir ku “gelekî bi hêsanî” dikare ji aliyê artêşa DYA’yê ve bê bidestxistin û pergala parastinê ya giravê lawaz e. Çavdêran hişyarî da ku ji ber girîngiya wê ya stratejîk, her hewla kontrolkirina giravê dibe bibe sedema şerekî mezin û zêdebûna hejmara qurbaniyan. Girava Xargê ya Îranê ku li bakurê Kendavê ye, xwedî termînala bingehîn a welêt e ku ji sedî 90’ê firtoina petrola xav lê tê kirin. Ji van axafitinên Trump tekez diyar dibe ku armanca wî ya sereke fetisandina Îranê ye, radestkirina çend kesayetên rêjîma heyî ye. Wekî tê zanîn mijara şer û derdê Amerîka ji vê tevlîheviyê mijara aboriyê ye. Trump dibêje bidestxistina petrola Îranê vebijêrkeke herî baş e, wiha mirov dikar pênase bike ku Amerîka serweriya cîhanê bi giştî di destê wê de ye, êdî xwe mafdar dibîne ku destwerdanê di hemû welatan de bike. Ev ceberûta ku Amerîka xwe di siya wê de derdixe pêş rêbazek ji meşandina Şerê Taybet e. Her tim xwe weke pêşenga cîhanê dihesibîne û ji vê yekê dixwaze bandora li hemû welatên cîhanê bike. Çawa ku serokê Venezuela ji hêla Amrîka ve hate desteserkirin, niha jî Trump dixwaze hikumeteke li gorî xwe saz bike, dixwaze rêjîma Îranê têkbibe û kesayetekî nûnertiya rêjîmeke nû bike, deyne ser hukim. Donald Trump niha xwe weke serokê Venzuelayê yê demkî dihesbîne, jê re derkeve ew ê bibêje ez serokê Îranê me, tenê ji bo ku serweriya xwe li ser Îranê ferz bike û rêjîma wê ya milayî ya qirker lawaz bike da ku xwe radest bike.

Berî niha, Trump ji CNN re got Îran soz daye ku çekên nukelerî li cem xwe nehêle. Donald Trump îdîa kir ku di dema şer de li Îranê guhertina rejîmê pêkhatiye. Trump ji rojnamevanan re got: “Eger hûn li rewşa niha binêrin, guhertina rejîmê pêkhat, ji ber ku rejîma berê hate hilweşandin û pêşengên wê rêjîmê hemû hatin kuştin.” Wî got: “Rejîma din bi temamî bi dawî bû û ji bo rejîma sêyem, em bi mirovên cuda re mijûl dibin ji yên ku berê pê re mijûl bûne, cudatir e. Ji ber vê yekê ez difikirim ku guhertina rejîmê pêkan bûye û bi rastî ew pir aqilmend in.” Eger rast be ku weke Trump dibêje rêjîma Îranê hilweşiyabe, gelo çima heta niha êriş li ser bargeh, sazî, balyozxane û cihên cuda yên  Amrîkî  li herêmê, herwiha Israîlê têne domandin? Bi rengê ku Amerîka û Israîl xeyal dikin Rêjîm nayê guhertin, bi agirê şoreşa gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê rêjîm hildiweşe. Rêjîmeke sistemkar û qirker weke Îran ku gelên xwe di krîza aborî re derbas dikir, ew îşkence dikir û bi hezaran kes dikuştin, hem jî bi dar ve dikirin, hişt gel berî 4 mehan rabe ser piyan û têbikoşe. Têkoşîna gelan a ku hat destpêkirin ew mifteya çareseriyê bû ji bo hilweşandina rêjîmê û xelasiya gel ji xeteriya çekên nukelerî li ser gelên Îran, Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya gelên herêmê. Lê Amerîka, Israîl û tevahiya hêzên herêmî ev şoreş paşguh kirin, tenê ji bo berjewendiyên xwe tevgeriyan, ji ber vê yekê em dibînin ku şer û tevlîhevî berdewam e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.