Esma Mistefa
Reqa ya ku beriya heyva Çileya 2026’an cihê ewlehî û mînaka bajariya pirrengî û nasnameyan bû, piştî hatina hikumeta demkî ya Sûriyê, ev muzeyîk veguherî bajarekî wêrankirî, bê ewle ku kes nizane wê li ku û kengî bê kuştin an revandin. Berbelavbûna bê ser û ber û kîna li hember gelê Kurd, jiyana gel wêran kiriye.
Bajarê Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriye Demokratîk, YPG û YPJ’ê ve di 20’ê Cotmeha 2017’an ji destê DAIŞ’a ku weke peytexta xwe îlankiribû, hate rizgarkirin. Di wir de Rêveriya Xweser xwe tê de birêxistin kir û Reqa ji aliyê gelê wê ve dihate birêvebirin. Bi vê yekê re Reqa ya ku bi pirrengiya xwe ya etnîkî û olî tê naskirin, her çû qeş bû û bû mînake demokrasî û azadiyê piştî rizgerkirina wê ji destê DAIŞ’ê.
Em ê zêde behsa dema borî nekin lê em dixwazin piştî hatina hikumeta demkî ya Sûriyê û ketina hêzên ewlehiya giştî, rewşa Reqayê ber bi ku ve çû. Reqa weke Dêre Zorê di aliyê civakî, aborî û ewlehiyê de bi lehiya tevlîheviyê re diherike. Bêhesbxwestin sivîl bi jin û zarokên xwe têne girtin û windakirin, bêhesabxwestin û lêpirsîn di nava tarîtiyekê de bi sedan kes hatine qetilkirin. Her wiha berbelavbûna bê ser û ber jiyana gel bi metirsiyên rojene re kiriye yek, wê kengî li kuderê dest bavêjin ser mal û milkên welatiyan, diziyê û talankirinê bikin, ne diyar e.
Piştî derketina Rêveberiya Xweser ji Reqayê û ketina hikumeta demkî gelk bûyerên kuştin, talankirina mal û milkên gel, revandin û windakirin hatin rûdan. Ev hemû ji bilî rewşa jiyanî ya gel û zehmetiyên ku di aliyê Elektirîk, sotemenî, perwerde û hwd.. de tê jiyankirin. Bi vê yekê re qelek bûyer û nêzîkatiyên li hember gelê Kurd hatine kirin, her wiha kiryarên ku bi serê gel hatine kirin, ji aliyê Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûriyê ve hatin belgekirin. Ji wan em ê hin ji kiryarên ku bi serê gel û di Reqayê de tên kirin bilêv bikin.
Ji dema derketina Rêveberiya Xweser û metirsiya li ser gelê Kurd bi kîn û nefretê tê domandin
Bi ketina bajarê Reqayê re piraniya gelê Kurd yên ku li wê derê jiyan dikirin di nav de koçberên Efrînê yên ku zêdetirî salekê bû li wê derê jiyan dikirin, mecbûr man ku careke din koçber bibin û derkevin. Bi nêzîkatiyên kîn û nefretê li hember gelê Kurd yên ku ji salên dur û dirêj ve li wir jiyan dikin, nêz dibin û kiryarên dermirovî pêk tînin. Ji wan nêzîkatiyan hin bûyerên bi vî awayî hatin derketin û hê jî didomin.
Ji demên ketina hikumeta demkî ji Reqayê re gelek bûyerên serdegirtinê bi taybet li hember malbatên Kurd hatin pêk anîn. Hêzên “Ewlekariya Tawanan” ên hikumeta demkî kampanyayek ji serdegirtin û girtinên keyfî li dijî hejmarek sivîlên Kurd li bajarê Reqayê pêk anîn. Ev yek di bin çavdêriya rasterast a rêberên ewlehiyê yên di herêmê de hatin pêk anîn, di nav tirsa zêdebûna binpêkirinên sîstematîk ên li dijî gelê Kurd û kesên koçber bi taybet.
Çalakvanên ji Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûriyê re ragihandin ku kampanyayê li ser “Taxa Kurdan”, herêma derdora Sawamêi û li pişt rêyên trênê, sekinî ku tê de sê ciwanên Kurd yên ji Girê Sipî ku koçberî Reqayê bibûn hatin girtin.
Her wiha di operasyonên ewlehiyê de tevahiya malbat û xwediyên dikanên guhertina pereyan ên ji Girêspî yên li bajêr dijîn jî hebûn, ev yek bû sedem ku hin ji wan ji tirsa girtinê birevin.
Di 5’ê Adarê de, çar karmendên rêxistina Blumont International li Reqayê roja Çarşemê rastî êrîşeke çekdarî hatin, di encamê de fonên wan piştî wergirtina wan hatin dizîn. Çar karmend, ku bi eslê xwe Kurd in ji “Kobanê” ne ev in: endezyarek, parêzerek, endezyarek çandiniyê û kesekî ji zanistên siyasî derçûye bûn. Ew li kampa Til el-Seman li gundewarê Reqayê dixebitin ku ji hêla rêxistina mirovî ya nehikûmî ya navneteweyî ve tê birêvebirin.
Di rêze serdegirtinan de jî di 12’ê Adarê de, careke din hêzên “Ewlehiya Tawanan” ên hikumeta demkî, di bin çavdêriya rasterast a rêberên ewlehiyê yên herêmê de, di nav tirsa zêdebûna leza binpêkirinên sîstematîk ên li dijî koçberan de, kampanyayek serdegirtin û girtinên keyfî li dijî hejmarek sivîlên Kurd li bajarê Reqayê pêk anîn.
Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di nav gefên berdewam ên ji aliyê endamên girêdayî teşkîlatên girêdayî Wezareta Parastinê di hikumeta demkî de, binpêkirinên li dijî welatiyên Kurd li bajarokê Eyn Îsa li gundewarê Reqayê zêde bûne ku ev yek tirsa ji xirabûna rewşa ewlehiyê zêde dike û dibe sedem ku hejmarek malbatan ji ber tirsa li ser can û milkê xwe bajêr biterikînin. Ev êriş li ber çavên endamên ewlehiya giştî yên li herêmê amade bûn, bêyî ti destwerdanek bibandor ji bo rawestandina binpêkirinên pêk hatin, were kirin. Her wiha di van êrişan de hat destnîşankirin ku êrişkaran alên Sûriyê hildigirtin û dema ku milkê welatiyên Kurd dişkandin tekbîr diqîriyan, di heman demê de heqaret, nifir û hewldanên rûreşkirinê dikirin ku bandor li sivîlên temen mezin dikir ku hin ji wan ji 70 salî mezintir bûn.
Di 22’ê Adarê de, çavkaniyên herêmî ji Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûriyeyê re gotin ku komeke çekdar ji eşîrên herêmî li bajarokê Eyîn Îsa ya gundewarê Bakurê Reqayê ku piştgirên hikumeta Sûriyeyê ne, hejmarek dikanên welatiyên Kurd ên li bajêr talan û xira kirine.
Polîtîkayeke sîstamatîk li dijî gelê Kurd
Bi gelemperî ev rewşa ku li Reqayê tê jiyankirin bi awayekî bi zanebûn tê kirin ku bi taybet dixwazin gelê Kurd yên ku di wir de jiyan dikin tengav bikin û kîna xwe ya li dijî gelê Kurd sar bikin. Girtinên ku tên kirin li ser pişta tohmetên çêkirî pêk tên, û hewldanek ji bo têkbirina lihevkirinên têkildarî vegera ewle ya kesên koçber bo malên xwe tê kirin. Ev kiryarên ku li dijî sivîlan tên kirin, li ser bingeha etnîkî û tewanbarên derewîn tên kirin.
Li gorî agahiyan, gef ji aliyê komên çekdar ve tên xwarin ku hin endamên wan bi rêxistinên girêdayî Wezareta Parastinê di hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne. Çavkaniyên herêmî piştrast kirin ku hejmarek malbatên Kurd niyeta wan heye ji ber ku tirsa ji gefên berdewam zêde dibe, ji bajêr derkevin ger parastina pêwîst ji aliyê rayedarên pêwendîdar ve neyê peyda kirin. Gotinên kîn û nefretê li ser dîwarên mal û dikanên gelê Kurd tên nivîsandin ku tu kes nikare li hember wan bisekine û hesab jê bixwaze. Helbert ev hemû di rêze tevlîheviya ewlehî ya ku di Reqa de tê jiyankirin de ne.
Ne tenê gelê Kurd.. Reqa meydana tevlîhevî, dizî û serdegirtinane
Bûyerên cuda cuda yên diziyên çekdarî pêk tînin.
Di bûyerekê de komek ji çekdaran ku ji 5 kesan pêk dihat an xwe wek leşkeran nîşan dan, kelûpel û pere bi qasî 4 hezar dolarî ji dikanekê dizîn. Her wiha xwediyê dikanê revandin û ew birin cihekî nenas berî ku wî li deverek dûr biavêjin.
Li bajarokê El-Cezra yê li gundewarê Reqayê, xortek ji aliyê çekdarên nenas ve di mala xwe de hate gulebarankirin û bi guleyekê li lingê xwe birîndar bû.
Li gorî çavkaniyan ku di destpêkê de zilam bo nexweşxaneya netewî ya Reqayê hate veguhestin û piştre ji ber rewşa wî ya xirab veguhestin nexweşxaneya Tib el Hedîs.
Her wiha Çavkaniya Sûrî berê di 14‘ê Adarê de belge kiribû ku welatiyek li nêzîkî garaja zeviyê li Bakurê navenda bajarê Reqayê ji aliyê çend kesan ve rastî lêdaneke tund hatiye, di encamê de ew bi giranî birîndar bûye. Her wiha êrişkar bêyî ku kesek bizanibe sedema êrişê çi ye, reviyan e.
Di van demên dawiyê de di bûyerek din de li Reqayê, vîdyoyek êrişek li ser hejmarek zarokan di nav atolyeyek tamîrkirina motorsîkletan de nîşan da ku ev zarok, tevî temenê xwe yê biçûk, di şert û mercên ku neqanûnî têne hesibandin de dixebitin.
Vîdyo nîşan dide ku sê zarok piştî girêdanê, bi amûrên hesinî û daran li lingên wan tên lêdan, di heman demê de xuya ye ku zarokên din li benda dora xwe ne ku bên cezakirin, di heman demê de yek ji zarokan lava dike ku ji lêdanan xilas bibe.
Ev bûyer ji nû ve balê dikişînin ser rastiya binpêkirinên li dijî zarokan li hin deveran, çi bi rêya îstîsmara laşî be çi jî bi rêya îstîsmara di karên dijwar de di temenê biçûk de, dide diyarkirin.
Rastiya ku tê jiyankirin bi çend mînak û bûyeran nayê îfadekirin
Me xwest em balê bikşînin ser rewş û rastiya ku bi taybet gelê Kurd di Reqayê û gundewarên wê de pê re rûbirû dimînin bînin ziman. Ev kiryarên ku tên kirin, ji kiryarên ku li ser gelên Elewî û Durzî hatine pêk anîn ne qut in. Ger îro em behsa lihevkirin û entegrasyonê dikin, wê demê hikumeta demkî tev rayedar û berpirsyarên xwe yên li van herêman li hember van piratîk û nêzîkatiyan berpirisyar in. Bûyerên ku me ronî kirine, beşek biçûk ji rastiya ku li wî derê rojane tê jiyan kirine. Heyanî niha bi sedan kes hatine kuştin, jin û zarok hatine revandin, tevî bîlancoyên ku gelek zarok ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane.






