Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Barana zêde gelek zirar gihand welatiyan’

29/03/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Barana zêde gelek zirar gihand welatiyan’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Rêveberê Ofîsa Paqijiyê ya Şaredariya bajarê Qamişlo Serdar Hisên da diyarkirin ku ev demeke ji ber barana zêde gelek zirar li welatiyan hate kirin û wiha got: “Ji bo alîkariya welatiyên ku ji ber barana zêde zerar dîtin, şaredarî di nava tevgerê de ye.”

Baranên zêde û berdewam ku ji nîvê Adara 2026’an ve li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, zirareke mezin gihandine welatiyan. Bi tayîbet li hin taxên bajarê Qamişlo yên wekî Cimayê û Neqil Berî ji ber barîna barana zêde gelek zirar gihişt şêneyan.

Ji ber rewşa baranê şaredariyên Gel ya bajarê Qamişlo di rewşa amadebaşiyê de ye û hewil dide ku ava ketî malan de derbixin û herwiha çareseriyê peyda bike.

Di derbarê mijarê de rêveberê Ofîsa Paqijiyê ya Şaredariya bajarê Qamişlo Serdar Hisên ji Rojnameya me re axivî.

‘Ji ber barîna barana zêde gelek malan zerar dît’

Serdar di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Li gelek taxan ji ber barîna baranê zirar gihişt malan, cihên ku herî zêde zirar dît jî taxa Cimayê û Neqil Berî bûn. Ji ber baran zêde bariya zirar li gelek malên xelkê hatin kirin. Ji xwe şaredarî herî zêde di dema barîna baranê de di nava tevgerê de bû. Ji her alî ve şaredariyê hewil dida çareseriyê peyda bike, lê ji ber barîna zêde li gelek taxan ava baranê derbasî malan bû.”

 ‘Emê hewil bidin çareseriyê peyda bikin

Serdar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser astengiyên ji ber barana zêde û wiha got: ” Li gelek kolanan ji ber qirêja di rêgaran de herî zêde baran di kolanan de dimîne. Di heman demê de jî li taxa Cûdî li hin kolanên wê baran tê de dimîne û welatî jî ji ber wê zehmetiyan dibînin. Herwiha li gelek cihên din jî ji ber barîna baranê axên kolanan hatin xwarê. Dema ku baran hebe em wek şaredarî li kolanan digerin tişta pêwist em dikin. Em ji çerxereya Yûsif Gulo dest pê dikin û digerin herwiha li pêşesaziyê cihê ku qirêj be em wir paqij dikin da ku ava baranê di wir de nemîne. Cihên ku ji baranê xira bûn bi demê re em wek şaredarî  wan cihan sererast bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.