Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Sûriyê di meha Adarê de 28 kes ji ber teqîna bermayiyên şer hatin kuştin

31/03/2026
in NÛÇE
A A
Li Sûriyê di meha Adarê de 28 kes ji ber teqîna bermayiyên şer hatin kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Herêmên Sûriyê şahidê zêdebûna berdewam a bûyerên teqîna mayînan û bermahiyên şer in. Di meha Adarê de li Sûriyê 28 kes ji ber teqîna mayînan û bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane.

Agahiyên ku di meha Adarê de hatine belgekirin, mezinahiya karesata mirovî ya ku ji ber bermahiyên şer çêbûye eşkere dikin. Li gorî Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê jimara kesên ku ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

-Di 1’ê Adarê de, li bajarokê Um Zer li gundewarê başûrê Hesekê, zarokek ji ber teqîna mînanekê jiyana xwe ji dest da.

-Di 4’ê Adarê de, zarokek li herêma Cebel Emûr a gundewarê Humsê dema ku pez diçêrand, di encama teqîna mayînekê de hat kuştin.

-Zarokekî 11 salî piştî ku di encama teqîna mayînekê de li gundê El-Rehya yê girêdayî navçeya El-Hemra li gundewarê rojhilatê Hemayê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

-Di 5’ê Adarê de, li gundê Huweys Cebel el-Belaas ê girêdayî navçeya Aqirbetê li gundewarê rojhilatê Hemayê welatiyek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.

– Di 7’ê Adarê de,  ji ber teqîna du mayînên li herêma “Çiyayê Tirkmen” li gundewarê bakurê Laziqiyê, xortekî bîst salî hat kuştin û birayê wî bi giranî birîndar bû. Herwiha di heman rojê de zarokekî 14 salî ji gundê “El-Bersa” li gundewarê rojhilatê Maaret el-Numan ji ber teqîna mayinekê hat kuştin.

-Di 10’ê Adarê de, mêrekî 30 salî dema ku bi motorsîklêta xwe di wê deverê re derbas dibû, li deriyê başûr ê bajarê Hesekê, di encama teqîna mayînekê ji şer dehat kuştin.

-Di 11’ê Adarê de, welatiyekî sivîl di encama teqîna mayînekê de li gundê Qeşla, ku li gundewarê bajarê Minbicê, rojhilatê Helebê ye, jiyana xwe ji dest da.

-Di 12’ê Adarê de, li gundê Qeşla yê li gundewarê bajarê Minbicê, ku dikeve rojhilatê Helebê, ji ber teqîna mayînekê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn.

-Di 13’ê Adarê de, li derdora gundê El-Cebîn li gundewarê bakurê Hemayê, zarokek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da û birayê wî bi giranî birîndar bû.

-Di 14’ê Adarê de, zarokek hat kuştin û hejmarek sivîl bi pileyên cûda birîndar bûn, ji ber teqîna ku li bajarê Atarib li gundewarê rojavayê Helebê qewimî. Di heman rojê de li gundê Kuzliya yê Til Temirê, di encama teqîna mayînekê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

-Di 14’ê Adarê de, li herêma Cebel Tharde ya nêzîkî balafirgeha Dêra Zorê, ciwanek ji Dêra Zorê hat kuştin û çar kesên din bi pileya cuda birîndar bûn, dema ku mayînek ji şer mayî di otomobîla wan de li herêma Cebel Tharde ya nêzîkî balafirgeha Dêra Zorê teqiya.

-Di 16’ê Adarê de, welatiyek piştî ku bi şarapnelê teqîna mînan, ku bermahiyek şer e, li bakurê Hemîme el-Fayde li çola Dêra Zorê, birîndar bû, hat kuştin. Di heman rojê de li kampa Eyn Îsa ya li gundewarê Reqayê, ji ber teqîna mayînekê welatiyekî jiyana xwe ji dest da û yekî din jî bi pileya cuda birîndar bû.

-Di 17’ê Adarê de, zarokek li bajarê Palmîra yê li gundewarê Humsê ji ber teqîna bombeyeke çandî ya ji şer mayî di nav baxçeyekî nêzîkî Mizgefta El-Îman a li navenda bajêr de jiyana xwe ji dest da.

-Di 19’ê Adarê de, du xort li erdên çandiniyê li rojavayê gundê Necran, bakur-rojavayê bajarê Suweydayê, dema ku li ser traktoreke çandiniyê dixebitin, di encama teqîna mînekê de jiyana xwe ji dest dan.

-Di 21’ê Adarê de, xortek ji ber birînên giran ên ku neh roj berê, di encama teqîna mayînekê de li herêma “El-Me’alîf” a bajarê Palmyra mir.

-Di 22’ê Adarê de, du kes di encama teqîna mînanekê de, jiyana xwe ji dest dan, dema ku li rojavayê Kebaceb, başûrê bajarê Dêra Zorê, li tirufan digeriyan.

-Di 23’ê Adarê de, welatiyekî jiyana xwe ji dest da û yekî din jî bi pileya cuda birîndar bû, ji ber teqîna mayînekê ku ji şer li çola Tebnî, rojavayê Dêra Zorê, mayin mayî, bi şarapnelê ketin.

-Di 25’ê Adarê de, du welatî ji ber teqîna mînekê li ser rêya Madhul li gundewarê Dêra Zorê jiyana xwe ji dest dan.

Di 27’ê Adarê de, xortekî ji bajarokê Eyaş li gundewarê rojavayê Dêra Zorê, dema ku li çola rojavayê Dêra Zorê li tirûfan digeriya, di teqîna mînekê de, ku ji bermahiyên şer e, jiyana xwe ji dest da. Di heman rojê de, li gundê Mexalîc ê girêdayî navçeya Dêr Hefer li gundewarê rojhilatê Helebê, di encama teqîna bermahiyên şer de du welatî hatin kuştin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.