Hate ragihandin, 5 sivîlên ji eşîra Bobenê ku jin û zarokeke wê jî di nav de heye, hatine kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva 31’ê Gulanê saet 02:00 li Efrînê 5 sivîlên ji eşîra Bobenê kuştin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, di nava kuştiyan de jinek û zaroka wê jî hene. Endamên eşîrê ji destpêkê ve ji êrîşên Tirkiye û çeteyên wê nerazî ne û ji ber vê yekê bajar neterikandin.
3 SIVÎL HATIN
REVANDIN
Wekî din, li gor ajansa ANHA’yê li gundên Kefer Sefrê, Dêr Belût û Hecîlerê yên navçeya Cindirêsê, di serdegirtinên malan de 3 sivîlên bi navê Hisên Hec Ebdo, Ednan Hesen û Ebdullah Xelîl Mûrad hatine revandin.