Solîn Mihemed/ Qamişlo
Hêvan Hemo jineke wênesaz e, ji biçûkaniya xwe ve dildara xêzkirin û wênesaziyê ye, bi rêya tabloyên xwe yên bedew hewil dide hestên xwe ji civakê re vebêje.
Di her jiyanekê de êş, xemgînî û kêfxweşî hene. Gelek mirov bi riya van hestan wêneyan saz dikin û tê de tişta di hundirê giyanê xwe de bi riya wênesaziyê derdixin. Îro roj mirov bi riya wêneyan û herwiha bi riya wênesaziyê êşên xwe tînin ziman. Di Cîhanê de bi hezaran wênesaz hene yek ji wan jî Hêvan Hemo ye. Wê ji biçûkaniya xwe ve ji wênesaziyê hez dikir û heya ku mezin bû berdewam kir.

Çîroka wênesaz Hêvan Hemo
Wênesaza bi navê Hêvan Hemo ku temenê wê 29 sal e. Ew jineke ku ji bajarê Efrînê ye. Ji destpêka ku ew biçûk bû ji wênesaziyê hez dikir heya ku mezin bû jî ew heskirina wêneyan di dilê wê de bû. Jineke ku bi helwest û hezkirina xwe wêneyan saz dike. Dema ku temenê wê 5 salî bû wê ji wênesaziyê hez dikir, ji ber hezkirina wê ji wênesaziyê malbata wê pêre bûn alîkar û wê şandin perwerdeyên wênesaziyê. Di biçûkaniya xwe de di ber jêhatîna xwe ya wênesaziyê jî Hêvan Hemo pêre dixwend û xwendina xwe berdewam dikir. Lê ya herî zêde hezkirina wê ji wênesaziyê re bêtir bû. Lê belê dixwest ku di xwendina xwe de jî serkeftî be. Hêvan Hemo ew ne tenê di malbatê de ji wênesaziyê hez dikir lê belê xuşk û birayên wê jî ji wênesaziyê hez dikirin.
Jiyana ku qedandî
Ji ber koçberiya wê ya bajarê Efrînê jî lê her tim hezkirina xwe ya wênesaziyê ji bîr nedikir. Hêvan Hemo ji ber ewqas koçberiyên wê jî lê wê wêneyên xwe berdewam dikir û saz dikirin. Piştî ku wê xwendina xwe ya bekeloriya bidawî kir berê xwe da Akademiya Endeziyarî ya Mîkanîk li bajarê Helebê. Demeke dirêj xwendina xwe kir û bidawî kir. Piştre Hêvan Hemo karê xwe yê wênesaziyê kir, û tevlî pêşengeha kir. Ew heya niha tevlî 6 pêşengehên cuda bûye û tê de keda xwe daye xuyakirin. Herwiha Hêvan Hemo 2 salan cihekî xwe li Helebê vekir û milet pêşwaziya wêneyên wê dikirin. Dema ku ji Helebê vegeriya berê xwe da bajarê Qamişlo û wênesaziya xwe berdewam kir. Herwiha wê demekê perwerdeya wênesaziyê ji zarokan re vekir û wan fêrî wênesaziyê dikirin. Lê ew niha di ber wênesaziya xwe re jî karê Montajê jî dike.
Hêvan Hemo hestê di hundirê xwe de bi riya wênesaziyê derdixe. Hêvan got ku” eger kesê ji wêneyekê hez neke nikare wê wêneyê saz bike. Ji ber ku ew daxwaz û hezkirina wê ne li gorî wêneya ku dixwaze derbixe dernakeve. Herî zêde wêneyên wê li ser xemgîniyên ku di jiyana Kurdan de çêdibin saz dike. Wêneyên wê yên ku herî zêde balê dikişînê, wêneyên ku li Şêxmeqsûd komkujiyên ku çêdibûn. Ji ber ew êşa ku didît bi riya wêneyan re hestên xwe derdixist. Ew di dema pêş de naxwaze jîhatiya xwe ya wênesaziyê winda bike her tim dixwaze ku wêneyan xêz bike û di riya wêneya re buyerên ku çêdibin ji milet re bide xuyakirin.






