Navenda Nûçeyan
Meclisa Giştî ya PYD’ê êrişa li ser mala serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û wekî êrişekê li ser tevahî Kurdan, yekitî û destkeftiyên wan bi nav kir.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê êrişa Îranê ya li ser mala serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de daxuyaniyek nivîskî weşand.
PYD’ê di destpêka daxuyaniyê de êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî û hemû êrişên li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û diyar kir ku “ev êriş binpêkirineke cidî ya aramî û ewlehiya herêmê ye û ji êrişên li ser îradeya gelê Kurd li tevahî aliyên Kurdistanê nayê veqetandin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin” Gelê Kurd di dîroka kevin û nûjen de hilbijartiye ku xwe ji şer û pevçûnên li herêmê diqewimin dûr bixe. Lê hin hêz hewl didin Kurdan bikişînin nav pevçûnan da ku xizmeta berjewendiyên wan dikin. Ev yek jî ewlehî û aramiya wan tehdît dikin.”
PYD’ê, piştgiriya xwe bi gelê Başûrê Kurdistanê re anî ziman û her êrişeke li ser Başûrê Kurdistanê wekî êrişek li ser tevahî gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û êrişeke li ser yekitî û destkeftiyên wan bi nav kir.
Meclisa Giştî ya PYD’ê di dawiya daxuyaniyê de banga rêzgirtina li îradeya gelê Kurd û mafên wan ên rewa kir anî ziman. Her wiha piştgiriya xwe ji bo rawestandina hemû şêweyên aloziyê yên dikarin herêmê ewle bikin, nîşan da.






