Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Negihîşte kerê, li kurtanî dide’

29/03/2026
in Serbest
A A
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Elî Volqan

Timî em neçar dimînin hawara xwe bigihînin pêşiyên xwe. Wekî Mao’yê rehmetî ji bo gerîla gotiye, “gel deryayeke bê dawî ye û gerîla jî masiyek e di nav de melevanî dike”, bêyî vê em nikarin rewşa heyî bînin ziman. Jixwe gerîla timî li çiyayên bi berf û qerisî dijî, ew karê xwe dike. Armanca me ne ku em li ser wan biaxifin, jixwe herî baş ew bi xwe xwe tînin ziman. Ya me tenê şibandinek e: Têkiliya ku di nava gel û gerîla heye, pir dişibe têkiliya di nava mirov û dîrokê de de; ji ber wê ye ku bêyî ku em serî li dîrokê yan jî li pêşiyên xwe bidin vaye em nikarin rewşa heyî bînin zimên! Di kêliya ku em xwe ji rojên derbas bûyî, ji dîrokê qut bikin em hema mirîne! Ruh ji me kişiyaye.

Çawa mirov nabîhîze! Niha tê guhê min; wekî ku yek bêje: “Tu behsa kîjan rewşê dikî?”. Wele ez rastiyê bêjim heqê we jî heye. Ji ber ku di rojekê de heta di saetekê de ewçend rewşên cuda diqewîmin, nayê zanîn behsa rewşa kîjanê ye!

Malûm e; zêdetirî mehekê ye li herêmê şerekî xwînavî dest pê kiriye û didome. Ev şer ne rewşeke nû ye. Ji beriya ku em behsa çend tiştên cuda bikin, em çend gotinan li ser şerî bêjin.

Ya destpêkê; kengî ku şaristanî, dewlet û dagirkerî peyda bûye şer bûye parçeyek ji çarenûsa civakan! Dewlet û ketxwarî, dagirkerî bêyî şer debara xwe nake! Bi şer û alozî û ezme debara xwe peyda dike, çawa ku masîgirek di ava şelo de ji xwe re masî peyda dike û pê debara xwe dike, hêzên hegemon jî hewce dibînin her ezme, tevlîhevî û alozî di navbera civan de li herêmê hebe! Eger aramî û sükûnet û bêdengî hebe ji bo wan ne baş e!

Em nabêjin ji beriya vî şerê dawî li herêma Rojhilata Navîn aramî hebû, lê tevlîheviya heyî jî ji aliyê wan hêzan ve bi vê armancê hatibû derxistin. Werhasil…

Ev şerê di navbera DYE, Îsraîl û Îranê de jî şerekî wisa ye. Hêzên hegemon dixwazin li cîhanê, li herêmê bibin hikumdar û şerê vê dimeşînin! Ji ber vê yekê nabe ku hêzên welatparêz, demokrat ji wan yekê hilbijêrin. Lê belê dîsa pend û şîreteke pêşiyan tê hewara me; “Yek dizekî digire û banî bavê xwe dike. dibêje bavo min dizek girt! Bavê wî jê re dibêje, ‘kurê min bigire û bîne’. Kur ji bavê xwe re dibêje; ‘bavo diz min bernade da ku ez bînim”. Yê me Kurdan jî dişibe vê. Kurdan ji her du aliyên vî şerî re gotin “em naxwazin bikevin şerê we! Lê ew ji me dest bernadin! Bi taybetî Îran! Ayetulahê ji beriya vî rihbihostî, beriya ruhê xwe teslîmî Ehrîman (Xwedayê xirabiyê) bike, gotibû “kokê Kurdan biqelînin”. Yê nû jî daye li ser riya wî. Gotineke pêşiyan heye dibêje ‘Egîdekî bikuje lê heqê wî nexwe!’ Mêrik Trumpî di dawî de gotibû “ez naxwazim Kurd bikevin vî şerî”. Ya rast ti kes nizane ev kowboyê egîd (!) kengî derew dibêje û kengî rast dibêje!

Wekî me gotiye şer şerê debare ye; dema em dibêjin ‘debare’ ne debareya çend malbat, êl û eşîran e! Debaraya şîrekeyên cîhanê û li hev parvekirina welatên cîhanê ye!

Trumpî hirde kir, virde kir di dawî de li cem Îsraîlê pêlî qirika pergala Ayetulahên Îranê kir. Nayê zanîn ku şer di berjewendiya kîjan aliyî de bi encam bibe. Ev, bi taybetî stratejiyeke DYE ye. Dike ku encamê şer ne xuya be! Mirov ji ber vê yekê ji niha de aliyê Trumpî serkeftî bihesibîne!

Ji bo me, ji bo aliyê seyemîn, aliyê gelan ferq û cudahî tine ku kîjan alî bi ser bikeve û yan bi bin bikeve. Ya ku bi taybetî em Kurd dixwazin, em ê aliyekî ji van aliyan hilnebijêrin! Lê stratejiya me Kurdan jî heye; çi dibe bila bibe em ê gelê Kurd ji êrîşan biparêzin.

Ji ber vê yekê wekî me gotiye bi taybetî jî Îran, ji ber ku ji dijminê xwe pir darbên xeder girtiye dîn û har bûye! Li vir sarox û li wir sarox… hêza wî têra dijminê heftserî nake, bela xwe li Kurdan dide.

Herî dawî di 24’ê meha Adarê de bi sarox û dronan êrîşê biryargeha pêşmergeyan kir. Gelek pêşmerge şehîd bûn û gelek birîndar ketin.

Tevî ku Îranê daxuyaniyeke fermî nedaye jî ev di helwesta Ayetulahê çûyî û hêzên leşkerî yên Îranê de aşkere dike!

Çi dibêjin, “Negihişte kerê, li kurtan dide”. Helwesta Îranê vê tîne bîra mirov!

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.