Rojnameya Ronahî

Pêşengeha hovîtiya dewleta Tirk li ser şunwerên Efrînê

Hevserokê Kargireya Şunwara yê Kantona Efrînê Hemîd Nasir diyar kir ku, bi armanca nîşandana kiryar û hovîtiya dewleta Tirkiyê li ser şunwar û gelê Efrînê pêşengeh hatiye lidrxistin.

Dilîn EHMED/Ronahî Qamişlo

Dema ku dijmin dixweze civakê wenda bike, destpêkê êrîşî çand û şunwarê wê dike, ji ber ku her civakek bi çanda xwe tê naskirin. Bajarê Efrînê jî yek ji wan bajarê xwedî dîrokeke kevnare, lewra dewleta Tirk ya dagîrker ji bo ku dîroka kurdan wenda bike, êrîşî van berhem û şunwarên çanda herêmê kir. Siyaseta ku li herêmê hat meşandin armanc jê, dagîrkeriya çand û şunwariya herêmê bû.
Di bin serperştiya Desteya Çand û Huner ya Herêma Efrînê, Rêveberiya Şunwaran pêşengehek ji 50`î wêneyên ronah û silfisyon li ser êrîşa dewleta Tirik, li sê bajaran lidarxistin. Di derbarê bipêkirina dagîrkeriya Tirkiyê li ser Efrîn û di derheqên gencên çandî, pêşengeha bi navê “Banga Şaristaniyê“ hat amadekirin. Ji bo rewşa gelê Efrînê ji hemû cîhanê re were nîşandan, desteyê ev pêşengehê li Şehbayê çar rojan, li Helebê Şêx Meqsûd du rojan û li Qamişlo jî li navenda Mihemed Şêxo ya çand û huner 22-23`ê Îlonê hat li darxistin.

ARMANCA ÊRÎŞA DEWLETA TIRK LI SER EFRÎNÊ WENDAKIRINA DÎROKA KURDA YE
Hevserokê Kargeriya Şunwara yê Kantona Efrînê Hemîd Nasir diyar kir ku, astengiyên ku gelê Efrînê dikşîne, li ser berhem û şunwarayê çanda herêmê ye û got; her kes paş dizane ku armanca dewleta Tirkiyê ya dagîrker, qirkirin û wendakirina çanda gelê kurd e. Ji ber vê yekê gelê Efrînê bi vê êrîşa li ser şunwar û berhemên bi nirx, astengiyan dikişandin. Ji bo wê me xwest em weke desteya çandê di riya vê pêşengehê de, ji dewletên navnetewî re bêjin; divê çareseriyek ji vê pirsgirykê re were kirin.

DIVÊ ŞUNWARÊN HERÊMA EFRÎNÊ JI BINDESTIYÊ WERE RIZGARKIRIN
Hemîd Nasir di dawiya axaftina xwe de wiha got: Ji bo her kesê ku tên û li van wêneyan temaşedikin çîroka wê nasbikin, me li kêleka her wêneyekê dîroka wê bi zimanê, erbî, kurdî û îngilîzî nivisandiye. Ji ber vê yekê em weke Kargeriya Şunwara yê Kantona Efrînê di riya vê pêşengehê de, bangaziyê li dewletên mafê mirovan dikin ku komîteyeke destûrî avabikin û derbasî Efrînê bibin û astengiyên şunwarên herêmê bisekinînin. Di dawiyê de sipasiya hemû kesê ku bi mere bûne alîkar dikim. Em bi hêvîne gel û dewletên derve vê pêşengehê paşguh nekin, ji ber gelê Efrînê û dar û barên wê, di rewşekê xerab de dijîn.