Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HTŞ’Ê BERÊ XWE DA KUŞTINA Xiristiyan an!

29/03/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydî

Bi hilweşîna rêjîma Baas û reva serokê wê Beşaar El-Esed re, Sûriya radestî HTŞ beşa El-qaide ya Sûriyê bi serokatiya Ebû Mohammad El-Colanî hat kirin. Bi guhertina kincên van terorîstan xwestin bi miletê Sûriyê bidin qebûl kirin ku vaye Ebû Mohammed El-Colanî Demokrat bûye û Taxim û Gerafêt li xwe kiriye û nema doza dewleta Îslamî dike û dest ji radîkalbûna El-Qaide berdaye. Bi van gotinên ku dihatin kirin re, li Berava Sûriyê êriş li dijî xelkê Elewî pêk hat û bi hezaran ciwanên vê herêmê bi destê van gurûpên radîkal hatin kuştin. Ev êriş di bin navê ku Elewî berê alîgirên rêjîmê bûne û bi vî awayî xwestin komkujiyên li dijî Elewiyan rewa bidin nîşandan. Lê gotineke pêşiyan heye dibêje ku Gîha di bin Kevir de namîne û hemû komkujî û destdirêjiyên li dijî Elewiyan bi Vîdeo û wêneyan hatin belavkirin û herkesî dît çi keraset hat kirin. Di sêrî de Dewleta Tirk û nûnerê taybet yê Trupm Tommas Barack pesnê Colanî ku navê wî niha bi Ehmed El-Şeri tînin ziman dan û xwestin rojeva bûyerên li Beravê bugherin û guhertin. Hîne ev komkujî nehatibûn ji bîr kirin, vê carê di bin navê Bedewiyan û Eşîran de berê xwe dan Durziyan li Siwêdayê û jin û zarokên wan revandin û mêr jî li nava kolanan hatin kuştin. Bê serûber mirov li nava kolanan û malan hatin gulebarankirin û paşê hin Video belav bûn ku mirov mejbûr kirin xwe ji qatên sisê û çaran bavêjin xwarê û wiha kerasetê dewam kir. Lê bi mudaxeleya Îsraîlê û bombebarankirina Şamê re, hinekî pêla van êrişan kêm bû û ev gurûpên ser bi Ebû Mohemmed El-Colanî ve şûnde vekşiyan. Van gurûpan Gelabî û Kiras li xwe kiribûn û qaşo eşîrin, Fîncanên Qehwê li xwe heram kirin û gotin heta ku qira Durziyan neyînin, ew ê Qehwê venexun.

Herwiha di dema êrişên li ser Siwêdayê de, gefa ku piştî Durziyan dora Kurdan jî tê ye xwarin û heta ku êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê dest pê kirin. Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şervana jin a Kurd Denîz ji qatê Sisiyan hat avêtin û bi sedan Kurd hatin êsîrgirtin û gelek jî ji ber ku Kurd bûn, ne şervan bûn jî hatin kuştin.

Van rêze komkujiyan dewam kir û heta li Reqa û Kobanê jî ajot. Li her devera ev kom dighîştinê, ger mirovên Kurd nedîtana jî mal û milkê wan talan dikirin û yên nekirin jî agir pê dixistin û wêran dikirin. Ev sucana jî hemû ji aliyê Çavdêriya mafê mirovan a Sûriyê ve hatin belgekirin.

Piştî van komkujiyan hemû, di sêrî de Amerîka û serokê wê Dland Trump, pesna serokê Cîhadîstan dide û wekî ku mirovê herî baş e bi lêv dikin. Erê, yê herî başe ji bo meşandina berjiwendiyên hin aliyan, lê yê herî zêde mirov jî bi destê wan li Sûriyê hatin kuştin, HTŞ û serokê wê Colanî ye. Li vir neqediyan ev komkukjî, vê carê berê xwe dan Xiristiyanên li Hema yê û di 27’ê Adarê de li Taxa Şêx Dahir an bi navê din Siqiliya biçûk êrişî cihên Xiristiyanan hat kirin û dukan û malên wan hatin talakirin. Ev êriş jî di bin navê Xiristiyan kafirin de tê kirin û gelek dîmen jî belav bûn ka çawa bi komî êriş li ser xelkê tê kirin. Ev komkujî jî di demekê de tên kirin ku serokê HTŞ’ê Ehmed EL-Şeri li Berlînê tê pêşwazî kirin. Ger mirov li hember van komkujiyan xwe nedin hev, ew ê DAIŞ li Sûriyê hemû bibe serwer.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.