Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komkujiya El-Daein li Sûdanê

29/03/2026
in CîHAN
A A
Komkujiya El-Daein li Sûdanê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûdanê di 20’Adarê de li ser Nexweşxaneya Hînkirinê ya El-Daein li Eyaleta Darfûra Rojhilat êrişke pêk anîbû û di encamê de herî kêm 64 kes hatin kuştin herwiha nêzîkî 90 kesên din jî birîndar bûn. Derbarê vê yekê de Mexbera Lêkolînên Mirovî li Fakulteya Tenduristiya Giştî ya Yalê raporek derxist û tawanbar eşkre kir.

Êrişa li ser Nexweşxaneya Hînkirinê ya El-Daein li Eyaleta Darfûra Rojhilat di êvara Înê 20’ê Adara 2026’an de pêleke şermezarkirinê ji aliyên herêmî û navdewletî derxist holê. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê piştrast kir ku herî kêm 64 kes, di nav de 13 zarok û karmendên bijîşkî, di yek ji êrişên herî kujer ên li ser sektora tenduristiyê de ji destpêka şerê li Sûdanê ve hatine kuştin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di derbarê êrişê de zelal kir ku bi çekên giran hatiye kirin, di encamê de beşên mezin ên tesîsa bijîşkî ya yekane li bajêr wêran kir û bi dehan kes mirin û birîndar bûn. Di heman demê e bi sed hezaran kes û koçber ji xizmetên bijîşkî yên bingehîn bêpar man.

Tawanbarkirinên hevbeş di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez de

Aliyên şer ên li Sûdanê derbarê bombebarankirina Nexweşxaneya El-Daein de hevdu tawanbar dikin. Hêzên Piştgiriya Bilez, ku wîlayeta Darfûra Rojhilat kontrol dikin, artêşa Sûdanê bi êrişeke asmanî ya bi zanebûn li dijî nexweşxaneyê tawanbar kirin û di daxuyaniyekê de bûyer wekî “sûcekî şer” bi nav kir ku armanc jê tirsandina sivîlan e û daxwaza lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe kir.

Di bersivê de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Sûdanê daxuyaniyek weşand ku ev tewanbarkirin şermezar kir. Artêşê pabendbûna xwe bi qanûna mirovî ya navneteweyî piştrast kir û tekez kir ku hedefgirtina tesîsên sivîl ne beşek ji pernesîbên wê ya leşkerî ye. Artêşê, Hêzên Piştgiriya Bilez bi karanîna “nêzîkatiyek sîstematîk” di bombebarankirina tesîsên tenduristiyê de tawanbar kir. Herwiha Artêşê, Hêzên Piştgiriya Bilez bi karanîna sivîlan wekî mertalên mirovî û şaşkirina raya giştî ya navneteweyî tawanbar kir.

Raporeke mirovî rastiyê derdixe holê

Raporek ji aliyê Mexbera Lêkolînên Mirovî li Fakulteya Tenduristiya Giştî ya Yalê ve hatiye weşandin piştrast kir ku bombebaran û wêrankirina Nexweşxaneya Hînkirinê ya Al-Daein li Eyaleta Darfûra Rojhilat ji aliyê artêşa Sûdanê ve hatiye kirin. Raporê encamên xwe spart li ser analîza wêneyên satelîtê û daneyên dûrbînê.

Herwiha raporê rêbazeke entegrekirina daneyan bi kar anî, materyalên çavkaniya vekirî yên wekî dezgehên medyayê, medyaya civakî û naveroka vîdyoyê analîz kir. Di encamê de agahî li gorî çend çavkaniyan û diyarkirina cihên bûyerê yên demikî û erdnîgarî hat lêpirsînkirin.

Li gorî raporê, êriş roja Înê 20’ê Adarê, roja yekem a Cejna Remezanê di hundirê bajarê Al-Daein, ku di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye, pêk hat.

Analîza delîlan: Nexweşxane bi zanebûn hatiye hedefgirtin

Raporê zelal kir ku wêneyên satelîtê ku di navbera 20 û 24’ê Adarê de hatine kişandin, zirara zelal a li avahiya nexweşxaneyê nîşan didin, di nav de zirara gihaştiye banê nexweşxaneyê herî kêm li du cihan, wekî din zirar gihaşt li yek ji dîwarên derve û bermahiyên giran li ser banê avahiyê û rêya derdorê belav bûne.

Hat destnîşan kirin ku cewherê zirarê li gorî bandora cebilxaneyên asmanî ye, ji ber ku herî kêm 3 xalên lêdanê yên rast hatine dîtin, ev yek nîşan dide ku gelek êrişên hedefgirtî hatine kirin. Herwiha wêneyan zirara li deverên derdorê, di nav de avahiyên hikûmet û polîsan nîşan nedane, ku ev yek wekî nîşanek tê dîtin ku nexweşxane hedefa rasterast a êrişê bû, di destpêkê de teqînekê nexweşxaneyê hedef girt û piştî ku bersivkar gihaştin cihê bûyerê, teqîneke duyemîn çêbû, ku wekî tektîka “du caran lêdanê” tê nasîn, armanca wê ku hejmara qurbaniyan zêde bike.

Artêşa Sûdanê daxuyaniyek da û îdia kir ku wan nexweşxane bombebaran nekiriye, ev yek jî bi delîl û analîzên di raporê de hatine pêşkêşkirin re nakok e.

Raporê destnîşan kir ku artêşa Sûdanê di mehên dawî de, bi taybetî di meha Remezanê de, karanîna dronan ji bo hedefgirtina deverên sivîlan û binesaziya girîng di nav deverên ku di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Bilez de ne, di nav de bazar jî, zêde kiribû.

Girîngiya nexweşxaneyê

Di raporê de hat diyarkirin ku Nexweşxaneya El-Daein tesîseke tenduristiyê ya sereke li Eyaleta Darfûra Rojhilat ye, ku xizmetê dide nêzîkî 3,5 milyon kesan, di nav de nêzîkî 900 hezar kesên ku ji hundir koçber bûne û xizmetên bijîşkî pêşkêşî komên herî bê hêz dike, di nav de yên ku nikarin lêçûnên dermankirinê bidin.

Her wiha di amadekirina karmendên bijîşkî de roleke perwerdeyê dilîze û xizmetên girîng ên wekî şûştina gurçikan dihewîne, ku di Adara 2025’an de piştî ku navendeke berê di êrişeke asmanî ya 2024’an de hate wêrankirin, hate veguhestin bo wê. Vê carê, ew hate hedefgirtin û bi tevahî ji xizmetê hate derxistin.

Agahî nîşan didin ku di nav miriyan de 13 zarok, bijîşkek, du karmendên bijîşkî yên jin û heft jin, ku sê ji wan jinên ducanî bûn herwiha 44 mêr, heşt ji wan kalemêr bûn, hene. Di heman demê de heşt karmendên tenduristiyê, 11 zarok, 15 jin û 55 mêr jî birîndar bûn.

Sûceke şer

Raporê tekez kir ku qanûna mirovî ya navneteweyî statuyek parastî ya taybet dide nexweşxaneyan û hedefgirtina wan sûcê şer e, erge di operasyonên leşkerî yên êrişkar de neyên bikar anîn û pêdivî bi hişyariyek pêşwext heye ku rê dide valakirinek ewle berî her êrişê. Hat zêdekirin ku daneyên berdest nîşan nadin ku ev şert di doza Nexweşxaneya El-Daein de hatine bicîhanîn û hebûna niyetê di hedefgirtinê de wê dike sûceke şer.

Raporê di dawî de encam da ku delîlên berdest nîşan didin ku Nexweşxaneya Hînkirinê ya El-Daein rastî gelek êrişên asmanî yên bi hûrgilî hatiye, di encamê de wêranîyeke berfireh û windahiyên mirovî yên mezin çêbûne, ev yek jî fikarên li ser binpêkirinên qanûna mirovî ya navneteweyî xurt dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.