Can Yûsiv
Nivîskar Biradost Mîtanî: “Pîroya dîroka Kurd li Rojava”
Wêjeya Kurdî stûneke bingehîne di tevgera neteweyî ya Kurd de , û bûye amûrek ji bo îfadekirina nasname, çand û dîroka gelê Kurd, û jêderek girîng di bihêzkirina nasnameya neteweyî ya Kurdan de, ku di dîrokê de di navbera çend welatên Rojhilata Navîn de dabeş bûye.
Nivîskar û helbestvan di refên herî pêş ên tevgera neteweyî de bûn, pênûsên xwe ji bo pêşvebirina zimanê kurdî, parastina dîrokê, vejandina mîras û belgekirina têkoşîna gelê kurd a ji bo serxwebûn û azadiyê bi kar anîne.
Di vê çarçoveyê de nivîskar û dîroknas Biradost Mîtanî yek ji afrînerên herî diyar derdikeve pêş, ku bi lêkolîn û vekolînên xwe yên li ser şûnwarên arkeolojîk rastiya dîroka kevnar a Kurda vegerandiye, û wêneyekî zindî yê şaristanî û çanda gelê Kurd di heyamên kevnar de pêşkêş kiriye.
Nivîskar û dîroknasê Kurd Ebdul Hekîm Mela Omer naskirî bi navê (Biradost Mîtanî) di sala 1960’an de ji dayîk û bavek Kurd (Mela Omer û Seyran) li gundê Xirbê Cihiwa yê dikevê bakurê Cilaxa yê girêdayî navçeya Dêrikê ji dayîk bûye.
Ev bajarê ku jêdera şaristanî û dîroka kevnar tê dîtin, wekî stêrkeke sermedî
li Deşta Hesina dibiriqîne û pala xwe dide sînorên Bakur, Rojava û Başurê Kurdistanê , û çemê Dîcle wan ji hev vediqetîne û hesreta yek xakê û bîranîna hevpar wan li hev dicivîne .
Ew hevcêwiya Zaxoka Bahdînan û Cizîra Botanê ye, dergûşa olên esmanî û çavkaniya çandên cihêreng e, ku li peravên wê ziman, nimêj û lavij digihêjin hev û ji destpêka dîrokê ve li wir ol û netewan hevdû hembêz kirine, xaka wê mîrateya Mîtaniyan û Mediyan hildigire û ji deverên wê bênxweşiya Bedirxaniyan û Botaniyan jê dibarin ,
yên ku ala raman , raperîn û azadiyê bilind kirine, û pênûs kirine xetîreya ku tarîtiya dîrokê ji holê radike.
Di vî bajarî de komek nivîskar û helbestvan hatine dinyayê wek Ehmed Şêx Saleh, Omer Lalî, Lorî Teldarî, Şehîd Zerdeşt û nivîskarên din ku peyv kirine pirek di navbera bîr û nasname, paşeroj û xewna bê de.
Biradost li ser vê xaka pîroz di nava malbateke Kurdperwer, neteweyî, oldar û kedkar a ku ji sê bira û du xwişkan pêk dihat, mezin bûye.
Ew di maleke tije ji nirxên resen ên kurdewarî, prensîbên olî û hezkirina ax û welat de xwedî bûye . Dêrik ji bo wî bû dergûşa bîr, nasname û rehjena neteweyî.
Biradost zarokatiya xwe li kuçeyên gundê xwe, ku bêhna nanê tenûrê jê dibariya, di nava zeviyên wê yên ku dengê sirûdên jinan bi ser diketin û li deştên wî yên ku stranên şivanan lê belav dibûn, derbas kir. Li wir, ku ax , strana kevnar hembêz dike û bêhna genim bi bayê spêdê re tevdigere, çand bi bîrê re dike yek û asoyê ji xeyal û zanînê re vedike.
Ew di hembêza xwezayeke rengdêr a ku bêhna dîrokê dikişîne, ku roj di navbera çiyayan de direqisê, û sirabayê di navbera daran de dileyîze û ji xakê bêhna ax û kevirên kevnar belav dibe , mezin bûye.
Ev jîngeh ne hema tenê dîmenek bedew bû, lê ew dibistanek rastîn a nirxên neteweyî bû, bi nasname û xweparêziyê dilepite û ruhê reseniya kurdî nîşan dide.
Hewesa wî ya wêjeyî û ramyarî di temenekî piçûk de, di bin bandora mîrata çandî û wêjeyî ya kurdî û jîngeha ku ew hembêz kiriye, dest pê kir, ji zarokatiya xwe ve têgeha wî ji çîrokên dapîran û çîvanokên gelêrî re vebû û ji wan fêrî nirxên qehremanî, berxwedan û serbilindiya bi nasnameyê bû, li gundê xwe yê ku bêhna nan û awazên şivanan jê dibare, hişyariya wî ya yekem despêkir , lewra xak di wijdanê wî de bi bîranînê re tevlihev bû, û evîn û girêdan bû soza wefadariya bi
rehên dîrokê ve.
Vê jîngehê bandor li dildariya wî ya ji bo dîrok û zimanê kurdî kir û bû tovê yekem ji bo rêça wî ya rewşenbîrî û ramyarî ,ji xortaniya xwe ve, ew di bin bandora dewlemendiya dîrokê ya ku veşartî di Dêrikê de maye, di nav wêranên wê yên kevnar de geriya û li çîrokên çiya û çeman guhdarî kir, her kevirekî dîroka gelê xwe jê re digot, her çemekî jî çîrokek ya bav û kalên wî jê re vedibêje, ji ber vê yekê jî jêhatîbûn û azweriya xwe ya ji bo dîrokê ji wan deran girtiye, di wê baweriyê de ye ku bîranîna cihekî, bîranîna mirov diafirîne.
Bi vî awayî , ew di jîngeheke ku xweza, nasname û bawerî li hev dicivîn mezin bûye, di xortaniya xwe de taybetiyên lêkolîner û hizirvanekî pê re geş dibe û ji lavij û sirûdên Kurdî, îlhama hezkirina zanînê, rûmet û girêdayînê werdigire, lêkolînên wêjeyî û dîrokî dike hewes û peyameke ku peyvê bi welat re, û bîranînê bi mandariyê ve girê dide.
Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe û xwendina amadehî û navîn li dibistanên Rimêlanê bi dawî kiriye , paşê bawernama bekeloriya di beşa pîşesazî ya makînîkê de li bajarê Hesekê wergirt û pişt re li Peymangeha Pîşesazî ya beşa Mekanîk li Dêrezorê xwend.
Wî herwiha bawernameya lîseyê di beşê wêjeyî de (bi şêweyê azad) wergirt, û xwendina xwe ya bilind li zanîngeha Şamê berdewam kir, li wir jî hewesa wî ji zanîn û dîrokê re bû sedem ku beşa dîrokê di Kolîjeya Hunerê de bi hilbijêre , ji ber xwesteka wî ku dîroka gelê xwe yê Kurd di lêkolîneke zanistî ya belgekirî de bixwîne.
Piştî derçûna xwe, li çend gunda wek mamoste kar kir,piştre bi fermî li Rimêlanê, û bêtirî bîst û heft salan bê navber karê mamostetiyê berdewam kir, ta ku di sala 2013’an de ji aliyê rêjîma Beis ve ji karê mamostetiyê hat dûrxistin, ji ber çalakiyên wî yên rewşenbîrî û çandî û helwêstên wî yên ronakbîrî yên ku ne li gorî siyaseta tarîkirin
û sextekirina dîrokî
ji aliyê rejîma Baas ve dihatin bi karanîn.
Di 28/12/ 1986ê de Biradost zewicîye û bavê şeş zarokaye ( çar kur û du keç), Serpêhatî û şehrezayiya xwe da wan, da ku di atmosfereke tijî hezkirin, girêdan û nirxên netewî û çandî de mezin bibin.
Rêwîtiya xwe ya wêjeyî di sala 1980î de bi nivîsandina helbesta klasîk, ya terazû bi rêzbend û kêşe bi zimanê kurdî dest pê kir, paşê bi sedan lêkolîn, gotar û velkolînên dîrokî bi zimanê kurdî û erebî nivîsandin, wî zêdetirî çil pirtûka nivîsiye, di di navbera lêkolîn, destnivîs û semîneran, ku ji wan pênc pirtûk çap bûn ku kurteya serpêhatiya wî ramyarî û lêgerîna wî ya dîrokî nîşan didin.
1-Pirtûkek bi erebî” Bergihek ji zanîna kurdî” .
2- Pirtûkek bi kurdî “Gurzek Gul ji Baxê Zimanê Kurdî” – rêzimana Kurdî.
3- Pirtûkek bi erebî “Dergehek bo dîroka kurdî a kevnar ji serdema kevirî heta hatina îslamê.”
4- Pirtûkek bi kurdî “Kurtedîroka gelên Rojhilata navîn û têkilyên wan bi hev re .
5- Pirtûkek bi kurdî, bi navê “Bergihek ji Zanista Kurdî”.
Her wiha xwediyê deh destnivîsên neçapkirî yên bi zimanê erebî yên bi navê “Bûyerên ji rewşa Kurd û Kurdistanê” û bîst û heşt destnivîsên bi zimanê kurdî yên bi navê “Bûyerên ji rewşa Kurd û Kurdistanê”.
Ew niha pirtûkeke nû bi zimanê erebî amade dike, ku ji sê beşan pêk tê, bi navê “Rêhên hebûna kurdan li Sûriyê ji berbanga dîrokê ve.”
Kar û xebatên wî tenê bi nivîsandinê re sînordar nema, di warê lêkolîn, nîqaş û vejandina mîrateya kurdî de xebatên berfireh bi rêvebir, herwiha li bajarên cuda yên herêma Cezîrê gelek semîner dan, di heyama xebatên xwe yên perwerdehî û çandî de bi hezaran xwendekar ji bo fêrbûna zimanê Kurdî di sê astên wê de (1, 2, 3) perwerde kirin, û li wir jî wek şêwirmendê perwerdeyê, piştre serperişt, û wek endamê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Yekîtiya Rewşenbîran li Kantona Cizîrê xebitî.
Wî rolek sereke lîst di avakirina van sazî û yekîtiyan de mîna:
1- Dîdargeha Rewşenbîrî ya Girkê Legî.
2- Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi destpêka şoreşê re.
3- Saziya Nûrî Dêrsimî li Rimêlan.
4- Yekîtiya Mamosteyan li herêma Girkê Legê û Rimêlan.
5- Yekîtiya Mamostayan a Girkê Legê û hevserokatiya wê û piştre jî hevserokatiya Yekîtiya Mamostayan li Kantona Cizîrê di sala 2014’an de.
6- Yekîtiya Rewşenbîran li Kantona Cizîrê û hevserokatiya şaxê Girkê Legê .
Ew berê endamê desteya rêvebir ya bilind a Yekîtiya Rewşenbîran li herêma Cizîrê û endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê bû.
Her wiha di avakirina gelek sazî û dezgehên perwerdehî û Rewşenbîrî de jî ked daye.
Bi sedan gotar û lêkolînên dîrokî pêşkêş kirine.
Di komîteyên perwerdeyê yên Akademiya Civaka Demokratîk de û di gelek komîteyên çandî û neteweyî de cih girtiye.
Biradost yek ji kesayetiyên netewî yên pabendên doza Kurd tê dîtin, di belavkirina hişmendiya neteweyî û çandî de, bi taybetî li hember zilma rejîma Baasê, roleke girîng lîst, ji ber ku mala wî veguherî qada nepenî ya rewşenbîr û lêkolîneran, û dîdargehek azad ji bo nîqaşkirina çarenûsa kurdan û dîroka wan. Biradost yek ji navdartirîn kesên ku agirê çanda Kurdî parastiye û di heyama karîyera xwe de pênc xelatên rêzgirtinê wergirtine, ji wan:
1- Ji Partiya Yekîtî .
2- Ji Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê.
3- Ji Saziya Zimanê Kurdî (SZK).
4- Ji Yekîtiya Rewşenbîran li Kantona Cizîrê.
5- ji Ajansa Vedeng ya mediyayî.
Ew niha bi erkê rêveberê Ajansa Vedeng a Kurdî radibe.
Ji bilî helbestê, çîrok, lêkolînên civakî û efsaneyên kurdî dinivîse, gotinên pêşiyan û biwêjên gelêrî berhev dike û bi rêya vîdeoyan ji bo belgekirina çîrok û dîroka kurdî dixebite. Her wiha gotarên wî yên siyasî bi zimanên kurdî û erebî jî hene.
Gotarên wî di gelek rojname û kovarên kurdî û erebî de hatine weşandin, ji wan:
Rojname: (Newroz, Ronahî, Pirs, Herekol, Nasname, Vedeng, Riya Nû).
Kovar: (Hiwar, Zengil, Şermola).
Her wiha beşdarî gelek platformên medyayê yên wekî: Book Media, Ronahî TV, Rojava TV, Ariyan TV, Stêrk TV, Ajansa Vedeng, Ajansa ANHA, û di radyoyên Dicle FM, Rojava FM, Radyoya Dengê Jiyanê de cih girtiye.
Biradost Mîtanî ne tenê hema nivîskar, mamoste û lêkolîner e , lê belê ew dengê bîrdanka kurdî ye û lêkolînerê kokên nav axa demê ye, ew dîroknasê ku dîroka netewa kurd hem bi xîmav û hem jî bi nebezê nivîsandiye, di pênûsa wî de zanîn bi evînê re, lêkolîn bi dilsozîyê re , peyv bi nasname re têkel hev bûne.
Wî bi pirtûk, lêkolîn û gotarên xwe pirtûkxaneya çandî û dîrokî ya kurdî dewlemend kiriye û mîraseke dewlemend ji nifşên paşerojê re hiştiye.
Biradost bûye mînaka mamosteyê neteweyî, ku ezmûna akademîk, hestiyariya çandî, nasnameya neteweyî û nirxên manewî li hev dicivîne.
Di kariyera wî de serkeftin û afirîneriyek zêdetir jê re dixwazim.






