Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heyva Sor a Kurd têkildarî rewşa koçberiyê civîneke çapemeniyê lidar xist

29/03/2026
in NÛÇE
A A
Heyva Sor a Kurd têkildarî rewşa koçberiyê civîneke çapemeniyê lidar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Esmihan Gedro/Qamişlo

Heyva Sor a Kurd  têkildarî rewşa dawî ya koçberan û alîkariyên ku hatine pêşkêşkirin bi sernavê “Rojava ne bi tenê ye ” li navneda xwe ya bajarê Qamişlo civîneke çapemeniyê lidar xist.

Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişlo têkildarî rewşa dawî ya koçberan û piştgiriya Kurdistanî jib o Rojavayê Kurdistanê, bi sernavê “Rojava ne bi tenê ye” Konferansa çapemeniyê lidar xist.

Di destpêkê de senefizyon li ser kar û xebata Heyva Sor a Kurd ji koçberan re hat pêşkêşkirin. Piştre ji aliyê hevserokên Heyva Sor A Kurd Hediya Ebdulah û Dilgeş Îsa ve konferans hat birêvebirin.

 

Hediya Ebdulah axivî û wiha got: “Koçberiya herî dawî gelek giran û bi êş bû. Ew êşa ku tê jiyankirin ji ber koçberiya sê an çar caran bû, me xwest bi riya vê civî xebatên xwe û alîkariya ku hatiye pêşkêşkirin şîrove bikn.”

Piştre ji aliyê Dilgeş Îsa ve daxuyaniya Heyva Sor a Kurd hat xwendin û naveroka wê wiha ye: “Hejmara koçberên ku ji ber van bûyeran hatine gihîşt 30,326 kesan li 236 stargehan hatine belavkirin. Di nav wan de koçberên berê

yên Efrînê, kesên ku ji Tebqa û Reqa hatine koçkirin, û malbatên ji Şêx Meqsûd û Helebê jî hene. Ji kêliyên despêkê ji hatina koçberan ve, malbat bi rewşek mirovahî ya dijwar û her ku diçe zêdetir dibe re rû bi rû bûn. Kêmîya cihê aramgiriyê, betanî û madeyên germkirinê, kêmbûna xwarin û ava paqij, kêmîya karûbarên tenduristiyê, û zexta mezin li ser imkanên herêmî di şertên zivistanê yên dijwar de hebû.”

Di beramberê vê rewşa lezgîn de, Heyva Sor a Kurd di demeke kurt de dest bi bersivdana acîl kir. Bersiva me pêk hat ji pêşkêşkirina alîkariya yekem, veguhastina rewşên giran bo nexweşxaneyan, çalakbûna klînîkên gerok, û dabînkirina derman û amûrên bijîşkî ji nexweşxaneyan re. Her weha, selikên xwarinê, materyalên paqijkirinê, tankên avê, cil û berg, betanî, soba, şîr û pempersên zarokan hatin belavkirin. Ji bilî vê, xwarinên germ, nan û alîkariya darayî ji hatin pêşkêşkirin. Her weha du karwanên alîkariyê bo Kobanê hatin şandin, û ji bo zarokan alîkariya psîkolojîk û civakî bi rêya çalakiyan hat pêşkêşkirin.Di vê demê de jî bi taybet  şopandina tenduristiyê ya berdewam di nav stargehan de da ku hemû alîkariya pêwîst ji wan re were pêşkêşkirin.

Îro em diyar dikin ku bersiva lezgîn ya bi bandorî ku pêk hat, encama yekbûna civakî û hevgirtina gelê me bû, ku karîbû jiyana hezaran kesan di şertên pir dijwar de biparêze. Bi vê wesîleyê em spas û rêzdariya xwe ji hemû kes û aliyên ku beşdarî van hewildanên mirovahî bûn radigihînin, bi taybetî ji Heyva Sor a Kurdistanê, rêxistinên herêmî û navneteweyî, û gelê Başûr û Bakurê Kurdistanê, her weha ji hemû destpêşxeriyên gelêrî yên li hundir û derveyî welêt.

Her weha em  spsiya piştgiran dikin , di nav wan de:” gelê Bakurê Kurdistanê, Mamosta Ferhad li Kanadayê, Kurdistan Save the Children, desgeha Xêrxwaziya Kerkûkê, Tev-Dem, Kanal 8, KurdSat, Kampanyaya Kezî, kutleya Helwest, Rêxistina Nehrî, civata kurdî li Qirgizistanê, gelê Ranya, Sengser, Hecî Awa, Seyid Sadiq, Silêmanî, Cemcemal û Penjwîn, Şîrketa Rojda, Ciwanên Almanyayê, Rêxistina Medico International, rêxistina Amel ji bo Feqîran, desgeha Xêrxwaziya Barzanî, United Aid û Yekîtiya Bijîşkên Kurd li Almanyayê. Koçber ne tenê hewceyê bersiva mirovahî ya lezgîn in, lê hewceyê çareseriyek mayînde ne ku êşa wan a dubare bi dawî bike û ewlekarî û rûmetê ji wan re misoger bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.