Solîn Mihemed/ Qamişlo
Rêveberiya dibistanan a Kobanê tevî dorpêç û rewşê jî karnameyên werzê yekemîn li Xwendekaran belav kirin.
Dorpêça li ser Kobanê ya di destpêka sala 2026’an de, bandoreke giran û rasterast li ser perwerdehiya hezaran xwendekaran kiriye. Ji ber dorpêça li ser bajarê Kobanê dibistan hatin rawestandin. Ji ber wê jî xwendekar ji aliyê xwendinê ve kêm man. Tevî ku dorpêç berdewam e jî lê rêveberiya dibistanan a Kobanê karnameyên xwendekaran li wan belav kirin.
Bandora dorpêçê li ser xwendekaran
Ji ber êrîşan û dorpêça ku rêyên sereke girtin, li gelek dibistanên bajarê Kobanê û gundewaran xwendin hat rawestandin. Xwendekar ji bo ewlehiya jiyana xwe neçar bûn li malên xwe bimînin. Ji hemû alî ve xwendekar kêm man ji ber dorpêça berdewam û nearambûna rewşê.
Belavkirina karnameyan li xwendekaran
Tevî dorpêça berdewam li bajarê Kobanê û gundewarên wê di 24’ê Adarê de karnameyên xwendekaran ên nîvê sala xwendinê yê werzê Yekem hatin belavkirin û 28 hezar xwendekar jî karnameyên xwe yên werzê yekem wergirtin.
Rêveberiya Dibistanan a Kobanê karnameyên werzê yekemîn ên sala xwendinê ya 2025’an û 2026’an li 28 hezar xwendekarên dibistanên yên ku astên seretayî, navîn, amadehî û xwendekarên dibistanên pîşeyî belav kirin. Armanca van bernameyan ew e ku pêwendiya xwendekaran bi pirtûk û dibistanê re neqete, her çend şert û mercên fizîkî yên dibistanan ne guncav bin.
Berdewamiya xwendinê
Plansaziyek heye ku xwendekarên Kobanê perwerdehiya xwe ya werzê duyemîn berdewam bikin, lê ev yek bi temamî girêdayî rewşa ewlehiyê û rakirina dorpêçê ye. Ger dorpêça Kobanê were rakirin wê perwerdeya werzê duyemîn were berdewam kirin.
Ji ber ku di werzê yekem û destpêka werzê duyem de gelek ders hatin windakirin, bernameyeke taybet hatiye amadekirin da ku xwendekar di mehên bihar û havînê de wan dersan temam bikin.
Bandora neberdewamiya xwendinê
Neberdewamiya xwendinê û dirêjbûna dorpêçê li Kobanê ne tenê bandoreke demkurt e, lê metirsiyeke mezin li ser pêşeroja nifşekî tevahî çêdike. Heger xwendekar nekaribin di wextê xwe de dersên werzê duyemîn biqedînin, dibe ku neçar bimînin salê dubare bikin. Ev yek dibe sedema sarbûna xwendekaran ji dibistanê.
Ji bo dema pêş, xwendekarên Kobanê bi çend zehmetiyên mezin re rû bi rû ne ku dikarin bandorê li hemû jiyana wan a perwerdehiyê bikin. Ji ber ku demeke dirêj dibistan girtî man, xwendekar neçar in di demeke kurt de pirtûkên stûr biqedînin. Ev yek dibe sedema westandineke zêde û kêmfêmkirina mijaran. Herwiha xwendekarên Kobanê niha di navbera mafê perwerdehiyê û têkoşîna jiyanê de li ber xwe didin.






