Esmihan Gedro/Qamişlo
Jinên Meclisa Malbatên Şehîdan A bajarê Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û gotin:” Me soz daye em ê xeta Rêber Abdullah Ocalan bernedin û ji bo azadiya wî kar û xebat bikin.”
Di derbarê mijara azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Armanc Mihemed, endama meclisê Ayda Xelîl û rêveberiya Jin a meclisê Cîhan Gilo ji Rojnameya me re axivîn.

‘Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e’
Armanc Mihemed anî ziman ku azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e û wiha got: “Her ku tecrîda li ser Rêber Apo girantir bibe, wê îsrar û vîna me ya şopandina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocelan heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî zêdetir bibe. 27`sal di ser girtina Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûye. Ev gavên ku Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de diavêje ji azadiya gelê Kurd tê avêtin.”
Armanc axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wek jin heya ku Rêber Apo di wê zindanê de be em jî di zîndanan de ne. Ger Rêber Apo azad nebe jin û civak jî azad nabin. Ji ber vê yekê daxwaza me ya yekem û sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.”

‘Hêviya me azadiya Rêber Apo ye’
Ayda Xelîl jî tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û wiha got: “Hêviya me ew e ku Rêber Apo fîzîkî azad bibe . Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser piyan bin û li hemberî vê yekê jî çalakiyên gel ên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam dikin. ”
‘Azadiya Rêber Apo azadiya jin û civakê ye’
Cîhan Gilo jî destnîşan kir ku ew beriya 27`salan li ser piyane her tim bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang dikin û wiha got: “Dewletên cîhanî ji bo azadiya rêber Apo çavên xwe digirin. Azadiya Rêber Apo re zadiya jinê ye. Ji
ber ku Rêber Apo ne tenê çavên jinên Kurd, çavên jinên tevahî cîhanê vekir, rê û rêbaz da pêşiya wan ji ber wê jinê azadiya xwe bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdaye. Heta ku em Rêberê xwe di nava xwe de nebînin hetim em ê li qadan û meşan bin. Me soz daye em xeta Rêber Abdullah Ocelan bernedin û ji bo azadiya wî kar û xebat bikin. Em banga dinyayê dikin da ku azadiya Rêber Ocalan were pêkanîn.”






