Navenda Nûçeyan
Rojnameya Washington Post bi wêneyên esîmanî rewşa mûşekan û hilberîngehên mûşekan, diyar kir. Herwiha pispor li gorî van wêneyan dibînin ku hêza leşkerî ya Îranê lawaz bûye, di heman demê de Hilberîna çekên giran ên Îranî ne pêkan e
Istratîjiya şer a Îranê lawaz bûye
Rojnameya Washington Post roja 29’ê Adarê eşkere kir ku dibe ku hêza leşkerî ya Îranê zirareke mezin dîtibe û bi dehan cihên hilberîn û avêtina mûşekên balîstî ji ber êrîşa Amerîka-Îsraîlê bi giranî bandor bûne. Lêkolînek ku ji hêla Washington Post ve hate kirin û analîzek ji hêla pisporan ve hate kirin nîşan da ku çar cihên sereke yên hilberîna mûşekên balîstî yên Îranê, li gel herî kêm 29 cihên avêtina van mûşekan, di çar hefteyên destpêka şer de zirar dîtin, ev yek jî hişt ku stratejiya leşkerî ya Îranê lawaz bibe. Wêneyên satelîtê yên esîmanî, ligel nirxandinên pisporên leşkerî û berevaniya Îranî, eşkere kir ku êrîşan navendên avêtinê mûşekan ên sererd wêran kirine, herwiha di rewşeke demkî de mûşekên ku di binê erdê de hatine depokirin asteng kirin. Di heman demê de yekser hêza Îranê ya hilberîna mûşekên nû hatin rawestand. Lê pisporan hişyarî dan ku bernameya mûşekên balîstî yên Îranê bi temamî nehatine têkbirin.
Pisor: Hilberîna çekên giran ên Îranî ne pêkan e
Rêveberê Projeya Parastina Moşekan li Navenda Lêkolînên Istratejîk û Navnetewî Tom Karako behsa berdewamiya bikaranîna Îranê ya van çekan dike û dibêje: “Îran hîna jî mûşekan diavêje û ev nîşaneke sereke ya nerdewamiyê ye.” Hin pispor dibînin ku bi temamî hilweşandina bernameya hilberîna çekên giran ne pêkan e, lê dibêjin ku rewşa çekan vegere weke berê êdî tiştekî zehmet e, ji bilî îhtîmala bidestxistina alavên alîkariyê li şûna bargehên mûşekên ku hatin rûxandin. Li gel vê yekê jî hîna bargehên mûşekên gerok di karanînê de ne û hejmara wan nayê zanîn.
Cihên hilberînê yên hatin armancgirtin
Li gorî Rojnameya Washington Post, mûşekên balîstî bi rêya toreke kompleksan têne hilberandin, pêşxistin û ceribandin li gorî pisporan ev tore jî ji hêla Hêzên Pasedaran yên Îranê û Wezareta Berevaniya Îranê ve tên birêvebirin. Pisporan destnîşan kirin ku çar ji van cihên herî girîng, ango Khucir, Parchin, Hakimiye û Shahroud, di encama êrîşên Amerîkî û Îsraîlê de zirarek mezin dîtine, ji zirara ku wan di şerê duwazdeh rojan de bi Îsraîlê re di Hezîranê de û êrîşên Cotmeha 2024’an de dîtiye. Di van cihan de hilberîna sotemeniya mûşekan û komkirina mûşekan heye. Pisporan tekez kirin û bi rêya wêneyên ku ji esîmanan ve hatine girtin, piştrast kirin ku zerara êrişan şiyana Îran lawaz kir ku ji ber wê jî ew ê nikaribe mûşekên nêzavêj û yên dûravêja wan navîne, hilberîne heyanî ku dezgeh dîsa werin avakirin. Di wêneyên esîmanî de herî kêm 88 hilberînxane li komelgeha Khondcir a li rojhilatê Tehranê hatin rûxandin, di heman demê de pergalên hilberîna sotemeniya hişk û şilavî hatin armancgirtin. Komelgeha Shahroud jî rastî êrişên dijwar hat, di encamê de herî kêm 28 hilberînxane hatin rûxandin an jî zirar dîtin.
Li komelgeha Parçînê 12 hilberînxane hatin hedefgirtin, di komelgeha Hekîmiyeyê de jî 19 hilberînxane rastî êrişê hatin.
Armanca hilberîngehan
Dîmenên satelîtê nîşan dan ku herî kêm 29 bingehên avêtina mûşekan bi êrîşên asmanî rûxiyan, di encama van êrişan de bi giranî hêza Îranê ya avêtina mûşekên balîstî têkçûn. Pispor texmîn dikin ku hejmara giştî ya baregehên avêtina mûşekan nêzîkî 30 bargehî ye, piraniya wan xwedî depoyên binê erdê ne û bi rêya tunelên di nav çiyayan de têne digihêjin hev. Êrîşan deriyên van tunelan armanc girtin û gihîştina mûşekan asteng kirin. Baregeha Xurgu ya li Kendava Farsî herî kêm du caran rastî êrîşan hat, di encamê de 15 hilberîngeh hatin rûxandin û du deriyên tunelan zirar dîtin. Dîmenên baregeha Îmam Elî li rojavayê Îranê jî nîşan didin ku 9 hilberîngehên li ser erdê hatine têkbirin û êrîş li ser deriyên tunelan hatine kirin, ev yek jî hişt ku gihaştina çekên ku di depoyan de ne were astengikirin.






