Hemza Sêvo
Aram Hacî da zanîn ku armanc ji projeyê ew e ku aliyên siyasî yên Kurdî bibin yek û got, “Nexşeya vê projeyê ji şeş hêlên sereke pêktê. Zêdeyî şeş partî û tevger piştgiriyê didin pirojeyê.”
Di 18’ê Adara 2026’ê de li Herêma Kurdistanê însiyatîfeke siyasî ya nû bi navê ‘Rêkeftina Niştimanî ya Kurdî’ hat ragihandin. Ji bo piştgirîdayîna doza Kurdan projeya netewî ya ‘Rêkeftina Netewî ya Kurdî’ hatiye destpêkirin. Ev gav jî di çarçoveya geşedanên ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe bûye rojevek li ser asta Kurdistanî. Derbarê projeya‘Rêkeftina Neteweyî ya Kurdî’ lêkolîner û hiqûqnasê Kurd Aram Hacî ji rojnameya me re axivî.
‘Armanca projeyê yekîtiya aliyên siyasî yên Kurdî ye’

Aram Hacî da zanîn ku armanc ji projeyê ew e ku aliyên siyasî yên Kurdî bibin yek û wiha got: “Projeya ‘Rêkeftina Neteweyî ya Kurdî’ di bin dirûşmeya ‘Yek Netewe, Yek Çarenûs’ de daxuyanî da. Armanca projeyê di serî de yekîtiya aliyên siyasî yên Kurdî ên li herêmê ye. Proje balê dikişîne ser rewşa nearamiya li Rojhilata Navîn, herwiha bang li aliyên Kurdî dike ku nakokiyên xwe yên navxweyî bidin aliyekî û bi hev re bixebitin ji bo armanceke neteweyî ya hevpar were bidestxistin. Li gorî daxuyaniyê ezmûnên dawî yên li Kurdistanê girîngiya yekîtiyê û xurtkirina beşdarbûna di karûbarên navdewletî de nîşan dide. Dirûşma sereke ya kampanyayê ‘Yek Netewe, Yek Çarenûs’ e. Di destpêkê de 200 kes ji qat û pêkhateyên cuda yên herêmê beşdarî pêşnîyarkirina vê projeyê bûn û daxwaz heye ku qada beşdarbûnê ji hemû gelê Kurd zêdetir bike. Bê guman, li ser bingeha bersivên erênî yên ku me ji wan wergirtin û piştgiriya wan ji bo projeyê ev hevkarî bi fermî dest pê kir.”
‘Nexşeya vê projeyê ji şeş hêlên sereke pêktê’
Hacî destnîşan kir ku nexşerêya projeyê ji şeş hêlan pêktê û wiha domand: “Naveroka projeyê avakirina gotûbêjeke neteweyî ya hevpar e, hem jî kêmkirina nakokiyên navxweyî, balkişandina li ser berjewendiyên neteweyî, avakirina navendeke lêkolînê, pêşxistina dîplomasiyeke yekbûyî û amadekirina istratejiyên aborî û parastinê yên hevbeş e. Ev însiyatîf wek banga yekitiyê di navbera hêzên siyasî yên Kurdî de ye û hewildaneke ji bo xurtkirina rola wan li ser asta herêmî û cîhanî tê pêşkêşkirin. Em hêvî dikin ku hebûna wê ji kampanyayekê wêdetir be da ku çalakiyên din di nav projeyên neteweyî yên cuda de yên ku xizmeta daxwazên vê gotûbêjê an projeya neteweyî dikin bin. Wekî ku hat ragihandin, nexşeya vê projeyê ji şeş hêlên sereke pêktê: ya yekê bilindkirina asta yekdengiya neteweyî, ev yek jî ji bo avakirina zimanekî hevpar ku alîkariya mirovan bike, di nav aştiyê de bijîn û mafên xwe biparêzin. Ya duyem bidawîkirina nakokiyan, ango bidawîkirina nakokiyên navxweyî û baldariya li ser welatekî li ser hisabê nakokiyên siyasî. Ya sêyem pêşganiya herî girîng ew e ku danîna gel (netewe) li navenda siyasetê û dûrketina ji ramanên radîkal. Ya çarem avakirina tîmekî hevbeş ê pisporan ji bo lêkolîn û fêmkirina guhertinên li herêmê. Ya 5’an dîplomasiya yekbûyî ew jî bi rêya avakirina tîmekî yekane ji bo têkiliyan û danûstandinên bi rêberên cîhanî re. Ya 6’an çêkirina mertalê parastinê bi rêya pêşxistina planeke hevpar ji bo nehêle pirsgirêkên ewlehî û aborî bigihêjin malên gelê Kurd.”
‘Zêdeyî şeş partî û tevger piştgiriyê didin pirojeyê’
Lêkolîner Aram Hacî diyar kir ku zêdeyî şeş partî û rêxistin piştgirî dan vê projeyê û wiha axivî: “Heta niha bi fermî zêdeyî şeş partî û tevgeran piştgiriya xwe ji projeyê ragihandine û em ji bo piştgiriya wan spasên mezin dikin. Di serî de Konseya Rêveber a Komeleyên Kurdistanê wekî partiya yekem, hem jî Partiya Zahmetkeşan, Meyla Helwestan, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Komala (Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komunîst a Îranê), Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Yekîtiya Demokratîk Em hêvîdar in ku ev tişt di destên wan de were veguhastin bo pêkanîna miaran, helwestên siyasî û istratejîk yên neteweyî ku dikevin xizmeta gelê Kurd di vê dema girîng de ku herêm û cîhan tê re derbas dibe.”
‘Hêvî ew e ku pirojeya yekdengiyê bigihêje hemû aliyan’
Aram anî ziman ku hêvî; gihandina projeya yekdengiyê li hemû sazî û aliyên Kurdî û wiha bi dawî kir: “Bi dehan sal gelê Kurd ji bo jiyaneke azad û jiyaneke bi rûmet daxwazên xwe yên rewa têdikoşe. Em hêvî dikin ku dengvedana vê mijarê bigihêje guhê hemû hêzên xêrxwaz, çi parêzvan an jî, çi piştgiriyê didin vê doza Kurdî ya rewa û birûmet. Her çend em hêvî dikin ku ev qonax li ber çavan were girtin mijar bi demeke diyar ve ne girêdayî ye. Tiştê ku em dixwazin ew e ku em vê yekê ji alîyê hemû kesên ku di xizmeta doza Kurdî de cih digirin veguherînin helwestên netewî û ji bo derbaskirina pirsgirêkên siyasî û partîyî yên ku dijminên Kurdan her tim xeyal dikirin û ji bo berjewendiyên xwe li tevahiya parçeyên Kurdistanê bi kar bînin.”






