Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerê Îranê û biryara Kurdan

01/04/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Şerê Rojhilata Navîn bê navber  dewam dike. Di şer de eniyên nû vedibin. Her êvar herkes li benda Trump e ka wê çi peyam bide. Tu gotinek wî hev nagire. Peyamên ji hev tezat bi kar tîne. Di vî şerî de, ji hev çi dixwazin jî ne diyar e. Lê vî şerî li hemû cîhanê bandora xwe li jiyana rojane jî kir.

Li dijî şeran seknek çawa dertê pêş? Herkes peyva aştiyê derdixê pêş. Dizanin bi şer tu pirsgirêkên cîhanê nehatine çareserkirin. Şer bi xwe re wîcdanek mirovahiyê jî diafrîne. Û ev wîcdan derbasî kolanan dibe. Gelek caran jî encam digirin.

Li Amerîka û li Îsraîlê bi milyonan însan li dijî şer derketin kolanan û gotin ev şerê ku welatê me dixe bin xeteriyê were seknandin. Artêş û Polîsên Amerîka êrişê wan nekirin û destûrdan da ku mafê xwe yên demokratîk bi kar bînin. Ne bersiv dane daxwazên wan û nejî midaxele kirin. Bi tenê temaşekirin.

Em vegerin Îranê. Beriya ku şer destpêbike li serenserê Îranê xwepeşandanên girseyî hebûn. Daxwazên reforman û mafê xwe dikirin. Bersiv; Bi hezaran kes hatin qetilkirin. Lê dema ku şerê li dijî Îranê destpêkir, ev xwepeşedan rawestiyan.  Normal dikaribûn rewşa defacto bikarbînin û kolanan jî wek eniyek ‘maf bidestxistinê’ bikarbînin. Nekirin. Du sedem hebûn. Anjî du hişmendî derdiketin pêş. Aliyek digot, me daxwazên xwe yên ji rejimê, ji bo welatê me dibin xeteriyek mezin deye, da seknandin. Anjî taloq kir.

Aliyê duyem digot, em vê rejimê baş nas dikin. Di demên asayî de bi hezaran kes qetil kiribe, di dema şer de bi deh hezaran kesî dikare qetil bike. Ji ber van sedeman kolan vala bûn.

Li Tirkiyê jî heman hişmendî heye. Li hember maf xwaza wek rejima Îranê tevdigerê. Her tim êrîşkar bûye. Di salên şerê bi Kurdan re hemû demokrat-çepgirên wan jî li kêleka hikumetê cîh girtin. Li parlementoyê li dijî Kurdan dema teskereyek-fermanek derdiket ew jî diketin pêşbirka zû îmze kirinê.

Îroj çapemeniya Tirkiyê bêsekin û bêşerm pesnê xwepeşandanên li Îsraîl û Amerîka dike.

Lê li Îranê trajediyeke mezin heye. Gelên li Îranê bedela xetayên rejima Îsamî didin. Jiyana li wêder ser û bin buye. Roj bi roj her ku diçe civak nikare pêdiviyên xwe yên însanî yên rojane tedarik bike. Herkes li benda dawî û encama şer e.

Kurd jî li benda encama şer in. Hemû amadekariyên wan ji bo encama şer hatine kirin. Di dîrokê de di germahiya şeran de biryarên ku Kurdan girtin, di encama şer de jî çi aqûbet jiyan baş tê zanîn. Komara Kurdistan, Serdema Şêx Mehmûd Berzencî, Kurdistana Sor û herî dawî şerê Sûrî de leyîskên Amerîka. Ev çend mînakên ku bi trajedî û şikestina hêviyan bi dawî bûn bû.

Ji ber vê yekê Kurdên Rojhilatê Kurdistan ji wê raboriyê dersên mezin girtî û li gor vê yekê tevdigerin. Edî Kurd der barê qedera xwe de bixwe biryaran didin û li gor vê biryarê jî tevdigerin. Di şerê Rojhilata Navîn de jî li benda encam-dawiya şerin. Li Îranê rejim were guhartin, rejima nû wê mafên Kurdan bide an na. Ewê wê demê bi staratejiyek nû têkoşîna xwe bidomînin. Heger Amerîka û Îsraîl li Îranê bibin xwedî statuyek, evcar jî wê li gorî vê guhertinê biryarek bidin. Ev biryra wan ji aliyê Rêber Apo ve jî ji nêzikte tê şopandin. Ji bo kêmasî û xetayên dîrokê neyên dubarekirin midaxele jî dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.