Navenda Nûçeyan
Li gorî UNICEF’ê di şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn de, di 23 rojan de zêdetirî du hezar û 100 zarok hatine kuştin an jî birîndarkirin, ji wan 206 zarok li Îranê, 118 li Lubnanê, 4 li Israîl û yek li Kiwêtê ne.
Bandorên şerê li Rojhilata Navîn, ku ketiye hefteya xwe ya çaremîn, di krîza mirovî de ku sivîl bedela wê didin, digel krîza enerjiyê ya ku ji ber êrişên li ser keştîvaniyê li Tengava Hirmuzê ya girîng û binesaziyên din ên petrol û gazê yên li herêma Kendavê derdikeve holê, berdewam dike.
Li gorî Cîgirê Rêveberê Cîbicîkar ê UNICEF’ê Ted Chaiban, di 23 rojên şerê û pevçûna li Rojhilata Navîn de zêdetirî du hezar û 100 zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne, di nav wan de 206 zarok li Îranê, 118 li Lubnanê, çar li Îsraîlê û yek li Kiwêtê. Ted Chaiban hişyarî da ku bi berdewamiya tundûtûjiyê re, ev hejmar dibe ku zêde bibin.
Di heman çarçoveyê de, Cîgirê Rêveberê Cîbicîkar ê Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Ted Chaiban wiha got: “Ev tê vê wateyê ku ji destpêka şer ve her roj nêzîkî 87 zarok têne kuştin an birîndar kirin.”
Ted Chaiban tekez kir ku zarokên li herêmê bedelên giran didin û her ketina nav şerekî berfirehtir û demdirêjtir dê ji bo bi milyonan kesên din karîsetbar be.
Di civîneke çapemeniyê de li baregeha NY, Ted Cheiban bang li civaka navneteweyî kir ku divê sê gavên tavilê bê avêtin ew jî ev in: Agirbest, parastina sivîlan, binesaziya sivîl herwiha misogerkirina gihaştina mirovî ya ewle bi awaeykî bilez û bê asteng di heman demê de dabînkirina piştgiriya darayî ya bilez ji bo domandina bersivê.
Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) hişyarî da ku eger tundûtûjî berdewam bike, dê Rojhilata Navîn bi krîzeke perwerdeyê ya kûrtir re rû bi rû bimîne, di nav de bêparbûna zêdetir ji perwerdeyê ji bo zarokên herî hewcdar, windakirina mamoste û lêkolîneran, lawazbûna baweriya gel bi saziyan be herwiha zirara mayînde li ser şiyanên zanistî yên herêmê were diyar kirin.
Berdewamiya şer dabînkirina cîhanî bi giranî têk dibe
Nemaze ji ber şerê ku diqewime zincîrên dabînkirina cîhanî bi giranî têk dibe, bihayên kelûpelan bilind dike û bêîstîqrariya li çaraliyê cîhanê zêde dike. Di vê çarçoveyê de, Rêveberê Ofîsa Xizmetên Projeyan a Neteweyên Yekbûyî (UNOPS) Jorge da Silva, tekez kir ku bandorên wê ji herêmê wêdetir in, bi buhayên bilind ên petrol, sotemenî û gazê aboriya cîhanî bêîstîqrar dike. Herwiha operasyonên mirovî jî di bin zextek zêde de ne, ji ber ku qada hewayî, rêyên keştîvaniyê û derbasgehên sereke têne girtin û gihaştina pêdiviyên bingehîn, di nav de derman jî asteng dibe.
Da Silva destnîşan kir ku êrişên li ser keştîyên bazirganî li Tengava Hirmuzê, ku damarek girîng ji bo bazirganiya enerjiya cîhanî ye, gefê li zêdebûna buhayê û derengketinên din dixwe.
Tê payîn ku welatên pêşkeftî, nemaze li Afrîqayê û Asyay dê herî zêde zirarê bibînin, ji ber ku astengiyên li bazarên enerjî û xirabûna ewlehiya xwarinê tehdît dikin. Da Silva tekez kir ku çareseriyek leşkerî tune û banga ji nû ve hewldanên dîplomatîk ji bo bidawîkirina krîzê kir.
Li gorî texmînên UNICEF’ê, nêzî 3,2 milyon kes li Îranê koçber bûne di heman demê de zêdetirî milyonek kes li Lubnanê bêwar bûne, di nav wan de 400 hezar zarok hene. Ji destpêka şer ve nêzîkî 90 hezar Sûrî vegeriyane Sûriyê digel bi hezaran ji Lubnaniyan.






