Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelo hikumeta demkî dixwaze Kembera Erebî dewam bike?

01/04/2026
in ROJEV
A A
Gelo hikumeta demkî dixwaze Kembera Erebî dewam bike?
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Tevî ku rejîma Baasê hilweşiya, lê hikumeta demkî hîn jî di pratîkê de hin siyasetên berê didomîne, wekî ne qebûlkirina rastîn a nasnameya Kurdî û bikaranîna navên Erebî ji bo bajarên Kurdî ku ev jî dewama projeya Kembera Erebî ye. Ev yek jî nîşan dide ku pirsgirêka Kurdan hîn li Sûriyê çareser nebûye û hewcedariya nêzîkatiya qebûlkirina mafên wan heye.

Sûriyê welatê ku pirsgirêkên wê ji ber siyasetên kur ên dewletan nayên çareserkirin. Em ê di rapora xwe de balê bikşînin li ser siyaset û rewşa Sûriyê, bi taybet guhertin nasname û navên Kurdan an jî bi wateya rastîn paşguhkirina gelê Kurd di nava sîstema dewletê de. Guhertina navên bajar, gund û navên kesane yên Kurdan li Sûriyê, beşek ji polîtîkayên dewletên desthilatdar ên ku li Sûriyê cih girtibûn û bi roja îro re jî ev siyast tê meşandin. Bi taybet bi hatina rejîma Baas a ku di 8’ê Kanûna 2024’an de têk çû, ev polîtîka herî zêde hatibû meşandin. Armanca vê yekê ji holê rakirina nasnameya Kurdî û guhertina demografîk a herêmên Kurdî bû. Lê rejîma Baas çû û li şûna wê desthilateke nû bi destên tarî hat.

Gelek hewldan hatin kirin ku Kurdan ji çanda herêmê dûr bixin

Gelê Kurd gelê kevnar di herêmê de ye, ji sedên salan zêdetir li ser axa Rojhilata Navîn dijîn, di tesbîtkirinên dîrokê de ew ji gelên resen ên herêmê ne. Lê gelek hewldan û asmîlasyon li ser wan hatî meşandin, da ku dîroka wan berovajî bikin û wan ji dîroka herêmê dûr bixin. Bi taybet bi îmzekirina peymanên li herêmê yan jî bi destpêkirina komployan li ser gelên herêmê û guhertina Rojhilata Navîn ber bi nexşeya nû ve, ev yek xwe da pêş.

Kurd bi Kurdistanê tên naskirin

Berî ku em li ser paşguhkirin an jî guhertina nasnameya Kurdî li Sûriyê bikin, divê em vegerin dîrokê û hinekî behsa jiyana mirovahiyê bikin. Bi destpêkirina jiyanê re sîstemên desthilatdar an jî dewlet nebûn, lewma di wê demê de paşguhkirina mirov çi jin an jî mêr, nebû. Lê dem hat û jiyan guherî ku jiyana mirovahiyê ber bi sîstema dewletê ve çû. Qaşo dewlet li ser bingehê avakirin û hevgirtina mirovan di bin vê sîwanê de hatibû avakirin, wekî ku jêre dihat gotin. Lê mixabin “gotin nabe pratîk û pratîk jî nabe gotin” ev jî li ser erdê xwe nîşan da. Dema dewleta avabûn bi zihniyeta mêrê desthilatdar ku tenê berjewendiyên şexî ne civakî danîbû pêş çavên xwe, pêk hatin. Ji ber gelê Kurd bi avakirina dewletan re parçe parçe bûn û ji hev hatin cudakirin. Mînaka wê “Kurdistan” Kurdistana ku bi Kurdan tê naskirin, li Qesra Şêrîn û Lozan bi sînoran hatin xêzkirin û parçekirin, ev hemû li ser hesabê berjewendî û pêkanîna nexşerêya desthilatdar û dewletan bû. Li vir Kurd di nava sînorên çar dewletan de man. Li vir êdî asmîlasyona siyasî kete rola xwe ya girîng ku çawa gelê Kurd bê tunekirin, hemû dewlet bi yek zihniyetê tev geriyan û Kurd kirina armanca xwe ku wan ji dîrokê rakin, ji ber li dijî siyaseta wan dibin asteng û nikarin li gorî xwe gelên din asmîle bikin, ji ber fikrên Kurdan wekhevî, demokrasî û pirrengî ye. Ev yek têra dewletan nekir, lewra li her çar parçeyên Kurdistanê navê Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat hatin guhertin û bûn Tirkiyê, Sûriyê, Îran û Iraqê, da ku ev dewlet bidin diyarkirin, ev ne welatên Kurdan e. Jiyana Kurdan bi vî rengî li çar aliyên Kurdistanê hate jiyankirin, lê Kurd li hemberî vê yekê ne bêdeng bûn, têkoşer û berxwedêr bûn, hem jî di encama vê siyasetê de gelek êş dîtin û bûn qurbanî, heya roja îro jî wisa li serê wan tê. Me ev mînak anî ziman, da ku em berê xwe bidin mijara xwe ya bingehî amîslasyona Kurdan li Sûriyê.

Di nava Sûriyê de paşguhkirina Kurdan û guhertina navên wan

Dewletê rengê Sûriyê guherandin! ku ji jiyana pirrengî ber bi jiyana yekalî ve bir, bi taybet di dema rejîma Eseed de ku zêdeyî 60’î salî li ser desthilatdariyê ma, gelên Sûriyê gelek qonaxên êşê ji vê rejîmê kişandin. “Zinara Erebî” ku jêre digotin Kembera Erebî li ser Kurdan li Sûriyê hate meşandin. Rêjîma Sûriyê bi biryara (521) a sala 1974’an, zeviyên Kurdan yên di salên 1965, 1966 û 1967’an de dest danîbû ser wan ku bi dirêjahiya 272 kîlometran û kûrahiya 10 – 15 K.M (Nêzîkî 3 milyon Donim) li Erebên “Xemir” ên gundên wan di ava bendava Feratê de mabûn belav kirin. Sala 1963’an, piştî rejîma Baas desthilata Sûriyê wergirt, lêkolîna ku ji aliyê Serokê Ewlekariya Siyasî ya Hesekê yê wê demê Mihemed Teleb Hilal hatibû kirin, weke lêvegera sereke ji bo bicîkirina Zinara Erebî hilbijart. Rêjîma Sûriyê bi rêya vê projeyê hewl da demografiya Rojavayê Kurdistanê biguhere, 40 komelgeh li deverên Kurdî ji Erebên Xemir re ava kirin. Rêjîmê beşek ji projeyê bi cih kir û dest danî ser gelek zeviyên Kurdan, ev bû sedema koçberiya bi hezaran ji Kurdan.

Herwiha tevî ev proje ji aliyê gelê Kurd ve hatibû redkirin, lê bê îradeya wan ev proje ji aliyê dewletê ve pêk hat. Gelek kesên ku ev yek red kiribûn jî hatin desteserkirin û girtin ku gelek salan di zindanên rejîmê de man û rastî işkenceyê jî hatin. Piştî derbasbûna gelek sal li ser bicîkirina Zinara Erebî, hîn jî zeviyên Kurdan ji bo wan nehatine vegerandin. Li kêlek vê yekê jî ne tenê zeviyên Kurdan ji wan hatin birin, lê navê bajar û gundên Kurdan hatin guhertin ku ji Kurdî bûn Erebî, herwiha qeydkirina navên Kurdî di nifûsên Sûriyê de qedexe bûn, an jî Kurd bê nasneme dihatin hiştin. Heya roja îro jî gelek şêniyên resen ên Sûriyê derveyî gelê Kurd, bê nasnameya Sûrî ne, ji ber li ser wan jî hatibû qedexekirin. Mînak navên bajarên Kurdan wekî Dêrik Malikiyê jêre digotin, Kobanê- Eyîn Ereb, Serêkaniyê- Rais Elyîn, Qamişlo- Qamişlî, Amûdê- Amûda û hwd… ji navên bajarên ku bi eslê xwe Kurdî ne, hatibûn guhertin.

Zinara Erebî çi ye?

Zinara Erebî ew projeyeke nijadperest û projeyeke Beisyane bû ku li Rojavayê Kurdistanê di sala 1974’an pêk hat, lê plana wê sala 1965’an hatibû dayîn. Armanca wê projeya Beasiyan, ew bû ku axa Rojavayê Kurdistanê dagir bikin û hebûna gelê Kurd a li ser axa bav û kalên wan tune bikin. Kembera Erebî berdewamiya projeya serjimêriya sala 1962’an bû ku tê de zêdetirî 120 hezar Kurd li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ji mafê welatîbûnê bêpar man.

Rejîma Beasê, 4 hezar malbatên ji eşîrên Ereban ên Reqa û Tebqayê li 41 gundên Kurdan ên li parêzgeha Hisîçayê ji Dêrikê heta Serêkaniyê bi cih kirin. Ji wan Erebên ku niha di erdên Kurdan de ne, li herêmê gelek nav ji wan re tên gotin wekî Erebên Xemir, Mexmûrî û Erebên hawirde. Herwiha li her gundekî Kurdan jî muxtarekî Ereb bi destê rejîmê dihat dayîn, da ku ji xwe re tekez bikin muxtar xwediyê gunde. Hîna jî li gelek gundewarên Kurdan muxtar hene û xwe xwediyê gund dihesibînin.

kes nikare bêheqiyê bike û heqê Kurdan bixwe

Rejîm Baas çû û hikumeta demkî ling li şûnê danî, ew jî heman nêzîkatiyê li hemberî gelê Kurd dide meşandin, ji ber niha piştî rewşa dawî ya ku li herêmê rû da, lihevkirina 29’ê Çileyê di navbera QSD’ê û vê hikumetê de hate îmzekirin, di wê lihevkirinê de xweseriya bajarên Kurdan divê were parastin û hemûban Kurdan wekî yek ji gelên bingehîn ên Sûriyê bê qebûlkirin. Lê pratîka li ser erdê berovajî vê yekê tê, ji ber hikumeta demkî ew jî bi israre ku navên bajarên Kurdan eyîn rejîma Baasê bi nav bike. Herwiha eyîn şêwaz dide meşandin, mînak ji bajarê “Kobana berxwedê” re dibêje, Eyîn El-Ereb, lê di bîlanço û serjimariyê fermî de hatine tekezkirin ku bajarê Kobanê, Efrîn û gelek bajarên din ên Kurdan e, navên wan di bingehê de Kurdî ne. Lewra di vir de jî her çiqasî ew bixwazin nasnameya Kurdan di Sûriyê de bidin guhertin, nikarin. Ji ber kes nikare bêheqiyê bike û heqê Kurdan bixwe, ger bi çi rengî be jî Kurd wê bighên mafê xwe. Ji bo wê divê hikumeta demkî ya Sûriyê di têgehên xwe de baldar be, nasnameya Kurdan hebûna wan e, ger hebûna Kurdan bê xwarin, wê demê nasnameya wan jî tê windakirin, li hemberî vê yekê jî, yek Kurd qebûl nake.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.