Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Newroz û Xwenûkirin

29/03/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Doza Şêx Seîd
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Newroza sala 2026’an, Newrozekî bi heybet û wêneyekî ji bo cîhanê bû.

Newroz bûye Nasnama Kurdên Niştimanperwer. Ji ber ku dagerkerên welatê me bi navê qanûn û yasayan, bi navê ol û biratiyê, cejn, ziman, çand, dîrok û hebûna me li me qedexe kirin. Hemû tiştên bi Kurd û Kurdistanê ve girêdayî, li me heram kirin. Lê Newroza îsal li pêşberî hemû cîhanê ev herambûn û qedexe qelişand û têk bir.

Qaşo em birayê hevdû yên olî bûn; lê ol jî ji bo tunnekirina milletê me bikar anîn û berdewam tînin. Aboriya me lawaz kirin, dîroka me ji holê rakirin, xwenda û zanayên me terkî welat kirin, an jî zindanî kirin. Ji bo me asîmîle û tunne bikin, hemû hêza xwe û bi dek û dolabên xwe berdewam li ser me kar dikin.

Qaşo kesên neha desthelat di destên wan de ne, li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhelat, dibêjin em Birêveberên Oldar in!

Pêxember Muhemed sXl ji bo biratiya Olî weha dibêje: “Kesê tişta ji nefsa xwe re dixwaze, ger ji bo birayê xwe jî heman daxwazê neke, ew bawerî bi ola Îslamê ya rast neaniye.”

Zimanê wan fermî ye, lê zimanê Kurdî qedexe ye, çanda Kurdan dizîne û navê xwe lê danîne, dibêjin ev çanda me ye. Dîroka Kurdan bin av dikin, tiştê tê de behsa Kurdî hatiye kirin vedişêrin. Folklor û xwarinên Kurdî, bi darê zorê kirine mîrateya xwe.

Dagirkerên miletê me, nefret û kîna xwe berdewam li me dibarînin.

Hemû kar û xebatên wan yên li ser tunne kirina me, hêjî berdewamin. Li beramber vê kîn û nefretê,

divê gelê me jî, bi hemû alî û çînên xwe, bi Bawerî û hişmendiyên xwe, xwe nuhde ava bike û azadiya xwe misoger bike.

Newroz; xwe nuh kirina xwezayê û şîyarbuna ji xewêye.

Dar kulîlk û xweza bi şiklekî nuh jîyana xwe ava dike, rengên cuda ku huzurê û kêfxweşiyê didine nîşandan, li hemê erdnîgariyêne, dikevin pêşbirkê, daru berê kû weke mirî di xewdabu, bi îhtîşamekî mezin jiyana xwe carekî din raber dike.

Weke xwezayê me jî bi cil û bergên rengereng, cejna Newrozê pîroz kir û bi milyonan kesên ji xew rabibûn gotin em li virin û têk neçûne.

Divê piştî Newroza îsal, hemû Kurdên dilsozê azadiyê, weke kulîlkan bi reng û cudahiyên xwe xwe nû bikin.

Ji hişmendîyê bigre, heta zimanê xwe nuhde ava bike.

Lewre neyarên me hemu rengên me xira kirin, bîr û baweriyên me tevlîhev kirin, dîrokekî ji derew, çandekî ku tu têkiliya wê bi çanda me nîne ava kirin.

Çanda malbat buna me û yê civak buna me ji holê rakirin û çandekî ku bi xwezaya mere nakoke bi darê zorê li me pêçandin.

Bi vê Newrozêre divê em vegerin ser koka xwe, bi çanda xwe xwe nuhde ava bikin.

Zimanê xwe yê şêrîn bi hemû devokên wê ve ji nû ve zindî bikin. Di malbatên xwe de li çanda xwe vegerin, bi cil û bergên xwe bi çand û rengên xwe, liser koka xwe şitil bidin.

Sîyaseta me, aboriya me, zanabunên me, oldariya me, hunermendî û wêjeya me, weke kulîlkên biharê nuhde vebibin û karibin kêfxweşîyê dinava cîhana Kurdî û ya giştî de şênber bikin. Xwe li ser bingeha rawişt û xwezayê ava bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.