Bi demsala biharê re şêniyên herêma Aliyan a gundewarên Çilaxa û Girke Legê derdikevin çol û zeviyan. Komkirina giya û pincaran çanda jinên Kurd e ku bi hezaran salan e didome.
Jin li herêma Aliyan a Çilaxa û Girke Legê demsala biharê derdikevin nava zevî û beyaran. Li zevî û çolan rengê xwezayê keske û gelek teşeyên giya yên jin kom dikin, derdikevin. Li van herêman jin demsala biharê li hev kom dibin û derdikevin çolê. Bi hev re çûyîna çolê û giya komkirin, çandeke bi hezar salan e ku jin hebûna wê diparêzin.
Îsal ji salên berê zêdetir baran bariya û şînkayî çêbûye, gelek cure giya derketine û jin ji bo derman, vexwarin û xwarinê kom dikin.
Li herêma Aliyan tolik, stîrzek, xerdel, reşad, parpar, gezgez, ginêber, kartî, tirşok, kîvark, tûzik û hwd hene.
Li herêmê jin gelek cureyên giya kom dikin, ji bo pirsgirêkên tenduristiyê û xwarinê bi kar tînin. Mîna giyayê hîro, babûnc û gulberoj, ji bo xurtkirina laş têne bikaranîn.
Giyayên biharê ne tenê ji bo xwarinê têne komkirin. Aliyên wê yên çandî û civakî li pêş in. Parçeyek ji kevneşopa nasnameya civakî ya gundewarên Aliyan. Bi komkirina giya re girêdana civakê ya bi xwezayê re diyar dibe. Her wiha giya çavkaniya sereke ya xwarin, derman ji bo nexweşan û kevneşopên ji neslekî derbasî yê dîtir dibe.
Li gundê Xerbê Cihûwa yê Çilaxayê welatiya bi navê Hiyam Osman got: “Derketina zêde ya giyayên biharê bi barîna baranê ve girêdayî ye. Mewsimê îsal baş bû û giya gelekî derketiye. Ev giya ne tenê ji bo xwarinê ne. Parçeyekî kevneşopên me yên gelêrî ne. Malbat giya kom dikin, ziwan dikin, dikelînin û ji bo demsala zivistanê radikin.”
Giyayên mîna tolik, stîzerk, babûnc û gulberoj ji bo tedawiya nexweşiyan û kêmkirina êşê têne bikaranîn. ANHA






