Ronahî Sadûn
Hevserokê TUHAY- DER a Colemêrgê Alî Bülbin diyar kir ku tevî Pêvajoya Aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest pê kiriye, lê rewşa girtiyên siyasî di zindanan de nebaş e û her ku diçe xerabtir dibe, lewra divê demildest ji bo girtiyên azadiyê qanûnên taybet werin amadekirin û bikevin meriyetê û got, “Azadiya Rêber Apo û berdana girtiyên siyasî, bingehê serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.”
Tevî ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dest pê kiriye jî, lê tu guhertin di rewşa girtîgehan û girtiyên siyasî de, çênebûne. Berovajî wê her ku diçe rewşa wan xerabtir dibe. Bi taybetî jî nêzîkbûna rayedaran, pêkanînên rêveberiyên girtîgehan, biryarên lijneyên çavderiyê ku berdana girtiyan asteng dike, rewşa girtîgehan radixe ber çavan. Di heman demê piştî pêşveçûna Pêvajoya Aştî û civaka demorkatîk û derbasbûna wê di milê qanûnî de, dihate çaverêkirin ku ji bo serbestberdana girtiyan li Bakur gavên qanûnî bihatana avêtin, lê heta niha tê xuyakirin ku dewlet vê yekê paşguh dike. Lê ji bo serbestberdana girtiyan pêwîst e zagonên Tikriyê bên guhertin. Ji ber weke tê zanîn serbestberdana girtiyan yek ji xalên girîng ên pêvajoyê ye, wê pêkanîna vê xalê gelek sûdê bide serxistina pêvajoyê.
Derbarê rewşa girtiyan di zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de, herwiha ji bo serbestberdana girtiyan di nava Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, pêwîst e zagonên Tikriyê bi çi rengî bên guhertin, Hevserokê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY- DER) a Colemêrgê Alî Bülbin ji Rojnameya me re axivî.

‘Tecrîdek gelemper li ser hemû girtiyên azadiyê tê pêkanîn’
Alî Bülbin diyar kir ku rewşa girtiyan di nava Pêvajoya Aştiyê de, mijara sereke ye û wiha got: “Rewşa girtiyên azadiyê yên ku di zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de, ji pêvajoya gelemper qut nîn e û heta gelek caran dibe mijara sereke. Ji ber ku; di feraset û polîtîkayên dewletê de, hişmendiya “girtî di destên me de ne, rehîn in û garantî ne” heye. Di demên xirab de, êrişên li hemberî zindanan dijwartir dibe, wek mînak dema ku windahî û binketinên wan çêdibe, carinan bi hovane, carinan jî pir zirav li ser girtiyan de diçin. Aliyê herî girîng jî rewşa Serokatî ye. Dema ku zor û zehmetî di zîndanan de zêde dibe, tê fêmkirin ku şert û mercên Serokatî nebaş e û rewşa gelemper di xetereyê de ye. Helbet polîtîkayên dewletê li gorî herêm, zindan û resentiya girtiyan jî, tê guhertin. Di salên 80 û 90’î de êrişên fîzîkî zêdebûn û di van salên dawî de jî, şerê taybet pêştir e. Ji bo jiyana rêxistinî xirab û belav bikin, giraniyê didin polîtîkayên mişextkirinê. Bi awayekî zirav, bi cezayên displînê, têkiliyan bi derve re qut dikin, ev jî di hêla manewiyatê de girtiyên azadiyê dide zorê. Tecrîdek gelemper li ser hemû girtiyên azadiyê tê pêkanîn. Sekna siyasî û rêxistinî, rist û mîsyona zîndanan dide pêş. Ji ber ku dewlet vê yekê baş dizane û polîtîkayên zindanan jî li gorî vê ve saz dike. Hemû pêkanînên li girtîgeha Îmraliyê, diteyîse girtigehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.”
‘Derxistina qanûnan mijareke girîng e’
Alî Bülbin anî ziman ku ji bo pêvajoyê gavên Tevgera Azadiyê avêtin û diavêje li ber çavan e û wiha pê de çû: “ Pêvajoya ku ji salekê zêdetir dest pê kiriye, ne pêvajoyek hêsan e. Gavên ku Tevgera Azadiyê avêtin û diavêje li ber çavan e. Di hêla girtiyên azadiyê de, derxistina qanûnan ji bo dewletê mijareke pir girîng û zehmet e. Lewre di hemû hêzên dewletê de fikir, raman û nêzikatiyên li hember pêvajoyê ne yek e. Bi tena serê xwe derxistina qanûnan na, bi gavên berdewama wî re, ev pêvajo dê bigihîje armanca xwe. Ji ber ku ev qanûn dê bi azadbûna milîtan û welatparêzên gelê Kurd, bi hatina Gerilayan û di siyaseta demokratîk de bi cih girtina wan, watedar bibe. Helbet a herî girîng azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Azadiya Rêbertî destpêka Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Lewra derxistina van qanûnan ji bo vê pêvajoyê, mijara herî esasî ye.”
‘Di qanûn û makezagona Tirkiyê de mafên gelê Kurd bi tu awayî nîn e’
Alî Bülbin di dewamkirina axaftina xwe de tekez kir ku di mijara girtiyan de pêwîstî bi guhertinên bingehîn hene û wiha bilêv kir: “Weke tê zanîn di pêvajoyên beriya niha de jî, hin guhertin bi navê “3.Yargı Paketî, 4. Yargı Paketî” û hwd… çêbûn. Lê ji ber ku di van paketan de, guhertinên esasî çênebûn, bêsûd û bêwate man û negihiştin armanca ku dihat xwestin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd rast nedihat fêmkirin û li gorî refleksên dewletê jî “formûla herî encamgir” leşkerî bû ku navê pirsgirêkan rast neyê pênasekirin, ji bo wê ne pêkan e ku tu formûl û çareserî pêş bikeve. Qanûna bi navê TMK, bi serê xwe sedema bêhiqûqiyê ye. Wek gava yekem, divê di serî de ev ji holê rabe. Li Tirkiyê pirsgirêka Kurd heye û bi vê sedemê jî gelek şoreşger û welatparêz niha di girtîgehan de ne. Hemû xebat û tevgerînên Kurdewarî di qanûnên heyî de wekî “teror” hatiye pênasekirin û li gor wê jî nêzikatî tê raberkirin. Di qanûn û makezagona Tirkiyê de mafên gelê Kurd bi tu awayî nîn e. Ji ber vê ye ku hemû xebat li derveyî zagonan e. Ev nêzîkatî pirsgirêka heyî kûrtir dike, lewre daxwaza mafên herî insanî jî, wekî sûcên giran tê dîtin û bi hêsanî tê terorîzekirin. Daxwaza mafê herî rewa, wekî perçekirina welat tê pênasekirin. Mafê siyasetê (ziman û çand jî di nav de) ji xwe demdirêjî qedexe bû û ev qedexe niha jî di gelek hêlan de berdewam dike.
Bi vê boneyê, mirov dikare tiştên ku destpêkê divê bên kirin wiha rêz bike: 1- Di qanûnan de pênasekirina statuya Rêbertî û pejirandina mafê hêviyê. 2- Girtina Girtîgeha Tîpa F ya Grava Imraliyê. 3- Rakirina TMK yê. 4- Ji bo siyaseta demokratîk, avêtina gavên hiqûqî û bingehîn.”
‘Gavên destpêkê yên çareseriyê berdana girtiyan e’
Alî Bülbin axaftina xwe wiha qedand: “Serbestberdana girtiyan bêguman dê bandorekî mezin li ser pêvajoyê bike. Dema mirov bi hûrgilî lê mêze dike, di hemû formûlên çareseriyan ên pirsgirêkên welatên din de jî, gavên destpêkê berdana girtiyan e. Ev yek, hem ciddiyeta aliyan dide diyarkirin, hem jî daxwaza çareseriyê raber dike. Ji ber ku bawerî, di çareserkirina pirsgirêkan de xala herî girîng e. Êca dema mijar dibe gelê Kurd an jî pirsgirêka Kurd, ji ber pêkanînên dewletê yên bi salan, baweriya gel bi dewletê nayê. Ji bo ku ev dijminahî û bêbaweriya kûr ji holê rabe, divê gavên şênber werin avêtin. Di nav van gavên şênber de jî yên herî esasî kijan bin, divê destpêkê ew gav bên avêtin û bên sepandin ku mijar pirsgêraka Kurd be jî, Girtiyên Azadiyê rastiya herî şênber e. Berdana girtiyan, dê bandora xwe ya erênî bike, bawerî û piştevaniya pêvajoyê mezintir bike. Ji ber vê jî, divê demildest ji bo girtiyên azadiyê qanûnên taybet werin amadekirin û bikevin meriyetê.”
Alî Bülbin kî ye?
Navê min Alî Bülbin 38 salî me. Niha Hevserokê Tuhay-Der’a Colemêrgê me. Ji ber doza Kurd di dîrokên cuda de çar (4) caran hatim girtin û bi giştî 9 salan di zindanê de mam. Herî dawî di 2021’an de hatim girtin û 8 meh beriya niha hatim berdan. Niha li Geverê dijîm û Hevserokê Tuhay-Der’a Colemêrgê me.






