Esma Mistefa/Qamişlo
Rêvebera Meclisa Jin a Sûrî li Qamişlo Muna Yûsîf da zanîn ku hikumeta Sûriyê hê jî li dijî hêza cihgirtina jinan di nava siyaset û leşkeriyê de ditirse û got, “Em îro behsa mafê jinê di giştî Sûriyê de dikin, xeta me ya têkoşînê jî ji bo azadî û misogeriya mafê hemû jinan e.”
Sûriye demeke di rewşa nearamî, guhertin û ne istiqrarê de jiyan dike ku heyanî niha jî tu serkeftin û jiyan aram ji bo gelê ku bû 14 sal in di nava şer û ne istiqrarê de ne neaniye. Hikumeta demkî Sûriye yê ber bi rewşeke xirabtir ve bir ku ew jî ji rijandina xwînê re nebû bend û hê zêdetir tîyê wê bû ku bû saleke bi dehan komkujî bi serî gelan û pêkhateyên di Sûriyê de pêk anîn. Di van guhertinan de yek jê destwerdana wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû ku xwest Rêveberiya Xwser bike hedefa xwe, lê belê bi girtina xeta Netewa Demokratîk û avakriina aştiyê, di vê yekê de bi ser neket, û rewş bi serpereştiya Rêveberiya Xweser û HSD’ê ve hat xala ku hikumeta heyî mecbûrî li ser maseya lihevkirinê rûne û mafê gelê Kurd paştguh neke.
Di entegrasyon û guhertinên ku di Sûriyê de têne qewimandin re, rewşa jina Sûrî û Kurd di van guhertinan de wê ber bi ku ve û çawa be, tê nîqaşkirin. Bi taybet hebûna jinên ku felsefeya azadiyê ji xwe re kirine bingeha jiyanê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumeta demkî ya Sûriyê li dijî azadiya jin û mafê wê ye! Girêdayî van mijaran Rêvebera Meclisa Jina Sûrî li Qamişlo Muna Yûsif ji Rojnameya me re axivî.

‘Hebûna desthilatdariyê destê zihniyeta mêrperest bi hêz dike’
Muna Yûsif di destpêkê de bal kişand ser rola jin di Sûriyê de û wiha got: “rewşa jin ji berê de di nava Sûriyê de ne di asta ku bikaribe bi azadî û serbest jiyan bike û nêrîna xwe bîne ser ziman. Lê belê jin bi xwesertiya xwe jiyan dikirin her jinek ji her pêkhateyekê bi azadiya xwe li gorî bawerî û ola xwe jiyan dikir. Lê jin ji siyaseta durxistinê ji cihên biryardariyê û siyasetê her tim bê par bû. Ev zihniyet di hemû civakên dersthilatdar û zayendperest de heye û zû zû nayê guhertin.
Ev rewş hê xirabtir bû bi hatina Hikumeta demki li Sûriyê re. jin ne tenê di nava qalibên civakê de winda man, di heman demê de ji hêz, îrade û xwesertiya xwe pê par man. Di her milî de ev sîstem destwerdanê li jinê dike, ji cil û bergên wê bigre heyanî xwendin, malbat û şeklê jiyana wê. Ev yek ji bilî kiryarên ne diyar yên ku li ser wê têne meşandin. Hatina vê zihniyetê li ser jinê xeter e û hêzê dide malbat û zihniyeta mêrperest ku li ser jinê hê bibe hêzeke iqtîdarê û ew jin di mal de jî bibe hebûneke bê îrade.”
Guhertina ber bi demokrasiyê ve bi misogerkirina mafê jinê pêkan dibe
Muna di domdariya axaftina xwe de ev anî ziman: “Di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ezmûna ku jinan di rêvebirina civakê de bidest xistiye, dikare bibe mînak ji hemû jinên cîhanê re û bi taybet ji hêzên ku baweriya xwe bi hebûna jin di îdarekirin û rêveberbirinê de nîne. Jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne tenê têkoşîn ji bo jinên herêmê dan meşandin, em divê bifikirin ku ji jinên cîhanê re hêza wan ya hundir raxist ber çavan ka hêza te di siyaset, leşkerî, dîplomasî û civakê de çiqas e û erka te çi ye. Bi felsefe û tecûbeya xwe hêza jinan derxist holê û xwe kirin mînak.
Di van guhertinên ku Sûriyê tê re derbas dibe de, û bi destwerdana xwe li destkeftî û projeya Rojavayê Kurdistanê, yek ji hedefgirtinên sereke ew bû ku hêza jin di hemû qadan de tune bikin. Heya niha jî dema em bala xwe didin mijara entegrasyona ku tê kirin de, hikumeta Sûriyê hê jî li dijî hêza cihgirtina jinan di nava siyaset û leşkeriyê de ye. Gelek daxuyaniyê bi vê awayî ji aliyê Ehmed El Şeraa ve hatin dayîn. Mijara jin hê jî di nava Sûriyê de, li herêmên Rojavayê Kurdistanê de rûxmî entegrasyonê, tirsa hikumetê jê heye û bi awayekî fermî qebûl nekiriye. Xuyaye ku hikumet di vê mijarê de dudilî ye û ditirse. Ger em dixwazin guhertineke rast di Sûriyê de ber bi wekhevê û demokrasiyê ve bidin avakirin, divê di destpêkê de hikumeta Sûriyê îradeya jin ya di hemû aliyên jiyanê de paştguh neke û mafê wê bê misogerkirin.”
‘Ev xeta me ya têkoşînê ye’
Muna di dawiya axaftina xwe de yekbûna hêz û îradeya jinên Sûriyê di pêkanîna guhertinê de anî ziman û got: “Jin di giştî Sûriyê de divê bizanibin wê baweriya ku di sedsala heyî de nabe ku cihên biryardariyê bê hebûn û nêrîna jin bin. Em îro behsa mafê jinê di giştî Sûriyê de dikin û ev têkoşîn li ser azadiya jin û mafê wê hatiye destpêkirin, ji lewra ev wê biryar û xeta me ya rêxistinkirin û têkoşînê be. Em bibin artêşek jinên Sûrî li hember siyasetên durxistin û tunekirinê bisekinin, em bihêlin






