DILYAR CIZÎRÎ
Şerê Amerîka-Îsraîl li dijî Îranê ev zêdeyî meheke dewam dike. Amerîka û Îsraîlê di rojên pêş de derbeyên giran li Îranê dan, bi taybet bi kuştina Şêwirmendê bilind ê Şoreşa Îranê Elî Xamînayî û hejmarek mezin a fermandar û rayedarên dewletê, ev derket lûtkeyê. Di wê demê de hemû kesên rewşê dişopîne texmîn kirin, ketina Îranê rojan e. Lê tevî êriş bi çekên pêşketî û giran pêk tê û tevî berpirs û rayedarên Îranê têne kuştin, Artêşa wê hîn li ber xwe dide. Şerê wê ne tenê di sînorê Îranê de dimeşe, lê belê pêla belavî gelek welatên herêmê kiriye.
Şerê heyî şerê hegemoniyê ye. Amerîka bi vê yekê armanc dike serweriya xwe di sedsala were de dewam bike û jêderên aboriya cîhanê di destê xwe de zeft bike. Îsraîlê jî dixwaze xwe veguhere hêzeke herî bi bandor a Rojhilata Navîn. Aliyan wiha texmîn dikirin, piştî têkçûna rêjîma Sûriyê û revandina serokê Venziwêlayê dê Îran di demeke kurt de hilweşe.
Îran di heman demê de li dijî berjewendiyên Amerîka li herêmê êrişên berfireh pêk anî. Ji bilî Îsraîl li dijî Kiwêt, Behrên, Siûdî Erebistan û Qeterê êriş pêk anîn. Di heman demê de li dijî Başûrê Kurdistanê jî êriş pêk anî. Di heman demê de li Yemen, Îraq û Lubnanê baskên xwe xistin dewrê.
Rewşa li Rojhilata Navîn metirsîdar e û dibe guhertin di her kêliyan de pêk werin. Bi taybet bi tevgera Heşid El Şebî li Îraqê û Huzib El Aah li Lubanê dê alozî kûrtir bibin. Diyare Amerîka dixwaze hikûmeta Ehmed El Şeri li dijî Hizib El Ah a Lubanê û Heşid El Şebî ya Îraqê bixin dewrê. Heta niha dewleta Tirk bi rê û rêbazên cûda naxwaze hikûmeta Sûriyê tevî şerê Îsraîl û Îranê bibe.
Di nerîna min de êrişa li dijî mala Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê û êrişa li dijî bargeha Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ya li Qesrikê têkildarî hev in. Îhtîmalek mezin destê dewleta Tirk û hin aliyên din jî tê de hebe. Armanca wan niha ew e gelê kurd careke din bixin nava şer. Di vê qonaxê de ne Îran û ne Tirkiyê naxwazin kurd ji vî şerî saxlem û bi hêz derkevin. Her çendî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêvajoya Aştiyê heye, li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê peymana 29’ê Çile û mijara entegrasyonê heye, carde jî dewleta Tirk di mijara gavavêtinê de astengiyan çêdike. Diyare ew li benda encamên şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ye. Da li gorî wê planên xwe çêbikin.
Di rewşeke wiha de û di dema çav li ser Rojhilatê Kurdistanê ye, êriş li dijî Rojava û Başûr zêde bûye. ji lewma niha ji her demê zêdetir pêwistiya gelê kurd bi yekîtiya netewî heye. Heger di vê rewşa veguhertina li Rojhilata Navîn û cîhanê de yekîtî nebe, dê kurd nikaribin hebûna xwe biparêzin. Niha di piratîkê de sînorên di Peymanên Qesir Şêrîn û Saykis Biko de hatibûn danîn, ji holê ra dibin. Dive partiyên siyasî yên Kurd vê yekê baş binirxînin û hêza gelê kurd baş bixin dewrê.






