Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bahçelî: Divê demildest qanûnên xizmeta pêvajoyê dikin bên amadekirin

31/03/2026
in ROJEV
A A
Bahçelî: Divê demildest qanûnên xizmeta pêvajoyê dikin bên amadekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi lêv kir ku ji bo derxistina qanûnên pêvajoyê rewşeke guncav derketiyê holê û ev tişt gotin: “Niha û şûn ve tişta ku divê bê kirin qanûnên xizmetî pêvajoyê dikin bi awayê demildest amadekirine.” 

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe ya li Meclise de axivî. Devlet Bahçelî anî ziman ku hezên sermayedar bi nûjênkirina peymana Sykes-Pîcot zilmê li erdnîgariya mislimanan dikin û bertek nîşanî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê da. Devlet Bahçelî bi lêv kir ku di nav van gengaşeyan de ew wek Tirkiyeyê xwe girtiyê mîsogeriyê û diyar kir ku çavê hêzên sermayedar li Hewlêr, Musûl, Kerkuk, Tebrîz û Urmiyeyê ye ku ew der ne tenê welatên cîranin di heman demê de ji bo wan birayên ziman û olî ne. Devlet Bahçelî destnîşan kir ku li dijî zilma Îsraîl û Amerîkayê dem pêwîst dike ku li rex Îranê bisekinin û divê şer demildest raweste.

Di berdewama axaftina xwe de Devlet Bahçelî anî ziman ku di nav van pêvajoyên şer de di hundir de xwe xurtkirina Tirkiyeyê pêwîstiyeke bingehîn e û wiha pê dê çû: “Welatê me dê nav van krîzan de ye û dê ji van krîzan bi aramî derbikeve. Her gotinek û kirineke zerarê dide aramiya hundir a Tirkiyeyê. Polîtîkaya xwe xurtkirinê û destpêka pêvajoya Tirkiyeyê raste û ewlehiya me ya neteweyî ji xwe re dike hedef.”

Devlet Bahçelî bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew pêvajo xurtkirina biratiyê ji xwe re dike armanc. Komîsyona Meclîse rapora hevpar amade kir. Ji bo çêkirina qanûnan rewşeke guncav derketiyê holê. Ji niha û şûn ve tişta ku divê bê kirin ew ê ku qanûnên xizmetî pêvajoyê bike divê demildest derbikevin. Yekitî û biratiya me dê bibe çeka me ya herî xurt. Di vê serdema krîtîk de berpirsyariya hemû partiyên siyasî û medyayê ew ê ku ji gotin û kirinên provakasyonê yên li dijî pêvajoyê dûr bisekine. Di vê pêvajoya ku di hundir de em aramiyê pêk tînin. Devşîrmeyên hundirîn li gor dewletên li dijî pêvajoyê ne tevdigerin û provakasyonan dikin. Armanca me ew e ku em neyên provakasyonan û Tirkiyeyeke demokratik ava bikin. Ew pêvajo ji bo welatê me firseteke dîrokî ye. Bêguman ev pêvajo dê pêk were. Netewa me û dewleta me yek e. Ala me yek e. Welatê me yek e. Bila kes hesabên şaş neke û neyê tahrîkan û fîtnetiyan neke û nekeve şaşiyên parçebûnê. Çawa ku merhameta me heye kudreta me jî li têrî hemû kesan dike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.