Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Barîna baranê zeviyên kantona Cizîrê geş kir

29/03/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Barîna baranê zeviyên kantona Cizîrê geş kir
Share on FacebookShare on Twitter

Esmihan Gedro/Qamişlo

Piştî çend salan ji hişkesaliyê, li Kantona Cizîrê îsal baraneke baş bariya û pê re zevî geş bûn, herwiha tevahî cem û rûbarên ku zuha bibûn jî ji nû ve herikîn.

Li kantona Cizîrê di meha Sibat û Adarê de baraneke baş bariya, ku bandoreke erênî ya eşkere li ser çandiniyê kir. Vê baranê şilbûna axê baştir kir û mezinbûna berheman zêde kir di heman demê de nîşanên baş a serkeftina demsala çandiniyê ya serkeftî da. Lê belê, ev başbûn bi hin pirsgirêkên têkildarî asta bilind a şilbûnê re hat, ku ji bo misogerkirina tenduristiya berheman çavdêriyek ji hêla cotkaran ve hewce dike.

Bandora baranê di meha biharê de

Barîna baranê di mehên biharê de bi taybetî Adar û Nîsanê ji bo çandiniya li herêma Cizîr mîna “zêrê spî” ye, lê eger ji sînorê xwe derkeve an di wextê nexwestî de bibe, dikare bibe sedema zerarên mezin. Herwiha bandoreke erênî sûdemend li ser geşbûna berheman dike. Di biharê de dexl genim û ceh di qonaxa “guhildanê” sivîlkdan de ye. Baran di vê demê de dibe sedema tijîbûna hûran û zêdebûna berhemê. Ji bo xwedîkirina heywanan, giya û çêregehên herêmê bi barana biharê şîn û dewlemend dibin.

Barana zêde û ba bahoz di meha Nîsan û Gulanê de dibin sedem ku genim û ceh li erdê bikevin. Ev yek dirûnê zehmet dike û hûr di hundirê guhilan de diperçiqin. Ger di dema kulîlkdana fêkiyan wekî sêv, hirmî yan tirî de  baraneke zêde bibare, tozkulîlk tên şûştin û fêkî nagirin. Giyayên Bêkêr, barana zêde rê li ber şînbûna giyayên ziyanbexş vedike ku ew jî xwarina axê ji dexl û danan dizînin. Di meha biharê de, herî zêde divê çavê cotkar li rengê pelên genim be. Ger zerbûneke wekî toza zer li ser pelan xuya bibe, nîşana zengara zer e û divê tavilê dermanê fungal bê reşandin.

Derketina Nexwaşiyan li kantona cizîrê

Li Kantona Cizîrê, ji ber guherîna avhewayê, barana zêde yan jî kêm, û zehmetiyên peydakirina dermanan, gelek nexwaşî û zerar didin ser çandiniyê. Ev yek xeteriya zêdebûna nexweşiya rizîbûna rehenên nebatan çêdike. Herwiha mişkên zeviyan li hin deveran belav dibin, ku ev yek bûye sedema girtina tedbîrên pêşîlgiritinê ji bo sînordarkirina wê û parastina berheman. Li herêma cizîrê û Bakurê Sûriyê, ji  bo parastina çandiniyê dermanên cihêreng bi navê fosfîda zincê tên peydakirin û bikaranîn. Ji ber ku guherîna avhewayê tê guhertin û her tim ne di rewşa rêjeyekê de ye dihêle ku hin nexwaşî li ser çandiniyê bê çêkirin.

Ji bo ku berhem bên parastin bi taybetî dexl, dan û sebzeyan ji nexweşî û barana zêde biparêzî divê amadekarî berî çandiniyê bê kirin. Tovên Paqij divê Her tim tovên ku li dijî nexweşiyan bi taybetî zengara zer berxwedêr werin hilbijartin. Dermankirina Tov, Berî ku tov bên çinîn, dive ew bi dermanên fungal (karokî) werin derman kirin da ku kokên riwekan ji rizînê were parastin.

Parastina ji Barana Zêde û Avê

Xetên Avê di zeviyan de xetên taybet tên çêkirin da ku ava baranê tê de neleyîze û bi hêsanî biçe. Myîna avê di nav zeviyê de dibe sedema rizîna kokan. Paqijkirina Rêyan berî destpêkirina werza baranê, rêyên avê yên xwezayî yên di nav zeviyan de paqij be da ku av neyê girtin. Dema ku baran zêde bibare xetên ku av têre derbas dibe ji xeta xwe ya ku bermehên çandiniyê lê hatine çandin ji xetê derdikeve û xeta avê xerab dibe. Tevî ku baran ji bo axê jiyan e, lê barîna zêde bêwext an jî pir gur dikare sedema zerareke mezin bide gelek cureyên çandiniyê.

Rewşa çandiniyê ya niha

Rewşa çandiniyê ya niha li herêma (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) ji ber barîna baranê ya di demên dawî de bi giştî erênî ye. Piştî çend salên hişkesaliyê, barana îsal ya(2026) feydeyek mezin daye axê û asta ava binerd û ya bendavan zêde kiriye. Bîrên li ser rûyê erdê yên ku 30 metre û 100 metre kûr in, gelekî sûd ji baranê girt. Niha ava wan zêde bûye. Lê belê bîrên kûr ku kûrahiya wan di navbera 150-300 metre ye bi qasî bîrên sererd sûdê wernagirin. Divê baran zêdetir bibare heyanî ku ava bîrên kûr zêde bibe.”Gelek bîr di salên berê de ji ber baran nedihat zûwa bibûn û ava gelek bîran jî hatibû vala kirin. Lê îsal ji ber barîna zêde ya baranê ew bîrên ku hatibûn zûwa kirin wê tijî av bibin. Ji ber ku barîna baranê li ser çandiniyê sûdek mezine ji hin aliyan ve dihêle ku çandî baş bibe û şînatiya wê ber bi rengekî keskahî ve reng bide. Ji ber vê yekê jî îsal li herêma cizîrê rewşa çandiniyê ya niha gelekî baş e.” Barana îsal ya 2026`an ji bo çandiniya li herêma cizîrê mîna veguherînekê bû, ji ber ku piştî çend salên hişke salî û kêmbûna avê hat.

Rêjeya barîna baranê

Li gorî daneyên herî dawî yên demsala çandiniyê ya 2025-2026’an, rêjeya baranê li herêma Cizîrê piştî destpêka salê geşbûneke berçav nîşan daye. Piştî çend salên hişkesaliyê, baranên meha Çile û Adarê (2026) bandoreke erênî li ser çandiniyê kir.

Zêdebûna ji sedî, Rêjeya barana îsal (2026) li gorî demsala par a 2025`an li hinek deveran 4-5 caran zêdetir bûye. Bandora li bendavan Baranên îsal bûn sedem ku asta ava li bendavên wekî Bendava Başûr Hesekê û Bendava Rojava bi awayekî beriçav zêde bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.