Esmehan Gedro/Qamişlo
Bi boneya 4’ê Nêsanê roja rojbûna Rêber Apo, Kongra Star bi amadebûna zarokên şehîdan li goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo çalakiyek li dar xist
Bi boneya 4`ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocelan, Kongra Star li goristana şehîd Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo çalakiyek li dar xist, di çalakiyê de zarokên şehêdan amade bûn.
Di destpêka çalakiyê de zarokan destên xwe bi rengên kesk, sor û zer boyax kirin û li ser çawekî spî dan. Piştre silogana ‘Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Rêber Apo’ hat bilindkirin û kevokên spî ku sembola azadiyê ne hatin firandin.

Di çalakiyê de rêvebera Kongra Star ya Qamişlo Xebat Beşîr axivî û wiha got: “Em rojbûna rêberê mirovahiyê Rêber Apo pîroz dikin ûvê rojê pîroz dibînin. Em ê her tim rojbûna wî bibîr bînin heya ku serokê me di nava me de azad bibe. Em di vê çalakiyê de û bi hatina rojbûna Serok Apo re daxwaza azadiya wî ya Fîzîkî dikin. Em îro di vê rojê de zarokên şehîdan kom dikin da ku tevahî cîhan nas bike ku şehîdên me rûmeta me ne. Heya ku Serokê me azad nebe em ê her tim çalakiyên xwe li dar bixin.”
Di vê çarçoveyê de zaroka bi navê Dîlda ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Bi boneya 4’ê nîsanê Îro em li vê
derê ne, ev roj ji bo me gelekî girîng e. Ez di vê rojê de gotina xwe ji Rêber Apo re rêdikim û jêre dibêjim, “Bijî Kurd û Kurdistan, bijî Rêber Apo. Em weke zarokên şehîdan ji bo Rêber Abdullah Ocalan jiyan dikin û daxwaza me ew e ku Rêber Abdullah Ocalan ji zindanê were berdan û fîzîkî azad bibe.”






