Asya Weşûkanî.
Bêguman kar û xebata malbata Bedirxan Beg ji bo, ziman û çanda Kurdî xwedî qîmete û nexasim jî ked û xebata; jina navdar Rewşen Bedirxan ku ji bo ziman û çanda, Kurdî kiriye û weke jineke Kurd tekez kêm nayê dîtin û cihê payebûn û serbilindîyê ye. Rewşen Bedirxan weke jineke xebatkar û rewşenfikir, ji wan jinên Kurd yên ku di ber doza gelê xwe de kar û xebateke; giring kiriye û em ji her kesa\î ku divê babetê de xizmet kiribe re, hurmetê didin raber kirin. Û emê hewildin ku divê nivîsê de li ser kasayet û xebatên, Rewşen Bedrxan xeberdin û wê bi xwendevanên xwe bidin nasîn.
Kurte jiyana Rewşen Bedirxan: Di roja 11- tîrmeha sala 1909 de li bajarê Qeyserê li Bakurê Kurdistanê, ji dayik bû ye. Û di sala 1913 an de fermana Osmanîyan bi ser malbata Bedirxanîyan de, hat û wê hingê temenê Rewşen 4 sal bûye. Di sala 1915 de koça wan ji Îstanbolê barkir û çûne bajarê Şamê. Rewşen li Şamê dest bi xwendina xwe ya dibistanê kir, li dibistana Elteraqî dest pêkirî ye. Û di sala 1924 de ji Instîtûta perwerde kirinê xelas dibe, ango dibe mamoste. Di sala 1925, dibe mamûsta zimanê Erebî. Di ber karê xwe re Rewşen xwe fêrî zimanê Tirkî, Ingilîzî û Firansî jî kirîye. Her li Urdinê û li bajarê Kerek bibû mamûste ya ziman.
Ji sala 1928-1935 an mamostatîyê li bajarê Şamê dike. Di sala 1934 an de dibe endama yekîtîya jinan û di salal 1944 an de pişî kongira Al Qahîre devjê berdide. Di sala 1946 an de dibe dîrktora dibistanê. Di sala 1947 an de dev ji karê mamûstetîyê berdide. Paşê Rewşen li Banyasê nêzîkî derya sipî bicih dibe. Rewşen du caran mêr dike cara yekê sala 1929 an lê temenê vê jiyana bi hev re gelekî dirêj nekir, di sala 1931 de xwe ji mêrê xwe berda. Ji wî mêrî qîzeke wê çêbû navê wê Ûseyma ye. Di dema niha de li bajarê Al Qahîre li Misrê dimîne. Mêrkirina wê ya diwemîn di sala 1935 an de bû, û mêrê wê pismamê wê Mîr Celadet Bedirxan bû.
Du zarokên wan ji hev çêbûn yek bi navê Sînem xan sala 1938 an de çêbûye, û kurek jî bi navê Cemşîd, di salal 1939 an de çêbûye. Jiyana wan bi dijwarî hate buhirandin û bi belengazî û feqîrî bû. Her dîsa di sala 1947 an de Rewşen kar dike di perwerdekirina zarokan de, li Şamê kardike. Karê Rewşen Bedirxan edebiyat û nivîskarî bûye û di dîroka gelê Kurd ya sedê, bîstan de xwedî rolek pir mezin bûye. Û ne xasim di tevgera jinan de. Di gelek konfiransên Cîhanî de Rewşen nûnerîya jinên Kurd kirîye mîna konfiransa ku di salal 1957 an de Antî Kolonyalîzim li Yewnanê. Rewşen bibû nunera Kurdistanê û heft kursîyên wê konfiransê, girtin ji jinên Kurd re, li wir da nasîn rastî û zordestî ya gelê xwe.
Bi alîkarî ya mirovê Ingilîzî, Mekênzî ew konfirans bi serfirazî derbas bû. Di gelek rojname û kovarên Erebî de berhem û gotarên wê dihatin, belavkirin mîna kovara „ Mînerva“ du gotar di kovara Hawarê de belavkirine. Di sala 1951 de pirtûkekê bi navê Bîranînên jinekê. Ji zimanê Tirkî werdigerîne ser zimanê Erebî. Çîrokek bi navê Evîn û derdên min, ji Tirkî werdigerîne Erebî, Nivîskara wê mikrema Kamîle Sê par ji çîroka Bîranînên Mamûstayekê, ji Tirkî tîne zimanê Erebî. Di sala 1954 belavokekê bi navê Rûpelin ji toreya Kurdî bi zimanê Erebî diweşîne. Di sala 1990 dî de Pirtûka Mîr Celadet ya ku ji Mistefa Kemal re nivîsîbû bi zimanê Tirkî, ya bi navê Name, Mektûb, Rewşen werdigerîne zimanê Erebî.
Di sala 1991 de pirtûka bavê xwe ya bi navê Bîranînên min, Salih Bedirxan, çapkirîye, piştî ku ji zimanê Tirkî wergerandî ye zimanê Erebî. Gelek kar li ber wê hebû ji wan ya Bîranînin Celadet Bedirxan bû. Di kat jimêr 4 piştî nîvro, roja 01-06 – 1992 an de li Banyasê dilê Rewşen Bedirxan rawestîya, û li goristana Şê Xalid Neqşbendî, li bajarê Şamê li kêleka Mîr Celadet bi cîwar bû. Li ser jinên Kurd ên wiha têkoşer û kedar weke Rewşen Bedirxan û gelek, jinên qedir bilind hene ku pir nivîs û belgeyên duca li ser jiyan û têkoîna wan tuneye û ji bo hemû jinên; cîhanê jî ev derbas dare û tu belgeyên niviskî û dîdbarî li ser, xebat û têkoşîna wan tuneye û weke ku têye zanîn Rêberê gelê Kurd, Abdullah Ocalan jî li ser vê mijara dîroka jin wiha dinirxîne û dibêje: Dîroka jin nehatiye nivisandin û li benda nivîsê ye û Rêbertî di heman demê de jî dibêje: Wê jinên azad dîroka xwe bidestê xwe, xêzbikin û wê dîroka pêşveçûna mirovahiyê jî were sererast kirin. Em jî weke jin erk û peywira xwe dibînin ku em dîroka xwe ji nude, lêkolîn bikin û ji dûrî siya zilam û hişmendiya wî bi rengekî kûr dîroka; xwe lêkolîn bikin û birengekî rast jî rûpelê wê xêz bikin û bikin malê hemû mirovahiyê.






