Navenda Nûçeyan
Rêber Apo da zanîn ku planeke hegemonîk li ser Rojhilata Navîn heye û got, “Çareseriya entegrasyona demokratîk nêzîkatiyeke li ser bingeha civakê esas digire, pirsgirêka me bi komarê re nîne, mesele ew e ku komara Tirkiyê ne demokratîk e.”
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di 27’ê Adarê de hevdîtin bi Rêber Apo re kir.
Di hevdîtinên Rêber Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê civînek li dar xist û di 31’ê Adarê de heyetê daxuyaniyek da û tê de nameya Rêber Apo hat belavkirin.
Nirxandinên Rêber Ocalan ên di hevdîtinê de bi kurtasî bi vî rengî bûn:
‘Planên hegemonîk li ser Rojhilata Navîn hene’
Rêber Apo di nameya xwe de diyar kir ku planên hegemonîk li ser Rojhilata Navîn hene û got, “Divê nêzîkatiyeke teng ji vê pirsgirêka mezin re neyê nîşandan ku em hewl didin çareser bikin. Ji ber ku planên hegemonîk ên kûr li ser Rojhilata Navîn hene. Li Sûriyeyê li gel rewşa jandarî heta astekê bûyerên erênî rû didin. Niha jî şerê Îranê di rojevê de ye. Di şerê Îranê de sê xet derketine holê: Ya yekemîn; xeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îsraîlê. Ya duyemîn; xeta parastina statukoyê ya hin hêzên navneteweyî û herêmî, ku Îngilistan serkêşiyê jê re dike. Xeta sêyemîn jî xeta jiyana hevpar û demokrasiyê ye ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk em wê diparêzin. Bûyerên li Îranê diqewimin mafdarî û girîngiya pêvajoya li Tirkiyeyê careke din raxist pêş çavan.”
‘Em çareseriya Anatolî-Mezopotamiyayê esas digirin’
Rêber Apo da zanîn ku ew çareseriyeke di çarçoveya Anatolî-Mezopotamyayê de ji xwe re dikin esas û wiha domand: “Têkiliya Anatolî-Mezopotamyayê xwedî kokên dîrokî yên kûr e. Peymana aştiyê ya mezin a yekemîn a dîrokê Peymana Kadeşê ya navbera Hîtîtan û Misiriyan de bû. Dîroka siyasî ya çar hezar salî ya li Rojhilata Navîn nîşan da ku ewlehiya Anatoliyê ji Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê derbas dibe. Entegrasyona demokratîk tê wateya tevlîbûna çanda Mezopotamyayê weke hebûneke demokratîk.”
Pirsgirêkeke me bi komarê re nîne
Rêberê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir ku pirsgirêk bi Komarê re nîne û wiha pê de çû: “Meseleya esasî ew e ku Komar ne demokratîk e. Demokrasî yekane çareserî ye ku Komarê dikare xurt bike. Bilêvkirina şaşitî, zêdegavî û antîdemokratîkbûna civakan û welatan a di demên dîrokî de divê weke destdirêjiya li pîrozmendiyê neyê dîtin. Divê were gotin, parastina rêbazên asîmîlasyonê bi baweriyeke pozîvîst, weke kirasekî teng ê li welêt hatiye kirin e. Weke ku min di banga xwe ya 27’ê Sibatê de jî got, dema têkoşîna çekdarî qediya ye. Vegera li berê êdî nepêkan e. Pêvajoya heyî pêvajoya bi Komara Demokratîk re derbasbûna li nava aştiyê ye. Ev pêvajoya ku em hêvî dikin bi ser bikeve, Komar dê du qat bihêztir be. Civaka demokratîk bi giranî bi çareseriyeke wisa ve girêdayî ye. Divê em têgihîştineke kolektîf û sivîl pêş bixin ku têkiliya di navbera Kurdan û dewletê de bi awayekî erênî saz bike. Divê dewlet jî bibîne ku tu çalakiyeke wêranker an tu gefên ewlehiyê tunene.”
‘Qadên azadiyê ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo hemû kesan e’
Rêber Ocalan tekez kir ku qadên azadiyê ne tenê ji bo Kurdan e, lê belê ji bo her kesî ye û wiha bi lêv kir: “Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname, azadiya fikr û ramanan, azadiya rêxistinbûnê û azadiya jinan be. Ev qadên azadiyê ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî derbas dibin. Di vê xalê de ez girîngiyê didim ku bi rêbazên guncav bigihîjim tevahiya raya giştî da ku ramanên min ên derbarê pêvajoyê de bi awayekî rast bên fêmkirin.”
‘Çareseriya entegrasyona demokratîk nêzîkatiyeke li ser bingeha civakê esas digire’
Rêber Apo da zanîn ku çareseriya entegrasyona demokratîk nêzîkatiyeke li ser bingeha civakê ji xwe re dike esas û wiha bi dawî kir: “Çareseriya li ser bingeha civakê jî demokratîkbûna kolektîf û hevgirtî ya avaniyên civakî ferz dike.”






